Li Tûnisê aloziya heyî herî zêde jinên li gûndan bandor dike

Xebatên sereke yên saziyên civaka sivîl a jinan li Tunisê niha li ser mafên jinên Tunisê, sînordarkirina beşdariya wan a siyasî, tundûtujiya li dijî jinan, bêkarî û xizanî ye.

NAZIHA BOUSSIDI

Tunis – Krîzên li Rojhilata Navîn di warê aborî, civakî te tê jiyîn weke çavkaniya vê rewşê şerê ku li ser heremê tê meşandin herî zêde bandorê li jinan dike. Li Tûnisê jî rewşa krîza aborî û civakî, sepanên ku bi aqilê mêr-dewletê tê meşandin, di warê siyasî de hewldana dûrxistina jinan di gelek aliyan de dibe zextên mezin ên li dijî jinan. Rewşa heyî bi taybetî ji bo jinên li gund dijîn, ked didin girantir dibe.

Seroka Komeleya Jinên Kund a Cendobayê Asmaa Ayadî dibêje ku gelek astengî ji bo jinan li gundan hene, ji ber nayê hiştin ku jin bibin xwedî îrade û biryar, nikarin xwe û derfetên xwe bi pêş bixin.

Jin bê sîgorta û bi pereyek pir kêm dixebitin

Asmaa Ayadî dibêje ku jinên li gund dijîn di gelek aliyan de rastî zextên li ser keda wan tên û wiha domand: "Divê em çareyek ji çûnhatina bê ewle ya jinên cotkar ku di navbera bajaran de bibînin. Dide zanîn ku ew neçar in di rewşên herî zehmet de, bi metirsî, bêyî sîgortata tendirustiyê û pereyên kêm ne li gorî keda wan kar bikin ji bo debara jiyana xwe."

Jinên kedkar di navbera xwediyên erdan û serfkaran de navgîniyê dikin, bêyî wan kar temam nabe. Komeleya Jinên Gund ji bo çêkirina sîgortayên tenduristiyê ya jinên li gund dijî kar û xebatan dimeşîne.

‘Ji bo beşdarî hilijartinan bibin em jin û ciwanan perwerde dikin’

Asmaa Ayadî bal kişand hilbijartinên dawî ya kotaya jinan a nîv bi nîv hat kêmkirin, destnîşan kir ku ew ji bo hilbijartinan hewl didin jin û ciwanan perwerde bikin û got: "Di her tûrek hilbijartinan de em her dem perwerdeyan bu rêxistin dikin, yên herî dawî jî dema hilbijartinên şaredariyê bûn. Her carê em piştgiriyê didin jin û ciwanan da ku beşdarî hilbijartinan binin. Her wiha em jinên gund li hemberî astengiyan hişyar û perwerde dikin".

Beşek mezin ji jinan tevlî dengdayînê nabin, ew jî jinên cotkar in, dibînin ku dema ew diçin navendên hilbijartinan dema wan vala diçe û kirêya rojekê ji dest wan diçe loma ji xwe dipirsin dibêjin: "Ev hilbijartin dê ji me re çi bîne û çi sûdê em ê jê bigrin? Komeleya jinên gund dikare bi riya perwerdekirina jinan bandorê li ser beşdarbûna jinan a qada siyasî bike, me dît gelek ji wan tevî ku asta wan a xwendinê û çandî ne zêde ye jî zana ne û bi girîngiya rola xwe bawer in.”