Hane ev 10 sale beşdarî Mihrîcana Hinar û Peyîzê ya Helebce dibe
10’emîn Mihrîcana Hinar û Payîzê ya Helebce sê rojan li Helebce berdewam kir. Hane Cotyar yek ji beş darvanên Mihrîcanê ku ev 10 sale bi berhemên xwe yên ji hinar tê çêkirin beşdar dibe.
Helebce- 10’emîn Mihrîcana Hinar û Payîzê ya Helebce di 31’ê Cotmehê de destpêkiri bû sê rojan berdewam kir.
Di mihrîcanê de 700 xwedî berheman beşdar bûn û jinan pêşeng bûn ku berhemên xwemalî û dest di pêşangehê de pêşandan. Mihrîcan bûye kevneşopiyek ku her sal tê li darxistin û bi deh hezaran geştiyar serdana Mihrîcanê dikin û li gor daneyên rêveberiya geşt û guzarên Helebce, tenê di roja yekem de 80 hezar geştiyar û di rêjê duyem de 110 hezar û geştiyar berê xwe dane bajarê Helebce û beşdarî 10’emîn Mihrîcana Hinar û Peyîzê ya Helebce bûne.
‘Ev 10 sale beşdarî mihrîcanê dibim’
Yek ji beşdarvanên Mihrîcanê ku ev 10 sale bi berhemên xwe yên ji hinar tê çêkirin beşdar bûye Hane Cotyar wiha got: “Ez bi berhemên weke hinar, reçel, ava hinar ku ji hinar tên çêkirin beşdar bûme. Her sal ez hewl didim berhemên zêdetir di mihrîcanê de ji bo geştiyaran amade bikim. Ev mihrîcan giring e û derfetek başe ji bo bazarkirina berheman. Xelk bi boneya mihrîcanê tên hem hinarên baş dibin, hem serdan dikin û dîmenên xweş dibînin. Ez di wê hêviyê deme bivê riyê em bikarin berhemên xwe ji derve re bidin nasandin.”
Rêvebera geştûgazarê ya bajarê Helebce Çiya Qasim wiha got: “Ez dixwazim ev hemahengi her hebe. Ji beşdarên xwedî pîşe û cotyaran ji 400 cotyaran, îsal heta 700 cotyaran zêde kir.”