“Ji malên ax û yên pez xwedî dikin re melkesa hewşê derman e”

Xerma Şihada ya ji gundê Til Hemam ê navçeya Til Temirê ye wekî her jineke gund, çanda çandina melkesên hewşê ji dapîra xwe girtiye û bi çandina melkesan re jî rengekî cûda dide gund ku mirov ji dûr ve lê dinêre şînkahiya wê reng dide gund. Serma da zanîn ku di dawiya payîzê de piştî ku melkes hişk bibin, radikin û ji zivistanê re hiltînin her wiha ji malên ax û xwedî pez re pêwîstiyeke wê pir heye.

 
SORGUL ŞÊXO
Hesekê- Gerduneke ku jin lê nebe bê wate, reng e û bê giyan e. Dayik rih dide malê, xwezayê, cihên kar, nav zeviyan û her deverê. Li her devera ku jin lê hene tu dibînî ku jiyan li wir zêdetir bi reng û wate ye. Carnan dema ku em dikevin li ser rêyên dûr û dirêj, em noqî xeyalên xwe dibin, çavên me li erd û zeviyan dikevin û em dikevin kûrahiya wan. Carnan em erdekî şîn dibînin ku dayik li nava wê vehewiyane û wekî tovên jiyanê şîn bûn e û mîna gul û sosinan lê kom bûne her wiha wekî perperîkan xuya dibin, dibînin. Ew dîmen ango ew kêlî tenê hêja ye ku jiyan li wir raweste û lê binêre, wekî tabloyekê ye ku wênesax gelekî li ser westiyaye heya ku ewqasî xweşik û bedew derxistiye. Dayik tiştekî wiha ye ku bêyî wê nabe, ew lêdana dilê gerdunê ye, jin dil e. Çawa ku bêyî lêdana dil can sar û mirî ye, jin jî wisa ye bêyî jinê hemû gerdun melûl e. Dayik afrîner e, endezyar, hiqûqnas, bijîşk û hûnermend e. Hemû hûneran di kesayeta xwe de vedihewîne û ya herî girîng jî ji çanda xwe ya kevnar dûr nakeve û her li peyî şopa dapîrên xwe ye. Xerma Şihada dayikeke ji gundê Til Hemam ê ku rojava başûrî navçeya Til Temirê dikeve ye. Ji ber ku her gundek bi çandina tiştekî navdar e, gundê Til Hemam jî bi çandina melkesên hewşê tê nasîn û ji dûr ve mirov li gund binêre ji melkesan bedewtir nabîne. Da ku em bêtir vê mijarê nas bikin dayika Xerma ji mere behsa vê yekê kir.
“Gund bi çandina melkes û baxçeyan navdar e”
Xerma got ku her gundek bi çandina tiştekî navdar e û wiha dom kir: "Gundê me bi çandina melkesên hewşê tê nasîn û navdar e jî. Ji ber ku her gundek bi çandina tiştekî navdar e, mînak li nêzî me ne genim û ne jî pembo tê çandin. Ev yek li kêleka pirsgirêka avê û kehrebê jî heye, ji lewra bêtirî şêniyên gund debara xwe bi çandina melkesan û çêkirina baxçeyên demsalî dikin. Mînak tiştên ku li bazaran tên firotin jî ne paqij in û em jê nebawer in, ji lewra em herî zêde baxçeyên li malan diçînin û ya herî girîng jî paqij e. Carekê ji caran hevjînê min hinek zebze wekî pîvaz û dilpik ji bazarê anîn, piştî me xwar, em hemû ê jehrî ketin. Ev yek ji sedema nepaqijbûna wê bû. Li dora mala me hewş vala ye, me jî ev valabûna wê qezenc kir û lê gelek rengê zebzeyên demsalî çandin û ev yek li kêleka çandina darên tirî û zeytûnan."
“Bi pembu re tê çandin, di dawiya payîzê de jî tê rakirin”
Xerma got ku çiqasî kêm jî be lê ew sûdê ji çandina melkesan jî digrin û wiha pêde çû: "Ji derveyî ku em melkesên hewşê ji bo damalandina hewşê, yaxûra pez û çêlekan bikar tînin, rengekî bedew jî dide malê û gund tevahî. Bi çandina pembo re em tovên melkesê li nava zeviyan û li hewşa malê direşînin û roj bi roj şîn tê û mezin dibe. Di dawiya payîzê de jî piştî ku melkes ji rengê kesk ber bi sor û zer ve tê û hişk dibe em êdî dest bi rakirina wê dikin. Lê di vê rewşê de jî melkes tov digrin, da ku tovê wê nekevin erdê , em çadirekê datînin û tovê melkesê li ser direşînin. Paşê em tov hiltînin ji sala nû re û em dîsa diçînin."
“Ji tovên reş ber bi kesk, sor û zer ve.. merheleyên çêbûna melkesê”
Xerma pêvajoya çêbûna melkesê got: "Di merheleya biçûkbûyînê de rengê melkesê kesk e û çaxên wê jî pir in û dirêj in. Piştî ku êdî mezin dibe ji rengê kesk ber bi sor ê mişmişî ve diçe û taybet ev yek dema ku tav lê dide, hîn bêtir rengê wê tarî dibe. Di mehên xwe yên dawî de jî rengê wê ber bi zerbûnê ve diçe, ango ber bi hişkbûnê ve diçe, ku êdî dema wê hatiye ku mirov wê rake. Rengê wê yê kesk, sor û zer ve hêviyan dilê mirov de çêdike."
“Melkesan bêyî pere li hevdû belav dikin”
Xerma got ku piştî melkesan radikirin goriz gorizî dikin û hiltînin û wiha pêl da gotina xwe: "Piştî em melkesê radikin, em wê goriz goriz cûda dikin û bi benekî xort ve girê didin û paşê li cihekî hişk bêyî ku av bêghêjê hilîtnin. Em zivistanî giştî pê paqij dikin û pêşiya malê dimalin heya ku demsala çinîna wê tê. Tişta herî xweş li gund ew e rihê komînal. Li vir em melkesan nafroşin hev, berovajî wê em alîkariya hevdû dikin û bêyî pere belav dikin, taybet li malbatên xizan. Ji ber ku em rewşa hev nas dikin û nakevin pey berjewendiyan. Di her rewşê de em li kêleka hev in."
“Ev melkes li bazaran nayê peyda kirin, tenê li gundan heye”
Xerma da zanîn ku melkesa hewşê ji hundirê malê re nabe û wiha pêde çû: "Ev melkes ji hundirê mal re dibe lê ne her dem. Melkesê hundirê mal ji derveyî mal re nabe ku em pê paqij bikin, ji ber ku em pez jî xwedî dikin. Lê Melkesa hewşê ji hundirê malê, hewşê û hewşa pez re jî dibe û paqij jî dike. Pir kes dipirsin ku em çima yê hazir nakirin, lê bi rastî yê hazir tune ye û li bazaran jî nayên firotin, ev melkes tenê li gundan çêdibin û tenê xelkên gund bikar tînin û li hev dû belav dikin. Ji lewra em nabin bazaran û nafroşin. Ev melkes li bazaran nayê peyda kirin û wê neyê peydakirin jî, ev tenê bi çanda gundan ve girêdayî ye. Em tovên wê li kesî nagrin, li her kesê belav dikin, armanca me jê ew e ku ev çandinî pêşbikeve. Ji ber ji gundan re pir pêwîste û taybet ji malbatên ku pez û çêlekan xwedî dikin. Dirêjbûna melkesê jî dighêje 3 metreyan û çaxên wê pir in û nêzî 50sm jî dêr in."
“Ji malên ax re, melkesa hewşê derman e”
Xerma bi vê gotinê dawî li axaftina xwe anî: "Ji her dareke melkesê ku çaxên pir da ye, derdora 4 melkesan derdikeve. Mînak hene yên ku biçûk jî dixwazin û hene yê qalind jî dixwazin, gorî daxwazê ye. Daxwaza min ew e ku her melkes werin çandin û ev geştir bibe. Sûda wê li me jî heye û reng jî dide xwezayê ya din jî mal bêyî wê nabe. Ji ber ku malên ji axê û yên pez xwedî dike, pêwîstiya wan pir bi vê melkesê heye, divê her kes vê biçîne."