Di sala 2022’an de her roj 5 karkeran jiyana xwe ji dest dan

Meclisa ÎSÎG’ê rapora xwe ya li ser cînayetên kar ên sala 2022’an weşand. Li gorî raporê di sala 2022’an de hezar û 843 karkeran jiyana xwe ji dest dan 108 ji wan jin bûn.

Navenda Nûçeyan- Meclisa Tenduristiya Karker û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) rapora xwe ya li ser cînayetên kar ên di sala 2022’an de weşand. Di raporê de hat diyarkirin ku 108 jinan di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane. Ji kesên jiyana xwe ji dest dane 37 karker zarok in.

Di daxuyaniya ÎSÎG’ê de wiha hat gotin: “Di sala 2022’an de ‘herî kêm’ hezar û 843, her roj ‘herî kêm’ 5 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan. Di vê pêvajoyê de bi gelek gotinên weke 'Tirkiyeya Mezin', 'Tirkiyeya Nû', 'Aboriya Navxweyî û Neteweyî' polîtîkayên dij-karker ên neolîberal hatin gotin. Dema rûyê MUSÎAD, TUSÎAD, TÎSK û hwd. dikeniya, mûçe kêm bûn, tevgera sendîkayî û gelemperî tevgera kedê hat qelskirin, grev hatin qedexekirin, bajar veguherandin rantê, xweza hat talankirin û bi hezaran karker nikaribûn ji kargehên xwe vegerin malên xwe.”

‘Rêxistinbûyina sendîkal nîn e’

Mirin herî zêde di şaxên înşaet, çandinî û hwd. çêbû. Di van şaxên kar ên ku xebatên seatên dirêj, xebata giran, xebata bê sîgorte û her cure bêquralî heye de, hema bibêje rêxistinbûyîna sendîkal nîn e. Bi taybetî di sefera karkerên çandiniyê yên demsalî yên ber bi qadên ku lê dixebitin an jî ber bi zeviyê ve di sefera wesayîdên guhestinê yên ne guncaw, traktorên kevin, nebûna cihên stargeh-rûniştin-paqijkirina karkeran lêdana kêneya û hwd. sedemên sereke yên mirinê pêk tînin. Li aliyê din di sektora veguhestinê ku herî zêde mirina karkeran tê jiyîn de, karkeran ji ber qezayên trafîkê an jî krîza dil ên girêdayî şert û mercên kar jiyana xwe ji dest dan.

Daneyên ku di raporê de cih digrin ev in:

* Di sala 2022’an de herî kêm 55 kuryeyan di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan.

* Di sala 2022’an de 27 karkerên zarok ên 14 salî û biçûktir 27 û di navbera temanê 15-17 de 37 zarokên karker jiyana xwe ji dest dan.

* Di sala 2022’an de herî kêm 108 karkerên jin jiyana xwe ji dest dan.

* 99 karkerên ji 65 salî mezintir ku neçar in bixebitin jiyana xwe ji dest dan.

* Di sala 2022’an de 90 karkerên penaber jiyana xwe ji dest dan. Ji penaberên mirine ji sedî 43 Sûriyeyî û ji sedî 22 jî ji Afganistanê ne. Karkerên penaber bi giştî karkerên ji 16 welatan bûn.