Berxwedêra Farplasê Meryem Onder: Em dixwazin wek mirovan bijîn

Yek ji karkerên Farplasê Meryem Onder ku ji ber sendîkavan e ji kar hat derxistin û li ber fabrîqeyê berxwedana xwe dimonîne, ji ajansa me re pêvajoya ku jiyane vegot. Meryem Onder diyar kir ku ew nikarin debara xwe bikin û daxwaza jiyana mîrovî dikin, anî ziman ku bi ewlehiya sendîkayê ji bo karê wekhev mûçeyê wekhev dixwazin.

ELÎF AKGUL
Gebze- Karkerên Farplasê yên ku ji ber sendîkalbûna xwe ji kar hatin avêtin, mehek li pey berxwedana xwe ya li ber fabrîqeya Gebzeyê hiştin. Li gel şert û mercên giran ên hewayê jî karker her roj bi daxwaza mafên sendîkal, bilindkirina mûçeyan, bidawîbûna mobîngê û ji karê wekhev re mûçeya wekhev, berxwedana xwe didomînin.
Meryem Onder jî yek ji jinên berxwedêr e. Meryem Onder a ji ajansa me re axivî, diyar kir ku ev pênç sal in li şerîkeya ku bi mûçeya asgarî lê dixebitin rastî mobîng, cudakarî û cudakariya zayendî ya civakî tên. Meryem Onder wiha got: “Navê min Meryem Onder e. Ez di lokasyon T2 de xebatkara ofîsê bûm. Ev 5 sal in ez li vir dixebitim û ev 5 sal in heta niha min zem wernegirtiye. Her kes bi mûçeya asgarî dixebite. Xebatkarên ku 15-20 sal jî dixebitin û xebatkarên nû dest pê kirine jî heman mûçeyê distînin.”
"Em nikarin debara xwe bikin”
Meryem Onder diyar kir ku ji ber qeyrana aborî zehmetî dikşînin û destnîşan kir ku her çend du kes li malê dixebitin jî nikarin debara xwe bikin.
“Hevjinê min jî dixebite, ez jî dixebitim. Ji bo ku ez werim ser kar divê ez zarokê xwe hem li kreş hem jî li gel nihêrvan bihêlim. Ji ber ku ez sê dewreyan dizivirim. Tiştek di destên me de nedima. Tiştek nedima. Ez tenê di vê rewşê de nîn im. Li vir hevalekî me yê zaroka wê astengdar e heye. Lênêrînek wî/wê ya taybet heye. Em nikarin bi tu awayî debara xwe bikin.”
"Li şûna jinên zana payeyê mêrên nezan zêde dikin" 
Meryem Onder dibêje ku jin bi cudakariyê re rû bi rû dimînin û axaftina xwe wiha didomîne: “Min 4 salan zanîngeh xwend jê mezûn bûm lê heta niha dema ku ez serî li cihekî didim, ji ber ku ez dayik im, ji ber ku ez jin im, dibe ku zarokên min nexweş bin, ez nikarim ji bo zarokên destur bistînim an jî hevalên me yên jin ên dibe ku bizewicin û herin nikarin paye bistînin. Em bi gelemperî wekî operator tên hiştin. Hevalên me yên ku operatoriya setûpê pir baş dizanin hene. Ev jî tenê ji ber ku bizewicin û zarokên wan çêdibin, asta wan nayê bilindkirin. Li şûna wê hevalek me yê nezan ku nû dest bi kar kiribû girtin. Min jî di pêvajoya derbasbûna buroyê de serlêdan kir. Dîsa ji ber ku ez jin bûm nehatim girtin. Li şûna min xebatkarek mêr girtin. Lê ji ber xemsariya xebatkarê mêr û nikaribûn xebatkarek din ê mêr peyda bikin, neçar man min bigrin. Di dema girtina kar de, bi taybetî hişyariya ku 'ger zaroka te nexweş be jî em bêdom naxwazin' kirin. Lê ji ber ku ez hinek din bilind bibim û hinek din tişt fêr bibim neçar bûm  bibêjim 'Temam'. 
“Soz ji me re hatibû dayîn ku em ê ji kar neyên avêtin” 
Meryem Onder anî ziman ku wan di 19'ê Çileyê de li hemberî van hemû pirsgirêkan di her dewreyek de saetek çalakiya rawestandina kar pêk anîne.
“Ji bo ku em hev biparêzin di her dewreyek de saetek dest ji kar berda. Em di 20’ê mehê de ji bo bi CEO’ê re biaxivin hatin vir. Serokên koma me hinek ji me şandin. Gotin, 'Dê CEO’ê bi we re biaxive dakeve jêr û herin lokasyona T1'. Dema em hatin vir, CEO’yê ev roj soz da me ku dê 4 meaş îkramiyeyê bide me û ji ber vê sedemê kesên ku hatine vir ji kar nayên derxistin.” 
“Em ji karê wekhev re mûçeyê wekhev dixwazin”
Meryem Onder dibêje ku ji ber berfê qutkirina gaza xwezayî kar rawestiyaye, diyar kir ku rojek beriya wê hemû berstûkên spî û CEO’yan makîne bi makîne geriyan û gotine ku ger dîsa bi sendîkayê re tevbigerin an jî têkoşîna xwe ya ji bo mafan bidomînin dê ji kar bên avêtin.
Meryem Onder dibêje “Em hemû di 24’an mehê de xebitîn. Di 25'ê Adarê de ji ber barîna berfê û qutbûna ceyranê me hemûyan ‘yên balê dikşînin’ derxistin betlaneya îdarî" û diyar dike ku li ser vê yekê ji bo otêlên cuda gazî wan kirine û dûre wan ji kar derxistinê û wiha domand: “Em ji vê rojê heta îro têkoşîna xwe didomînin. Me ji xwediyê kar tiştekî zehmet nexwest, me tenê xwest em bi mirovî bijîn. Me mafê xwe xwest. Me xwest em bi newekhêviyê re rû bi rû nemînin. Xebatkarên ku midûrên me diecibandin û ji wan hez dikirin mûçeyên zêde digirtin. Lê belê hevalên me yên ku timî mesaî dikirin û di makînên giran de dixebitîn, mûçeya asgarî digirtin. Vê rewşê me westand. Beriya vê jî têkoşîna sendîkal çêbû lê heta niha têkoşîneke ewqas mezin çênebûye. Em ji karê wekhev re mûçeyê wekhev dixwazin. Em tiştekî pir zêde jî naxwazin. Em di şert û mercên giran de, bi mûçeya asgerî dihatin xebitandin. Ev ne beranberî xebata me bû. Dema me ev tişt ji xwediyên kar re got, gotin “em edî çi bikin, fabrîqe jî li ser çêbikin?’ Di hundir de hin hevalên me yên ku rastî zextên rêveberên tîmê tên hene. Ji ber vê yekê hevalên me yên ku ji kar derdikevîn hene. Bi rastî jî me xwest em bi mirovî bijîn û nêzîkatiyên mirovî bibînin.”
“Divê em bibin yek” 
Meryem Onder bi gotinên; "Em dixwazin mafên me bi ewle bin" wiha diaxivê: "Her çend niha xwediyê kar sozê dide me jî ew ê tu carî vê soza xwe negire. Êdî baweriya me bi wî nayê. Em dixwazin mafên me bi peymanên giştî bên ewlekirin û em dixwazin bi sendîkaya xwe re bikevin hundir. Sedema têkoşîna me ev e. Em karker in, di encamê de bi tena serê xwe dengê me dernekeve divê em bibin yek. Divê em bê tirs werin cem hev. Yekane hêza me ya li dijî sermayeyê yekbûn e.”