Kurdistan Yasîn bi motîfên Kurdî çandê diparêze

Kurdistan Yasîn a destrengîn, bi nexşandina çente, cil û bergên Kurdewar û karên dest hewl dide xweza û çanda Kurd biparêze.

MIHRÎBAN SELAM KAKAYÎ

Helepce - Jina ciwan a destrengîn Kurdistan Yasîn, li koleja zanist û teknolojiyê beşa kompîtorê temam kiriye, ji qada ku xwendiye cudatir kar dike. Ev çar sal in li malê ye û niha jî di firoşgeheke biçûk de hewl dide bi nexşandina cureyên çenteyan, cil û bergên Kurdewar, cilên ji derve û cureyên cuda çêbike. Berhemên wê rastî eleqeyek mezin tên.

‘Armanca sereke parastina çanda Kurd e’

Kurdistan Yasîn der barê vekirina firoşgeha xwe de wiha dibêje: “Min li malê kar dikir lê belê pêwîstiya min bi cihekî kar hebû. Min jî firoşgehek biçûk a bi navê Mirwarî vekir û beşek ji pêwîstiyan ez tê de çêdikim. Rojane em karê xwe nîşan didin. Berê ji bo çenteyek çêbikim malzemeyên pêwîst bi destên min nediketin, niha em bi xwe di firoşgehê de hemû tiştan difiroşin. Li vê derê em çar jin kar dikin û firoşgeha me ji bo xizmeta gelê Helepceyê vekiriye, berhemên me ji aliyê gel ve rastî eleqeyê tên. Bi çêkirina çenteyan ez hem xwezayê diparêzim hem jî hewl didim çanda Kurdî biparêzim.”

Kurdistan Yasîn herî dawî got: “Niha werza cil û bergên Kurdewar e û piranî daxwaz ji bo wan in, ji bo wê di firoşgeha me de hemû pêwîstiyên aksesuarên jinan hene. Bikir dikarin hemû pêwîstiyên ciwankariya jinan ji bo cilên Kurdewar li vê derê bibînin.”