Projeya Xedîca a çandiniyê jinan tîne cem hev

Projeya çandiniyê a Xedîca El-Selama a 41 salî ya ji Til Temirê jinan tîne cem hev.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê – Ligel kirîza aborî, pirsgirêkên civakî û şer û êrîşên li ser herêmê, jin di nava hewldanên afirandina rê û rêbazên çareseriyê ne. Xedîca El-Selama a 41 salî li gundê Şîha ya rojavayê başûrê navçeya Til Temirê a Kantona Hesekê a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikeve, dijî bi projeya xwe ya biçûk a çandiniyê jinan tîne cem hev.

Xedîca El-Selama ji zaroktiyê de çanda xwedîkirina pez û çandiniyê ji dapîr û bapîrên xwe digre. Piştî ku dayik û bavê wê wefat dikin, her du birayên wê di encama şerê li Sûriyê û şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de jiyana xwe ji dest didin, ew û xwûşka xwe tevî hevjîna birayê wê yê di şer de jiyana xwe ji dest daye tenê dimînin.

Xedîcê ji erdê ku dayik û bavê wê ji wan re hêla bûn, beriya 4 salan projeyeke çandiniyê ava dike. Projeya çandiniyê a xedîcê ku di erdekî 8 donim de destpêkiribû, hejmarek ji jinên ku hevberdanê kirine hembêz dike. Xedîcê El-Selama derbarê projeya xwe ya biçûk a çandiniyê de axivî.

‘Tu çiqasî bidî erd, dê ew jî ewqas bide te’

Xedîcê El-Selama ya dibêje "Ji dest min were, ez ê rê bidim hemû jinên gund ku di projeyê de cih bigrin” wiha qala projeya xwe ya biçûk dike: “Projeya çandiniyê ye carnan genim, ceh û carnan jî zebeş û zebzeyan lê diçînin. Cotkarî ne tenê karê min e, karê her kesê/î ye û alîkarîdayina hev jî erkekî bingehîn e. Em ancax bi çandiniyê bikaribin li ser vê axê berdewam bikin. Berfirehkirina projeyên çandiniyê girîng in. Erdek min heye lê ne tenê ez, min gelek jin bi xwe re xistine vê projeyê de ku ew jî sûd jê werbigrin. Destek tenê çepika naxe, ne du, sê, çar û pênc dest di nav axê de bin em ê tu fêde jê negrin. Erd jî wiha ye, tu çiqasî bidê ew jî dide te. Erd dildar û karkeran dixwaze, da ku berhem bide."

‘Min qeyd û bendên civakê şikand’

Xedîca El-Selama ne tenê cotkariyê û projeyê birêve dibe lê belê bazirganiya pez jî dike û wiha ji mere behsa vê gava destpêkiriye dike: "Ji bilî xwedîkirina pez, dotin û çêkirina penêr, şîr û berhemên din, ez hiriyê pez jî dibirim. Ne tenê ev, lê dema ku hejmarek ji pezê nêr çêdibin ez dibim magefê û difroşim û kirîn û firotina wê jî li gorî pêwîstiyan e. Pereyên ku ji firotina pez tê, ez hem li erd û hem jî li karkeran didim. Rastî, tenê ez wekî jineke bazirgan li magefê xuya dikim û yê din jî hemû mêr in. Min dikarîbû qeyd û bendên civakê bişkînim û wekî jineke bazirgan di nav ewqas mêr de reng û hêza xwe bidim. Berê ev çûyîn û hatina bazarê şerm bû. Lê piştî naskirina rêxistinên jinan me dikarîbû îradeya xwe xurt bikim û di roja îro de bazirganiyê, kirî û firotinê jî bikim. Ez niha bêyî ku bira an jî kesek min re hebe, pereyên xwe radikim û diçim magefê pez dikirim û difroşim. Bê guman, ez rastî gotegotên mêran têm lê hebûna min a her car, têrê dike ku ji wan re bibe bersivek."

Ji Aboriya Jin bi hêvî ne

Xedîcê El-Selama balkişand ser zor û zehmetiyên projeya çandiniyê û wiha dom kir : "Erdê ku dayik û bavê me ji dapîr û bapîrên me wergirtibûn, îro bi destê me careke din tov lê şîn tên. Erdê me xwedî sedan salan e. Em îro bi çandina wê, hebûna xwe li ser vê axê didomînin. Zor û zehmetiyên wê hene, mînak di aliyê peydakirina madeya sûtemeniyê de û ev dihêle barê me giran bibe. Ji ber wê jî wekî Aboriya Jin dikare destek bide projeyên me yê heyî li herêmê. Da ku dorfireh bibe û hemû jin nav de cih bigrin."

Projeyê enerjî û baweriya jinan geştir kir

Xedîcê El-Selama got ku projeyên wiha hêza karînê a jinan xurtir dike û hebûna wan li ser vê axê mayindetir dike û wiha pêl da gotina xwe: "Destekdayina projeyên wiha biçûk ji aliyê rêveberî û aboriya jin ve, hêza jinan bi enerjî û yekîtiya wan xurtir dike. Projeyê gelek jinên ku hêviyên wan qut bûbûn, careke din wan anî cem hev û hêviyên wan zindî kirin. Careke din ez bêjim destek çepika naxe, gelek dest di projeyê de nebana wê heta îro dewam nekiriba."

Xedîcê El-Selama bi vê hêviyên dawî li axaftina xwe anî: "Hêviya min jî ew e ku êrîşên li ser herêmê rawestin û em li ser axa xwe bimînin. Her wiha xwedê temenekî dirêj bide me ku em bikaribin li kêleka hev bisekinin û ji hevre bibin hêza berdewamiyê."

'Projeyê dikarîbû rê li ber koçberiyê bigre'

Fatima Mihemed jî yek ji endamên ku di projeyê de cih digre, wiha hestên xwe tîne ziman: "Hevjînê min nêzî du sal in çû ye ser dilovaniya xwe. Niha ez jî wekî endameke projeya çandiniyê a ku keça xalê min pêşxistiye me. Em Ii gor saetên di rojê de dixebitin, pereyên xwe jî digrin. Çawa ew ji projeyê sûd digre, em jî wiha ne. Ev proje dikarîbû rê li ber koçberiyê bigre, ji ber gelek jin mesrefa xwe û zarokên ji karkirina di vê erdî de, derdixin. Ez dilşand dibim, dema ku di nav erdekî de xwûşk, dost û hevalên xwe dibînim. Meşa her gavekê di vê projeyê de, wê berfireh dike."