Esraa Moussa got ku pêwîst e jin ji bo pêşketina aborî destekê bibînin

Tevî hewldana saziyan û mafên jinan ên ku hatine dayîn jî jin ji mafên xwe yên aborî bêpar in. Ligel pirsgirêkên giştî, ya aborî barê jiyanê girantir dike loma jî bang hat kirin ku ji bo jin di warê aborî de cih bigrin destek ji wan re were dayîn.

NAGHAM KARAJEH

 Xeza- Esraa Moussa teqez kir ku derfetên kar û xwendinê ji bo jinan ji yên mêran kêmtir in û ev yek ji ber civakên paşverû ye, tevî ku ji bo bihêzkirina jinan hewl tê dayîn jî hê di qonaxên destpêkê de ne.

Li gorî daneyên Saziya Navendî ya Amaran a sala 2020-2021'ê rêjeya bêkariyê ya jin û keçên ciwan gihîştiye ji sedî 40 ango ji her deh jinan çar jin bi bêkariyê re rû bi rû ne û bêkariya mêran jî bûye ji sedî 22, ango ji deh mêran du kes bêkar in.

Rêvebera projeyê ya Incubatora Karsaz û Teknolojiyê Esraa Moussa  got: "Guman tune ye ku hemû endamên civakê ji rastiya aborî êşê dikşînin çi ji dorpêçkirin, sînorkirinên li ser hemû karûbarên aborî, şert û mercên nebaş ên darayî di beşên giştî û taybet de. Ji ber vê yekê jinên Filistînî bi taybetî di hemû astan de bi bandor dibin, zêdebarî kêmbûna derfetên perwerdehî û kar.”

“Ji ber nêrîna civakê ya paşverû derfetên aborî ji bo mêran zêdetir in”

Esraa Moussa di berdewamiya axaftina xwe de ev yek diyar kir: "Derfetên aborî yên ji bo jinan ji mêran kêmtir in ji ber nêrîna civakê ya li ser karên jinan, ku pêşanî her dem ji bo mêran e, ev yek jî gelek bandorê li kapasîteya aborî û serxwebûna jinan dike.”

Der barê mafên aborî yên jinan ku di eşkerekirina dirav û xwedîtiyê de tê temsîlkirin de jî wiha dibêje: "Her çend di hemû olan de ev maf ji wan re hatiye misogerkirin jî jin ji maf û milkiyeta xwe bêpar in. Wek desteserkirina mûçe yan parvekirina wê, ew jî ji ber nefêmkirin û pejirandina hin urf û adetan e. Ez di wê baweriyê de me ku divê hemû sazî ji bo hişyarkirina girîngiya eşkerekirina aborî ya jinan rola xwe bilîzin, ji bo ku debara xwe bikin û di civakê de bibin kesek hêja.”

Der barê rola saziyên herêmî û navdewletî, hikûmet û beşên taybet ên ku di warê jinan de kar dikin ji bo geşkirina wan di warê aborî de jî ev yek anî ziman: "Rola sereke di bilindkirina hişyariya civakê de temam dibe li ser pêwîstiya nûnertiya jinan di hemû aliyên jiyanê de li welatên Ereb bi giştî û li Xezayê bi taybetî, ji ber ku bêyî guhertina ramana endamên civakê nêrîna qalibgirtî li ser jinan nayê guhertin.”

Bi projeyan armanca ew e ku hejmara jinan ji ya mêran zêdetir bibe

Esraa Moussa der barê armanca di Inkubatura Karsaz û Teknolojiyê de wiha dibêje: "Armanca me ye sereke ew e em alîkariya ciwan û kesên derçûyî bikin ku derfetên kar peyda bikin û beşdarî kêmkirina rêjeya bilind a bêkariyê bibin. Me hema bêje zêdetirî panzdeh projeyên cihêreng di navbera Inkubakirina ramanên pêşeng û projeyên pispor di perwerde û amadekirina derçûyan de pêk anîne. Bi projeyên xwe, em armanc dikin ku her du zayendan di warê aborî de bi serweriya jêhatîbûnek pratîkî ya nû ve bi hêz bikin ji bo vekirina çavkaniyek dahatê. Inkubator hewl dide di civaka Filistînê de, bi taybetî di warê aborî de, bi avadankirin û veberhênana takekesî ve bibe navendek avaker. Di rastiyê de projeyên me hene ku rêjeya beşdariya jinan ji mêran zêdetir be ku ji sedî 50 derbas dibe.”

Ji sedî çil proje ji hêla jinên ciwan ve tên amadekirin

Esraa Moussa destnîşan kir ku ji sedî 40 projeyên karsazî yên ku di Inkubatora Karsaz û Teknolojiyê de tên vehewandin ji hêla jinên ciwan ve tên damezrandin, ev yek jî nîşan dide ku nifşê nû yê ciwan ciwan û xwendekar bi girîngiya serxwebûna xwe ya aborî û dahata xwe dizanin û baweriya wan bi raman û projeya xwe ya pêşeng heye bêyî ku li ber deriyê kesekî bisekinin.

Di dawiya axaftina xwe de rêvebera projeyê li Incubatora Karsaz û Teknolojiyê Esraa Moussa, peyamek şand û banga peydakirina jîngeheke piştgir û jêhatiniyên bingehîn ji bo ciwanan kir ku bigihîjin armanca xwe. Ji ber vê yekê jî girîng e saziyên ku projeyan pêk tînin hay ji girîngiya tevlikirina her du alî zayendan di vê çerxa aborî de hebin.