Jin bi komaleya Gaia parastina jingehê dikin

Gada Heyder a qala komaleya Gaia kir anî ziman ku armancê wan a sereke başkirin û parastina jîngeh û çandê ye û bal lê kişand ku bi vê komaleyê jin pêşengiyê dikin û dikarin debara xwe bikin.

SUZAN EBO SEID

Beyrûd – Sekretera Giştî ya Komaleya Gaia, Gada Heyderî ku tevî komek çalakvanan I 3’ê Tirmeha 2017’an de vê komaleya xêrxwaz ava kirin, behsa yekemîn gavên avakirina komaleyê kir. Komele ji bo xurtkirina jinan li gelek herêmên paşguhxistî li Libnanê hat avakirin. Gada Heyderî anî ziman ku armancên komaleyê başkirina rewşa jîngehê, jinan û parastina çandê ye.

Li ser gavên destpêkê yên komeleya Gaia Gada Heyder anî ziman ku komele navê xwe ji xwedavenda Yewnanî Gaia ya sembola xêr, bereket û dayîka xweza digre û bal lê kişand ku ji lewra armanca komaleyê parastina jîngehê ye.

Komeleyê li dijî qirêjkirina xwezayê dest bi xebatê kir

Gada Heyder a got ku ew destpêkê li ser mijarên jîngehê rawestiyane wiha got: “Bi taybetî mijara qirêjkirina axê bi dermanên çandiniyê û ya avê. Pispor û lêkolîneran bi hevkariya komeleyê, bandora qirêjiya avê û axê li ser tendirustî û selametiya giştî lêkolîn kirin. Piştre planek tam bi navê “Baskêta xwarinê” danîn piştgiriya berhemên teqlîdî kirin bi armanca xurtkirina cotkar û berhemkarên biçûk. Ji ber ku jinên li gundan, dema dixwazin ji bo mînak lêçerekî çêbikin nikarin ji gund biçin Beyrûdê û berhemên xwe bibin bazarê. Her wiha bihayê hemû pêdiviyên sereke jî gelekî zêde bûye, lewma berhemkar an cotkar ji çandiniyê dûr dikevin. Li vir fikrek hat bala me, ji bo kêmkirina îsrafa çandiniyê û di heman demê de piştgiriya civaka çandiniyê bikin, me dest bi lêkolînek berfireh kir.”

Gelek kes di komeleyê de dixebitin

Gada Heyder destnîşan kir ku di komeleyê de 200 kes hene, bi qasî ji sedî 80 ji wan jin in û anî ziman ku xizmeta bi qasî 70 berhemkar û cotkarên jin dikin. Gada Heyder wiha got: “Em weke komele xizmeta xwe ji bo beşeke mezin a jinan pêşkêş dikin. Ji bilî ciwanan jî ku pirsgirêka wan a bêkariyê heye, jinan çandiniya xwe xurt kirin û berhemên xwe zêde kirin. Êdî pêdiviya me bi karmendên alîkar çêbûye, wisa xeleka karmendan jî berfireh bû.”

Ji bo berdewamiya xebata seranserê salê Gada Heyder got: “170 kes hene sûdê ji karê komeleyê dibînin, logoya komeleyê û stîkerên li ser pakêtan jî ji dîzayna endameke me ye. Jin karê pakêtkirinê jî dikin, ev jî hêz û serxwebûnê dide wan ku berdewam bikin û jiyana xwe temam bikin.”

Der barê herêmên berheman de Gada Heyder wiha axivî: “Komele berhemên xwe ji hemû herêmên Lubnanê tine. Ji ber ku her herêmek bi cureyek tê naskirin. Di warê aborî de em temam nebûne, hinek dem pêwîst e ji bo bawerî bi me çêbibe di bazara navxweyî û cîhanî de da ku berhem baş bên firotin.”

‘Gelek projeyên komeleyê hene’

Di dawiya axaftina xwe de Gada Heyder anî ziman ku gelek projeyên wan ên ji bo demên pêş hene û wiha got: “Hinek jin hene kişkê çêdikin ji komeleyê xwestin alîkariya wan bikin ji wan re makîneyên hûrkirina kişkê peyda bikin da ku berhem zêde bibin. Em niha vê mijarê lêkolîn dikin. Gelek projeyên din hene armanca wan ew e ku jinan bi karînên wan hişyar bikin berheman zêde bikin û bi pêş bixin û berê wan bidin bazaran. Ji ber ku daxwaza me ne tenê derfetên kar ji bo jinan e. Em hewl didin jinan xurt bikin, armanca me pêkanîna pêşveçûna domdar e. Berdewamiya vî karî ji baweriya me tê ku jin di avakirina her civakê de hêmana sereke û aktîf in.”