Ji bo pêşxistina aboriya komînal jin berê xwe didin kooperatîfan

Rêvebera Kooperatîfa Teqilbeqil a girêdayî Aboriya Jin Riham Elî anî ziman ku kooperatîf li gel aboriya komînal hevgirtina jinan jî bi pêş dixe û bang li jinan kir ku di xebatên kooperatîfan de cihê xwe bigirin.

BÊRÎVAN ÎNATÇÎ

Dêrik – Li herema Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku Netewa Demokratîk lê di pêvajoya înşayê de ye mîna yek ji rehendên sereke ya ku tê xwestin bê pêşxistin aborî ye. Bi Şoreşa Jinan a ku ji parastinê heyanî çandê û siyasetê jin pêşengiyê kirin, bi xebatên li ser bingehê aboriyê û bi kooperatîfan jin hewl didin aboriya komînal ava bikin û bipêş bixin.

Bi şoreşê re gavên yekem yên kooperatîfên çandiniyê

Bi destpêkirina Şoreşa Jinan ji sala 2014’an ve yekem gavên kooperatîfên çandinî yên jinan hatin avêtin. Bi têkoşîna jinan a di qada aborî de li gel kooperatîfên çandiniyê kooperatîfên bazirganiyê û yên din jî hatin avakirin. Ji sala 2015’an de şûnde ku Aboriya Jin di bin sîwana Kongra Star de hat birêxistinkirin xebatên jinan li ser bingehê aboriya komînal hê birêxistinî bû. Aboriya Jin a di sala 2017’an de yekemîn konferansa xwe li dar xist, di sala 2020’an de dûyemîn konferansa xwe û di sala 2023’an de sêyemîn konferansa xwe lidar xist. Bi nîqaşkirina pirsgirêkên tên jiyankirin û çareseriya wan bi xurtbûneke xwe ji pêvajoya nû ya xebatê re amade kir.

Kooperatîfên Aboriya Jin

Yek ji xebatên girîng ên Aboriya Jinê kooperatîfên çandiniyê ku jin ji bo avakirina aboriya komînal berê xwe didin. Li gor daneyên ku me ji rêveberên Aboriya Jinê wergirtine li heremê 40 kooperatîfên jinan ên çandiniyê hene û hezar jin zêdetir di van kooperatîfan de cihê xwe digirin. Her wiha 10 kooperatîfên din ên girêdayî Aboriya Jin heye ku 40 malbat tê de cihê xwe digirin û 2 kooperatîfên demsalî hene ku 40 jin tê de cihê xwe digirin.

Li Dêrikê ku 3 kooperatîfên Aboriya Jin lê heye jin ji bo bihêzkirin û xurtkirina aboriya komînal berê xwe didin kooperatîfan. Jinên ku di kooperatîfan de cihê xwe digirin dest nîşan dikin ku bi xebatên xwe him aboriya xwe ya serbixwe baştir dikin him jî bi jinan re aboriya komînal xurtir dikin. Ji van kooperatîfan; di Kooperatîfa Teqilbeqil – Şirik a ku di 225 hektar erd de genim hatiye çandin 43 jin cihê xwe lê digirin. Di Kooperatîfa Pilisiyê de ku di 95 hektar erd de genim hatiye çandin 20 jin û di Kooperatîfa Zihêriyê de ku di 60 hektar erd de nok hatiye çandin 12 jin cihê xwe lê digirin.   

Bi kooperatîfan hevgirtina jinan

Riham Elî ya ji gundê Girbalat a Koçerat e 3 sal in rêvebera Kooperatîfa Teqilbeqil e. Riham Elî destnîşan kir ku di kooperatîfa wan de 40 jin cihê xwe digirin û wiha got: “Îsal me di vê kooperatîfê de 126 çûwal genim çandiye. Kooperatîf ne tenê ji bo têrkirina malbatekê ye, hevgirtina jinan e. Niha em 40 jin li vê derê ne. Berê me hevdû nas nedikir. Lê belê niha em bi hev re hevaltiyê dikin.”

Riham Elî ya anî ziman ku bi xebatên kooperatîfan jin him hevdû nas kirin him jî aboriya xwe bidest dixin, wiha axaftina xwe domand: “Berê jin fedî dikir ji mala xwe derbikeve. Lê belê niha bi xebatên kooperatîfan bi naskirina hevdû hişyar bûn. Me qalibên eybê yê berê li ser wê jiyan dikir şikand. Ez pê kêfxweş im ku ji bo aboriya xwe ez têm li vê kooperatîfê de cihê xwe digirim. Hemu jinên em bi hev re kar dikin wiha ne.”

Hemu karên pêwist jin dikin

Riham Elî da zanîn ku weke jin hemu karên kooperatîfê ew bi xwe dikin û wiha berdewam kir: “Weke jin em tên ser karê xwe û em bi xwe karê xwe dikin. Em karkeran naynin. Dema aş ji me tê xwestin em tên, jehr bê reşandin em tên an jî semad be em bi xwe dikin. Bi nimûne me nobetdar negirtiye. Jin bi xwe nobeta erd digirin. Kîjan seat be jin xwe tên di nav erd de û nobetê digirin. Çi ji kooperatîfê bê bidestxistin wê li ser van 40 jinan bi awayekê hevpar bê parvekirin.”

‘Divê jin bibin xwedî aboriya xwe’

Riham Elî a bi gotinên “Her kes bi xwe bike û aboriya xwe nexin bin destê zilam” bang li jinan kir axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê jin aboriya xwe bidest bixe. Lewra bila werin kooperatîfan. Bila biweste, xelkê jî nas bike û bi keda xwe hilberîna keda xwe jî werbigire. Niha hinek malbat hene lê zilam nîn in. Lewra lazim e jin bi xwe ji bo xwe bike. Weke jin em bi xwe xwe bi rê ve dibin lazim e hemu jin berê xwe bidin van kooperatîfan.”