Jinên cotkar bi hevkariya komîteyê zeviyên xwe diparêzin

Cotkarên gundewarên Til Temir û Zirganê yên ku bi hevkariya komîteya parastina zeviyan zeviyên xwe diparêzin dibêjin ku ew nobedariya zeviyên xwe yên çandî dikin.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê – Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê demsala çinîna genim ceh û kemûnê dest pê kiriye. Êdî ji îro û şûnde li herêma Cizîrê di nava zeviyan de patoz tên dîtin ku cotkar bi kêfxweşî keda çend mehan hiltînin. Kantona Cizîrê ya Herema Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi binerd û sererdê xwe yê dewlemend di nava Rojhilata Navîn de bi çandina zêrê zer, zêrê reş û bi zêrê spî navdar e.

Li navçeya Til Temir û Zirganê jî cotkar li benda hişkbûna genim û ceh in. Di vê navberê de cotkarên jin ji bo şewata ku dibe dewleta Tirk a dagirker û şaneyên wê yên razayî di hundirê herêmê de derxe, nobedariyê dikin. Cotkarên ku ruxmî êrîşên dewleta Tirk li ser xeta agir dijîn, bi dehhezaran rûberên erd bi genim û ceh çandine û li benda dema guncaw in ku hilînin.  

Cotkar Cemîla Ehmed ji gundê Bab El-Xêr ê rojhilatê navçeya Til Temirê û Remziya Fewzî jî ji gundê Zêdiyê yê başûrî navçeya Zirganê ku her du gund li ser xeta agir dikevin, ji me re behsa çandiniya îsal û tedbîrên xwe kirin.

Ji bo şewat dernekeve jin nobedariyê dikin

Cemîla Ehmed a 66 salî got ku wan îsal li ser çemê Zirganê nêzî 80 donim ceh û genim çandine û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Em jeneratorê di avdana zeviyên xwe de bi kar tînin, niha êdî ber bi merheleya dawî ve diçe, çend rojên pêşiya me em ê biçînin. Ji ber wê jî niha em çavdêrî dikin û nobetê digrin, dora zeviyên xwe diçin û tên û şivan jî hem şivantiyê hem jî nobedariya zeviyan dikin. Da ku zarok û kesên xirabiyan dikin agir bi zeviyan nexin, em neçar in parastinê bikin û tedbîran bigrin. Ger şewat derkeve jî av û çewalên me amade ne lê ger şewatek dorfireh be pêwîstî wê bi agirkujê hebe. Ji lewre kesên ku li ser xeta agir dijîn divê ji her tiştî re amade bin, ji bo wê jî pêwîstî heye jin di vê demsalê de jî şiyar bin."

Her yek bi awayekî welatê xwe diparêzin

Remziya Fewzî ya 49 salî jî dibêje ku ew ligel komîteya parastina zeviyan zeviyên xwe diparêzin û wiha domand: "Îsal ji ber barîna zêde ya baranê berhema ku ji genim û ceh were wê gelekî baş be. Her wiha me pembo jî çandiye. Ji ber xêr û bereketa îsal baş e divê bi qasî wê jî em erdên xwe biparêzin û xwedî li keda xwe ya ewqas meh derkevin. Ji niha ve em ê çuwal, av û traktorên xwe amade bikin. Divê bi taybetî di saetên nîvroyê de cotkar derkevin nobedariyê bikin, di wan saetan de dibe ku şewat derbikeve, ji lewre şiyarbûn girîng e. Kurên min niha li ser xeta agir erka xwe ya welatparêzî di parastina axa welat de bi cih tînin û ez jî li vir gund û zeviya xwe diparêzim."