'Hewcedariya sendîkayan bi hebûna jinan heye'
Jinên Misrî dan zanîn ku di nava rêxistinên sendîkayan de jin bi zehmetiyan dikşînin. Ji bo ku bigihîjin cihên biryardayînê divê hewldan hebin û got ku hewcedariya sendîkayan bi deng û hebûna jinan heye.

ESMAA FETHÎ
Qahîre – Krîz û kêşeyên ku jin bi wan re rûbirû dimînin, dibin sedema kêmbûna giştî ya beşdarbûna wan di bazara kar de. Jin ne tenê di bin barê rolên xwe yên civakî de, di heman demê de rastî binpêkirinên ku di qada giştî de rû didin jî tên. Di serî de cudakariya li ser wan di warê mûçe, derfet, tevger, beşdarbûn û hinek mijarên din de jî rûbirû ne. Di heman demê de jinên di dema kar de yan di dema vegera li malê de rastî tundiyê tên. Ev û hemû faktorên din bûne sedem ku nûnertiya jinan di rêxistinên sendîkayan de li Misrê kêm bibe.
'Li bazara kar ji sedî 20 hebûna jinan heye'
Rêvebera Bernameya Jin, Kar û Mafên Aborî li saziya Jina Nû Meyî Salêh qala hebûna jinan di qada kar de kir û got: "Rêjeya jinan di bazara kar a qada fermî de ji sedî 20 derbas nabe, ev rastî di beşdariya sendîkayan de jî xwe dide der. Hebûna jinan di cihên rêveberî û biryardayînê de bi gelek faktoran ve girêdayî ye, di nav wan de têgihîştina civakê ji bo wan jî heye. Wekhevî, cudakarî di derfetan de, pêşvebirin û nûnertiya di nava rêxistinên sendîkayan de roleke sereke dilîze. Ji ber ku hê jî gelek astengî li hemberî beşdarbûna jinan hene. Piraniya jinan di tevgera xwe de ne azad in, ji ber vê nikarin beşdarî hilbijartinan bibin."
'Hewcedariya sendîkayan bi hebûna jinan heye'
Meyî Salêh destnîşan kir ku hewcedariya sendîkayan bi deng û hebûna jinan heye û wiha domand: "Jin di nava têkoşîneke veşartî ya li dijî demê de girtîne. em hêvî dikin ku rewş bê guhertin. Ji ber ku hewcedariya sendîkayan bi deng, nêrîn û ezmûnên jinan heye, da ku bikaribe civakê bi awayekî rast îfade bike. Jinên ku dikevin nava hêza kar bi gelemperî bi paşguhkirina rola xwe ya malbatê tên tawanbarkirin. Ji ber ku gihîştina qada giştî û cihên rêveberiyê di nava civakê de tenê ji bo mêran hatine sînordarkirin."
'Zextên civakê bandorê li ser xebata jinan dikin'
Meyî Salêh da zanîn ku zextên civakî jî bandorê li ser beşdarbûna jinan dikin û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Zextên civakê yên ku jin dikşînin armanc dikin ku rola wan bi sînor bikin, wan vegerînin qadên sînorkirî yên di nava malbatê de û rê li ber beşdarbûn, bandorkirin û pêşengiya jinan bigrin. Jin hewcedarî piştevaniyê di nava sendîkayan de heye, ji ber ku pêwîstiya wan bi hêz û beşdariyeke bi bandor heye. Perwerde û jêhatîbûn ji bo endamên sendîkayên jin û ji bo mêran bi xwe roleke girîng dilîze."
'Mêr jinên rêveber di nav xwe de qebûl nakin'
Seroka Sendîkaya Giştî ya Karkerên Bacê yên Misrê Fatimê Fûad diyar kir ku karê sendîkayan gelek demê digre û piraniya jinan ji ber karên malê û xwedîkirina zarokan, nikarin vî karê bikin. Fatimê Fûad wiha axivî: "Derfet û bandora jinan di sendîkayên serbixwe de zêdetir e, ji ber ku piraniya wan weke tîm dixebitin. Ji ber vê yekê jî hesta hevgirtinê ji bo afirandina bandorê her wiha piştgirîkirina jinan û bihêzkirina wan a pêşengiyê heye. Ji ber feraseta bavsalarî ya ku li ser mêran serdest e, pêşengiya jinan qebûl nakin û li dijî wê têdikoşin. Gelek mêr ji ber hebûna jinan di cihên rêveberiyê de û ji ber ku di bin çavdêriya wan de kar dikirin, îstîfa kirine. Divê jinên ku cih di nava karê sendîkayan de bigre ji aliyê zanistî û hişiyarkirinê de bên piştgirîkirin."