Kongra Star ji bo azadiya aborî ya jinan jî têdikoşe

Komîteya Aborî ya Kongra Star bi armanca tevlîbûna jinan a li jiyana aborî û avakirina kesayetek serbixwe û xwedî biryar, bi jinên çiyayê Kizwanan re li ser çêkirina proje û kooperatîfan nîqaşan dike.

SORGUL ŞÊXO

Til Temir – Çiyayê Kizwanan robereke berfireh e, bi dehan gundên wê hene. Îsal, ji ber şert û mercên dijwar çiya bi pirsgirêkên cûr be cûr re rûbirû ye. Di nav van tengasiyan de ya ku herî zêde vê êşê dikşîne jî, jin e. Ji lewra jin di nav lêgerîna çareseriyan û alternatîfan de ne. Ji ber pirsgirêkên aborî yên ku bandorê li malbat û civakê dike, jin di nav lêgerînan de ye.

Ji xwe re 11 hedef diyar kirine

Ji ber ku Kongra Star rêxistineke jinan a konfederal û demokratîk e, li ser rêxistinbûn, perwerdekirin û bihêzkirina jinan û têkoşîna azadiya jinê û wekheviya zayendî, di hemû qadên jiyanê de disekine. Li ser vê bingehê jî yek ji 11 hedefên rêxistinê; zêdekirina tevlîbûna jinan a li jiyana aborî, bi taybetî bi pêşxistina projeyên aborî yên serbixwe û kolektîf e. Komîteya Aborî ya Kongra Star di vê demê de bi jinên çiyayê Kizwanan re dicive. Girîngiya tevlîbûna jinan a di qada aborî de, bihêzbûna li hember zoriyên jiyanê û xwedî projebûna bêyî pêwîstiya mêran, nîqaş dikin.

Rêvebera Komîteya Aborî ya Kongra Starê ya li Til Temirê Zehra Mihemed, li ser rewşa jinan a li çiyayê Kizwanan ji ajansa me re axivî.

Projeyên berê, ji ber qelsbûna aboriyê têk çûne

Zehra Mihemed got ku armanca wan pêkanîna hedefên Kongra Star ên di warê beşdarkirina jinan a li qada aborî ye û xebata ku dikin, bi van gotinan vegot: “Hedefa me ew e ku jin bikaribe bi awayekî çalak beşdarî qada aborî bibe û em wekî komîteya aborî bi her awayî piştgiriyê didin. Li çiyayê Kizwanan çend projeyên aboriyê hebûn ku, di warê piştgiriya madî û manewî de komîteya aborî ya Kongra Star roleke sereke lîst. Lê ev proje têk çûn. Sedem jî ew e ku jin û bi giştî civak, di warê aborî de qels in. Lê rastiyeke çiyayê Kizwanan heye ku pêwîstiya wê gelek bi projeyên nanpêjiyê hene. Lê hemwextî wê jî her malbatek xwedî 15 kes in û nikarin di rojê de bi zêdetirî 50 hezar lîreyî nan bikirin. Ev sedemeke sereke ya têkçûna projeyên ku hatin çêkirin e.”

‘Her têkçûnek destpêkek nû ye’

Zehra Mihemed da zanîn ku têkçûna projeyan dibe sedema hewldanên nû û lêgerîneke nû ji bo projeyên cûda û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Ji ber avhewayê û şert û mercên dijwar jî projeyên çandiniyê têk çûn. Projeyên ku me çêkirin têkçûn. Lê ev nabe dawî, ev dibe destpêkek nû, ji hewldanên nû yên ji bo lêgerîna projeyên cûdatir. Li gorî enerjî û hêza jinan, jin difikirin ku projeyên çawa çêkin. Em niha hewl didin du projeyan bikin meriyetê. Li ser vê bingehê jî em bi jinan re dicivin û nîqaşan dikin.”

Dîwarên tirsê û sînorên ku mêr çêkirî dişkên

Zehra Mihemed anî ziman ku armanca wan ne tenê nîşandana piştgiriya di warê madî de ye. Zehra got ku armanca sereke şikandina tirs û sînorên ku mêr ji jinan û di nav jinan de xêz kirî ye û ji bo bikaribin bibin xwediyê xwe ye û wiha pêl da gotinên xwe: “Di hevdîtinên me yên bi jinan re de, hat xuyakirin ku jin hîn nikarin şerma xwe derbas bikin û hîsê xwe bighînin me. Tirsek ne normal di jinan de hatiye avakirin ku nahêle bi rih û bi xwe re bibe yek. Ew sînorên ku hişmendiya mêr di navbera jinan de çêkirine, em hewl didin bi beşdarbûna jinan a di nav xebatê de, bişkînin. Di nav serdanên me yên jinan de, xuya kir ku jin hewl didin di nav malbat û civaka xwe de xwedî nirx bin û rêz jê re bê nîşandan.”

‘Bazirganî karê jinan e jî’

Zehra Mihemed balkişand ser bazirganiyê, got ku bazirganî ne tenê karê mêran e, karê jinan e jî û wiha berdewam kir: “Mêr bazirganiyê tenê wek karê xwe dibîne, ji lewra ev ne rast e. Jin jî dikare bazirganiyê bike û bazirganî karê jinan e jî. Ji ber mêr tenê bazirganiyê bi xwe re sînordar kiriye, rê nade ku jin di vê qadê de serbixwe û xwedî rol bin. Ji lewra pê re mêr bi hevjîn, xwişk û dayîka xwe re nabe alîkar ku bibe xwedî proje. Her çi bibe jî em jin dikarin li dijî şert û mercên jiyanê yên zehmet bêtir li ber xwe bidin, li hember kevneşopiyên kevneperest bi zanebûn têbikoşin. Eger em li benda mêran bimînin ku bi hestiyarî nêzî me bibin û destê alîkariyê di qada aborî de dirêjî me bike û jin serbixwe bin, ew ê şaş be û em ê li cihê xwe bimînin. Li ser vê bingehê ger em nekevin nav liv û tevgerê, wê mêr ji bo me tiştekî neke.”

Avakirina zemîna çêkirina projeyan û pêwîstiya wê

Şaha Mehmûd a ji gundê Xera ya çiyayê Kizwanan ku dibe xwediya firoşgeha ku wê bide û bike cihê projeyê jî, li ser zor û zehmetiyên ku jin dikşînin ev tişt gotin: “Zehmetiyên me yên kar hene. Ji bo ku em kar bikin em bi dîstansên gelek dirêj dimeşin û dûrî malên xwe dikevin. Lê gava ku proje hebin em tê de bixebitin wê baştir be. Ji ber ku ewê zehmetiyên me çareser bibin. Ji ber ku di rojên ku DAIŞ li çiyayê Kizwanan bû de, ger ku em ji bo komkirina qirşikên ji bo çêkirina nan biçûna, nedihiştin em herin. Pêwîst bû ku em çarçeva reş li xwe bikin. Heman wextê jî pirsgirêka peydakirina avê heye. Ji lewra pir girîng e ku jin xwedî proje be, xwe ava bike û bi malbata xwe re jî bibe alîkar. Heman demê divê em xwedî gotin û biryar bin û hîn bêtir li ser çareseriyan bifikirin û derfetan ava bikin.”