‘Beşdariya kêm a jinan di hêza kar de li ber pêşketinê dibe asteng’

Jinên Mexribê hê ji rastî cudakariya hêza kar tên. Ev rewş hem di civakê de û hem jî di qadên taybet de xwegihandina pozîsyonên lîdertiyê û cudahiya mûçe ya di navbera jin û mêr de zêdetir dike.

RAJA KHAYRAT

Mexrib – Pêkanîna edaleta pîşeyî di navbera jin û mêr de, ne tenê pirsgirêkek a maf e, di heman demê de neçariya aborî û civakî ye. Ji bo pêkanîna edaletek wiha, asta aborî ya welat û standartên gel zêde dike. Ji ber divê qadê de cudahiya zayendî xwe dayî der, ji bo jin beşdarî derfetên kar bibin û ji dûrxistinê werin parastin guherîn şert e.

‘Divê kampanyayên hişyariyê werin destpêkirin’

Seroka Rêxistina Karkerên Jinên Demokratîk a Mexribê Îman Ganimî ji ajansa me re axivî û diyar kir ku newekheviya xwe dispêre zayenda civakî, li pêşiya mezinbûna aboriyê asteng e û wiha got: “Ji ber ev rewş di sûdgirtina ji potansiyela jinan de asteng e. Divê jin li dijî qalibên ku pêşketinê asteng dikin têbikoşin. Bi vê armancê kampanyayên hişyariyê werin destpêkirin û têgînên wekheviya pîşeyî tevlî mufredatên perwerdeyê werin kirin, hişyariya nifşên nû zêde bike. Her çendî jin ji bo beşdariya hêza kar hewl bidin, hê li cihên kar rastî cudahiyê tên. Ev rewş jî bi awayê ku tevî di heman karan de dixebitin û cudahiya mûçe di navbera jin û mêr de di qadên taybet de xwegihandina erka asta bilind de zoriyên tê kişandin xwe didin der.”

‘Ev rewş binpêkirina destûra bingehîn a Mexribê ye’

Îman Ganimî da zanîn ku tevî van hemû geşedanan, li pêşiya pêkanîna wekheviya di navbera jin û mêr de di qadên aborî, civakî û cudakariya ku xwe dispêre zayenda civakê dibe astengiyek bingehîn û wiha got: “Ev cudakarî, newekheviya mûçe, di zoriyên ku xwegihandina pozîsyonên biryargirtinê sînordar dike ku jin di jiyana civakî de aktîf beşdar bibin û darazên qalib jî bi eşkere tê dîtin. Jin tevî ku di gelek karan de heman xebatê didin meşandin jî ji hevpîşeyên xwe yên mêr mûçe kêmtir digrin. Ev rewş binpêkirina eşkere ya peymana hejmara 100 a Rêxistina Xebatên Navneteweyî ‘di karê wekhev de bacê wekhev’e. Ev cudakariya bê bingeh, şikestina jinan a aborî zêde dike û ziyanê dide serxwebûna aborî. Ev rewş ne tenê mûçe, bandorê li avantajên weke cihê kar û firsendên perwerdeyê dike, ne tenê ne hevsengiya aborî ye, di heman demê de binpêkirina destûra bingehîn a Mexribê ku hatiye erêkirin û rêgezên navneteweyî ye.”

‘Jin rastî astengiyan tên’

Îman Ganimî destnîşan kir ku cihgirtina jinan di mekanîzmayên biryargirtinê de bi awayekî cidî sînordar e û got: “Her çendî jin xwedî erkên pîşeyî û akademiya têrker bin jî mezinkirina kêmaniyên teşwîqa di saziyan de û astengiyên çandî tê astengkirin. Ev jî dibe sedem ku jin ji pêvajoyên biryargirtinê dûr bênxistin û sazî jî rastî perspektîfên pir alî werin. Bi awayek zagonî her çend Mexrib hinek pêşketin qeyd kiribe, ji bo ev zagon bi awayek aktîv were pêkanîn zoriyên mezin dijîn. Mekanîzmayên kontrolkirinê lewaze û bi taybet di qadên teybet de destpêkê pazarê dikeve pêşiya hilgirtinên zagonî. Pêkanîna wekheviya zayenda civakî, ne tenê mefeke. Di aliyê mezinkirina aboriyê de jî elzem e. Ji bo xwegihandina vê hedefê, îradeyek net a siyasî, pêkanînên cidî û guherînên bi kok ên zîhnî divê. Ev jî ne tenê hiqûqî, di asta civakî û sazî de çalakiyên bi domînin pêwîst dike. Rêxistinên cuda yên jinan, beşdariya kêm ya jinan ya hêza kar, ziyanek girîng dide aboriya navnetewî. Sûdnegirtina jinan ji hêza kar windahiyek cidî ye.”

‘Cudakarî dibe sedema windakirina firsendên mezin’

Îman Ganimî di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt got: “Saziyên navneteweyî, (Banqeya Cîhanê, ILO, Foruma Cîhanê ya Aborî) diyar dikin ku ji bo girtina newekheviya jin-mêr, GSYH ji sedî 20 û heta sedî 30 wê zêde bibe. Rêjeya jinên Mexribê beşdarî hêza kar bûne ya jinan ji sedî 22’ye ya mêran jî ji sedî 70’ê ye. Ev cudahî, dibe sedem ku aboriya Mexribê firsendek mezin a mezinbûnê winda bike. Jin bi taybetî di qadên weke teknolojî û lêkolînên zanistî û hewldanê de hilberînek zêde nîşan didin. Lê belê dûrxistina wan a ji lîdertiyê û cudahiya mûçe motîvasyona wan kêm dike. Şîrketên ku jin lîder in performansa wan a fînansî ne ji sedî 15-û ji sedî 25 zêdetir baştir e. Di heman demê de cudahiya pîşeyî, daxwaza hundir, ji bo dahatek kêmtir bi dest bixe û hêza girtinê kêm dike. Sînordarkirin serxwebûna malî ya jinan, pêşkêşkirina sûda veberhênanên KOBÎ asteng dike.” 

‘Divê polîtîkayên jinan teşwîqî hêza kar dikin werin pêşxistin’

Îman Ganimî îfade kir ku bi dûrxistina jinan ji firsendên kar, xercên civakî yên dewletê zêde dike. Çavkaniyên ku bernameyên destekê li beramberî jinên bê kar, dikarîbû alî bide pêşxistina projeyan û got: “Li gorî Foruma Aboriya Dinyayê, girtina cudahiya zayenda civakê, di aboriya gerdûnî de ji 2025’an heta niha 12 trilyon dolar dikare bide qezenckirin. Li Mexribê beşdariya jinan ya hêza karan ji sedî 25 zêde jî bibe, di qewla navend de mezinkirinên bi lez dike û di têkoşîna li dijî xizaniyê rolek mezin dilîzin. Ji bo pêşîlêgirtina van windahiyan, divê polîtîkayên jinan teşwîqî hêza kar dikin werin pêşxistin. Mînak şîrketên ku mûçeyê wekhev dide, divê daxistina bacan bînin xwar, divê destek û krediyên ji bo hêzên hewldêr asan bikin, li cihên kar polîtîkayên kreş baş bikin. Dûrxistina jinan ji aboriyê tenê bi binpêkirina mafên wan re sînordar nabe, di heman demê de li pêşiya pêşxistinê astengiyek diyare. Bêyî pêkanîna wekheviyek rast wê aboriyek bi hêz ne gengaz be.”

‘Newekheviya mûçe binpêkirina mafan e’

Îman Ganimî di dawiya axaftina xwe de wiha got. “Daneyek sosret e heye li gorî Saziya Planên Bilind, cudahiya mûçe ji sedî 91 raste rast ji cudakarî, tenê ji sedî 9 çavkaniya xwe ji cudahiyên kesî digre. Ev dane radixe berçavan ku jin ji ber jinin mûçeyên kêm digrin. Ev ‘hilberadina jinan ya kêm’ di hilweşîne. Ji ber polîtkayên mûçeyê sazî dibingehê zayendî deye, kirdeyên wek têrker paş guh dixwin, kêmaniya pêkanînên zagonî, cudahiya çêkerî di teyîsîne. Ev cudahî ne tenê aborî, bandorên wê yên civakî jî mezin e. Li beramberî xizanî, şikestin û serxwebûna jinan astengiyek cidî ye. Ji bo ev cudahî derbas bibe, divê girîngî ji nêzîkatiyek berfireh re bê dayîn, divê ‘rêgeza wekhevî’ ku di destûra bingehî de cih digre, bi zagonan hawirdor re were destekkirin, ji bo hebûna jinan di qadên stratejîk de bi awayek malî perwerde werin bihêzkirin. Di heman demê de divê di mufredata perwerdê de hişmeniya wekheviyê were qezenc kirin û şîreketên ku xwedî pêkanînên adilane bi awayek aborî were teşwîqkirin. Newekheviya mûçe, ne tenê binpêkirina maf e, di heman demê li pêşiye pêşketinê jî astengiyek cidî ye. Newekheviya mûçe êdî ne bijartekek e, neçariyeke aborî ye.”