Jinên Misrê di warê aborî de bê statu ne

Jinên Misrê teqez kirin ku ew di warê pereyê ku ji karê xwe bi dest dixin de azad nîn in, ji ber hişmendiya mêr serwer e neçar dimînin qezenca xwe radestî zilamên malê bikin.

ESMAA FETHÎ

Qahîre – Civaka baviksalarî li pêşiya bidestxistina mafên jinan astengiya herî mezin e. Jin ji tevlibûna jiyana civakî bigre heta tevlibûna wan a pêvajoyên biryargirtinê û serxwebûna aborî di gelek qadan de di bin zextê de ne. Feqîriya jinan li hemû cîhanê hê jî rastiyeke ku nayê guhertin e. Misir yek ji wan welatan e ku newekhevî û xizaniya kûr a ji aliyê jinan ve tê jiyîn bi zelalî tê dîtin.

Li gorî daneyên Foruma Aborî ya Cîhanî Misrê di nava 146 welatan de di asta 136’an de ye ku jinan ji kar bêpar dihêle. Li gorî Navenda Mafên Jinan a Misrê; ji sê parên malbatên Misrê tenê di bin berpirsyariya jinan da ne. Tê zanîn ku piraniya jinan bêkar in û nikarin ji dewletê destekê bigrin. Ji ber ku rêjeya xwendin û nivîsandinê pir kêm e, hema hema ne gengaz e ku jin beşdarî jiyana kar bibin. Neçarmayîna jinan dibe sedem ku jin bikevin bin deynan.

Semer Adil a ku nexwest navê xwe yê rast eşkere bike bi van gotinan dest bi axaftina xwe kir: "Ez fêr nebûme di mûçeya digrim de azad bim. Ez nêzî 20 salan e kar dikim û nikarim bi azadî pereyên xwe xerc bikim. 20 salan ez di vê halê de me. Ez tenê tînim û pêşkêş dikim. Destpêkê bavê min ji min digirt, niha jî hevjînê min digrê. Hema bibêje xizanî bûye para jinan.”

Pereyê ku digirt bavê wê dibir

Semer Adil diyar kir ku dema ew li mala bavê xwe bû ji ber rewşa jiyanî ya zehmet kar dikir û mûçeya ku digirt jî bavê wê dibir bêyî ku tiştek jê re bikeve. Semer Adil wiha dibêje: "Rewşa min piştî zewacê nehat guhertin. Min derketina derve ji bo kar weke revê dihesiband ji ber danûstandina malbata hevjînê min bi min re nebaş bû. Jinên di malbata min de jî dijîn mafên wan tune ye ku mûçeyên xwe xerc bikin. Civaka derdorê nabîne ku jin nikarin tu biryarên taybet ji bo xwe bigrin. Beriya zewacê bav rewşa wê diyar dike ji ber ew li mala wî ne. Paşê milkiyeta jinan digihîje hevjînê wan. Pereyên ku ji malbata xwe weke mîras jî digrin ne ji mafê wan e li cem xwe bihêlin divê bidin hevjînê xwe. Gelek jin ji mafê xwe yê mîrasê bêpar dimînin ji ber jin in û civak dibîne mêr zêdetir ji jinan mafê mîrasê digrin."

‘Ji bo çareseriyê destpêkê divê zihniyeta civakê biguhere’

Semer Adil hinekî behsa çareseriyan jî kir û wiha got: "Çareserî pêwîstiya wan bi guhertineke temamî di mêjiyê civakê de heye. Malbata hevjînê min ji min re dibêjin jina ku kar dike divê erka xwe ya sereke paşguh neke ew jî xizmeta temamî li malê ye. Çi xizmeta ji malbata hevjîn re û çi jî ji zarokan re. Tevî ku pêwîstiya wan bi mûçeya min heye lê belê min bi gotinên xwe tengav dikin. Heta li ser cilên min jî diaxivin û ez nikarim red bikim, biryarên wan paşguh bikim.

Parêzer Emel Cudê jî got: "Nexurtkirina aboriya jinan yek ji sedemên xizaniya wan e. Hevsengiyek kar di navbera herdu zayendan de tune ye. Ev yek bandorê li rastiya jinan dikê. Paşguhkirin gihîştiye astên rêveberiyên jor jî ji ber wê em dibînin gelek kes karên bi mûçeyên kêm û rewşa civakî xirab qebûl dikin ji ber asta jiyanî bi giştî kêm bûye."

Der barê bandora çandî de jî got ku çand bandoreke mezin li ser jiyana jinan bi giştî dike ji ber bandora nêrîna civakê ji rola jinan û xwezaya tişta jin bikin li wan dike û wiha berdewam kir: "Baldariya ji bo malbatê bi temamî dikeve ser milên jinan. Jin di malê de girtî dimînin û ji pêwîstiyên biçûk heta mezin berpirsyar. Mêr jî hebin rewş wiha ye. Ev yek jî bandorê li jinan dike. Jin neçar dimînin her karî qebûl bikin heta ger ne li gorî jêhatîbûna wan be jî."

Ducanîbûn, şîrdayîn û bandora wan a li jiyana xebatê ya jinan

Emel Cûdê teqez kir ku ducanîbûn û şîrdayîn bandoreke yekser li jinan dike ji ber ew 3 mehan betlane dikin û 3 rojan tenê di dema karê xwe de di warê qanûnî de dibin. Emel Cûdê wiha domand: “Ev yek bandorê li ser biryara der barê karên jinan de dike di encamê de kar herî zêde ji mêran re dimîne. Ji ber ew bi rola anîna zarokan ranabin. Yek ji astengiyên xebata jinan jî ducanîbûn û anîna zarokan e. Dibe sedem ku jin ji kar werin dûrxistin bi taybetî karê rêveberiyê. Bandorê li derfeta bilindkirina asta wan di kar de jî dike. Zagon li saziyên hikûmetê tune ne. Ji ber sedema rewşa aborî ya ku tê de ne binpêkirinên li dijî wan dibin tehemul dikin û di nava bêdengiyê de azaran dikşînin."

Emel Cûdê dibîne ku ji nû ve hevsengiya di karan de yek ji girîngtirîn çareseriyên rastiya jinan a madî baş bike ye, di warê bidestxistina karekî baş de xurt bike û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Sûdgirtina ji xwendinê bi rengekî baş rastiya jinan baştir dike."