Di bin siya koçberiyê de bi dirûtinê debara malbata xwe dike

Koçberên Girê Spî ên bi darê zorê ji bajarê xwe hatin derxistin di kampa Til El Semin a Reqayê di bin şertên zehmet de dijîn. Rexdaa Ebd El Hisên ji yek ji wan jinan e ku ji bo debara xwe bike karê dirûtinê dike.

YUSRA EL EHMED

Reqa- Li kampa Til El Semin a di sala 2019’an de hatiye avakirin koçberên Girê Spî yên bi darê zorê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî hatine koçberkirin bi salan di bi şert û mercên zehmet re derbas dibin. Koçberên jin ên di kampê de dimînin ji bo derbara xwe û malbata xwe bikin bi karên cûr bi cûr re mijûl dibin. Rexdaa Ebd El Hisên yek ji koçberên Girê Spî ye  û di karê dirûtinê dike bi hêviya vegera li ser mala xwe dijî.

Rexdaa Ebd El Hisên di pêvajoya dagirkirina bajêr  hevjînê wê birîndar dibe û wiha behsa serpêhatiya xwe dike: “Piştî topbarana û berdana guleyan li dijî sivîlan hevjînê min ji lingê xwe birîndar bû û di encam de kêlekên wî yên jêr pûç bûn. Ji ber hevjînê min wisa ye ez neçar mam kar bikim ji bo malbata xwe rakim û xwedî bikin her wiha dermanan ji hevjînê xwe re bikirim min bihîst ku dê werşeyeke terzîxane ji jinan re vebe min yekser navê xwe tomar kir. Ji dema ez biçûk bûm hezkirina min ji dirûtina cilan re hebû ji ber dayîka min di vî warî de ka dikir. Ji berê de jî nerîna min li ser dirûtinê hebû ji ber herdem li kêlek dayîka xwe rûdiniştim û min biryar da fêr bibim. Li kêlek hezkirina min ji dirûtinê re ew kareke gelekî guncaw e ji min re ji ber em dikarim di hundirê malê de kar bikim. Ez nikarim hevjîn û zarokên xwe bi tenê bihêlim ji ber wê ev kar ji rewşa min re gelekî baş e."

Nebûna kehrebe bandoreke neyînî li karê wê dike

Rexdaa Ebd El Hisên der barê zehmetiyên di karê xwe de dijî bi van gotinan anî ser ziman: “Dema kehrebe qut dibe ez nikarim li gorî tê xwestin kar bikim ji ber wê cilên xelkê li cem min demeke dirêj dimînin. Ev yek bandoreke neyînî li karê min dike. Hejmara jinên di kampê de di karê dirûtinê de kar dikin kêm e. Gelek jin hene neçar dimînin riyên dirêj derveyî kampê biçin ji bo cilên xwe bidirûn ji ber wê karê min ji jinan re gelek hêsan kir. Gelek jin cilên xwe tînin gel min."

‘Karê min ya dirûtinê bi serê xwe berxwedanek e’

Rexdaa Ebd El Hisên wiha gotinê xwe domand: "Tevî rewşa jiyanî û aborî zehmet di hundirê van kampan de ji serma zivistanê û germa havînê her wiha nebûna xizmetên tenduristî û perwerdeyê jî lê dîsa em li ber xwe didin û em ê li ber xwe bidin heta ku em vegerin ser mal û milkên xwe. Karê min ê dirûtinê bi xwe berxwedanek e. ez bi karê xwe îsbat dikim ku jin dikare û xurt e û dê rewşên zehmet wê neşkîne."

‘Jin hêza sereke ya civakê ye’

Rexdaa Ebd El Hisên di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku karê dirûtinê di milê derûnî de jî wê rehet dike û wiha pê de çû: “Karê min rehetiya derûnî û ewlehiyê dide min. Di demên ku ez bi zexta derûnî re rûbirû me ez li ser makîna xwe ya dirûtinê  rûdinêm û kar dikim. Ev yek alîkariya min dike ez ji rewşa xwe ya xirab di hundirê vê kampê de derkevim. Ez bang li hemû jinan dikim ku di van rewşên zehmet de li ber xwe bidin. Jin hêza sereke ya civakê ye ji ber vê di her şerî de herî zêde tên hedef girtin. Lê dagirker çi dike bila bike em ê tu carî teslîm nebin û em ê heta dawiyê şer bikin ji bo vegerin ser mal û milkên xwe."