Destên ku bi findên hingivîn dinexişînin

Îman Yusuf û xwişka wê bi findên hingivîn him bi çêkirina motîfên Kurdî çandê diparêzin him jî riya debarê ji bo xwe ava dikin.

HÊLÎN EHMED

Silêmanî – Îman Yusifa ji Silêmanî ya Başurê Kurdistanê bi xwîşka xwe re him çanda Kurdî diparêze him jÎ bidin xwedî aboriya xwe ya serbixwe. Îman a xwediyê markeya Şhamaran e ku du sal in li karkgeha çandê ya bajarê Silêmanî ji bo çêkirina findan dixebitin.

Ew bi riya çêkirina findan bi şimaya hingiv kesayetên navdar ên Kurd çêdikin û çanda Kurdî di mala xwe de zindî dikin. Bi riya karê hunerê nifşên pêşerojê bi kesayetên navdar dinasin. Her wiha bi riya vekirina dewreyên perwerdê zarokan fêrî çanda Kurdî û çêkirina findan dikin.

'Ew malzemeyên di çêkirina findan de bikar tînin xwezayî ne’

Îman Yusuf diyar kir ku ev du sale li gel xwîşka xwe ji bo zindîkirina çanda Kurdî dixebitin. Bi riya dekaresyonan kar ji bo hiştina kesayetên bi nav û deng ên Kurd dikin û wiha got: “Ev du sale karê çêkirina findan dikim. Bi rêya çêkirina kesayetan hewl didin nasnameya Kurdî di nava civakê de belav bikin. Her wiha peykerên kesayetên diyar ên wek ‘Mestureyî Erdelanî, Şêrko Bêkes, Ehmed Kaya, Nalî Şaîr û hunermendê mezin ê Kurd Hesen Zîrek’ em çêdikin. Destpêkê dema ku min û xwîşka xwe bi dest bi çêkirina findan kir cûrên wê nebaş bû dukel dikir û bi ziyan bû. Ji ber wê me biryar da bi xwe findên bi kalîteya baş çêbikin. Niha ew malzemeyên ku em ji bo çêkirina findan bikar tînin hemû xwezayî ne û ji gaz û benzînê dûr in. Ziyanê nagihîne kesên derdor.”

Bi gelek zehemtiyan re man

Îman Yusuf da zanîn ku li kargeha çandî ya bajarê Silêmaniyê hewl didin projeya xwe mezin bikin û got: “Rojane em pêşwaziya kiryaran dikin. Li vê derê tevî serpereştîkirina çêkirina findan, xwîşka min karê çêkirina wêneyan jî didomîne. Li gel çêkirina findan dewreyên fêrbûnê ji bo astên temen heye. Zarok û ciwan ji bo jê sûd bigrin û bikarin derfetê kar ji bo xwe peyda bikin, dewre tên dayîn. Ji ber destketina malzemeyên bi kalîte, astengî ji bo me çêdibin. Çend cûrên qalibên me heye. Gel qalibên taybet ên ji marqeya me dikirin û çêdikin. Destpêkê karê ku me dikir civakê qebul nedikir. Em destpêkê rastî gelek astengiyan hatin.”

‘Gelek cûreyên findan hene’

Îman Yusuf wiha behsa cûryên findan ku niha berdeste kir û got: “Bi riya hawarewe em peykeran çêdikin. Çend cûrên me yên findan heye. Qalib li gorî daxwazan berdeste. Findên me yên di berdaqê de heye, beşa wê ya xwarê ber û av bi hevreye û serê wê jî find tê de ye. Yan jî peyker bi riya qalibên me yên taybet çêdikin. Çend cûrên findên bêhna wan xweş û tenê yek hene. Her wiha finda cêluks li gel me heye, ku taybet bi branda Şamarane. Her wiha bi riya kupa seramîk û daxwazên me, dikarin bibin xwedî yek cûre find ku teybet ji bo wan e.”

‘Hemû jin bi hevre dixebitin’

Îman Yusuf di dawiya axaftina xwe de wiha axivî: “Li kargeha çandê jin hevkar û hemahengên hev in. Ew bi yekgirtina jinan ji bo hiştina çanda Kurdî dixebitin. Hevkarên me kupên bi seramîk dinexşînin. Em bi hev re findan çêdikin û çanda Kurdî diparêzin. Her wiha daxwaza min ji jinan ew e ku bi riya karên xwe ji bo mayîna nasnameya Kurdî hewl bidin.”