Ciwanên Şarezûrê yên ku zanîngeh temam kirine neçar in di qadên cuda de kar bikin

Jinên ku zanîngeh temam kirine û bi fermî tayin nebûne, neçar mane piştî xwendinê di qadek din de kar bikin û jinên ciwan ên zanîngeh temam kirine û bi fermî tayîn nebûne dibêjin divê em nemînin li benda hikumetê û divê em bi xwe karê xwe bikin.

ASÛDE MEHEMED

Şarezûr- Li bajarokê Seyîdsadiq hejmarek zêde ya ciwanan zanîngeh temam kirine lê bi awayek ferî tayîn nebûne, ji ber nabûna derfetê kar yê ku wan ciwan xwendîne neçar dimînin di qadên cuda de kar bikin.

Bajarokê Seyîdsadiq biçûk e û tê de derfetên kar kêm in, jin neçar in ji bo dabînkirina jiyana xwe kar bikin û bi muçeyek kêm neçardibin bi xebitin, karên ku lê herêma Şarezûr û Seyîdsadiq hene piraniya wan karê di firoşgehan de firotina tiştan e û ew ji mûçeyê wê kêm e, jinên ciwan bi xwe dibêjin ew karê li bajarokan tên kirin heman kar li bajaran pereyê wê zêdetir e.

Rojîn Kerîm ev du sal in beşa jimêryariyê temam kiriye, ji ber nebûna derfetên kar ji aliyê hikumetê ve neçar maye di firoşgeha cil û bergan de weke karker kar bike û gilî li mûçeyê xwe dike û wiha dibêje: “Li Seyîdsadiq bi giştî kar kêm e, em nikarin di qada xwe de kar bikin, li firoşgehan de jî mûçeyê me kêm e û ne li gorî westandina me ye. Ne ez tenê bi vî awayî me, li Seyîdsadiqê bi giştî ew ciwanên ku zanîngeh temam kirine bi vî awayî ne.”

“Divê em li benda hikumetê nemînin em bi xwe kar bikin”

Viyan Ekrem 9 sal in zanîngehê temam kiriye û heta niha qet di qada ku xwendiye de kar nekiriye û bi xwe neçar maye bi xwe karê xwe bike û ji bo xwe cihekî dîrûtinê vekiriye û di wir de karê xwe dike û wiha besa karê xwe kir û got: “Nabe em bimînin li benda hikumetê heta ku me bi fermî tayîn bike divê her jinek bibe xwedî karê xwe, da ku bikare xwe li ser lingên xwe bigre û di aliyê madî de nemîne li benda kesê.”

Ev bi salan e gelek ciwan zanîngeh û peymangeh temam kirine û ev gelek sal in jî bi fermî tayînbûn ji aliyê hikumetê ve hatiye sekinandin. Ji ber wê jî her ciwanê ku zanîngeh temam kiriye dikeve xema peydakirina kar.