Bi berhemên destan karê xweser ava kir

Ibtîhal Mehmûd a 34 salî ji gundê Til Şiîr a girêdayê navçeya Tirbespiyê yê bajarê Qamişlo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Bi berhemên destên xwe û berhemên ku bi morîkan çêdike ji xwe re karê xweser ava kiriye.

ZEYNEB ÎSA

Qamişlo- Jinên Kurd bi hunera karên destan kevneşopiyên xwe diparêzin. Ibtîhal Mehmûd jî jineke Kurd e bi temenê xwe 34 salî ye ji gundê Til Şiîr ê girêdayê navçeya Tirbespiyê ya bajarê Qamişlo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Ev demek e bi hunera destan re mijûl dibe. Ibtîhal Temo têkildarî karê xwe ji ajansa me re axivî.

‘Dema ku berhemên destan çêdikim pir kêfxweş dibim’

Ibtîhal Mehmûd behsa destpêka karê xwe kir û got: "Min di dibistana hunerên bedew de dixwend. Bi riya xwendinê, ez fêrî berhemên destan bûm. Dema ku berhemekî bi dest çêdikim, pir kêfxweş dibin. Berhemên bi destan tên çêkirin, rojên zarokatiya me tînin bîra me. Dayika me çawa ji me re di cejna Newrozê de tiştên xemlandinê amade dikir. Ez jî li ser wê şopê dimeşim. Dema ku dibe cejna Newrozê yan 8’ê Adarê tiştên xemilandina jinan amade dikim. Weke êleg kum û kofiyan û hwd. Carna gelek kes daxwaza bazin, zincîr û zincîrên zarokan dikin. Piraniya berhemên xwe li ser malpera xwe ya medyaya dîjîtal difroşim. Milet pir ji berhemên destan hez dike ji ber ku ev kevneşopiya me Kurdan e."

Ibtîhal Mehmûd behsa amûrên ku pê kar dike û di destpêkê de di çi zehmetiyan re derbas bûye kir û wiha berdewam kir: "Zehmetiyên ku min dikişand ew bûn ku amûrên min pê kar dikir zû bi zû peyde nedibûn. Ya duyem amûr pir beha dibin, ji ber vê yekê zehmetî dihatin kişandin lê bi demê re, em wan zehmetiyan derbas dikin. Amûrên ku ez pê kar dikim derzî, tayê lastîk, tayê normal, sinare û tayê rîs e. Bi tayê rîs kum, lefahî, yelek, çente û gelek tiştan çêdikim. Ez dixwazim di pêşerojê de pêşangeheke hunerî ya berhemên destan vekim da ku em hemû berhemên xwe tê de derxim bazarê û kevneşopiyên xwe biparêzin."

‘Min du pêşangeh li navçeya Tirbespiyê vekirin’

Ibtîhal Mehmûd bal kişand ser perwedeyên ji bo berhemên destan ku didan zarokan û jinên ciwan û xwest ku hemû jin fêrî berhemên destan bibin, vê çandê biparêzin û wiha bi dawî kir: "Demek  min di qada çand û hunerê ya navçeya Tirbespiyê de kar dikir. Li wê derê min perwerde dida jinên ciwan û zarokan fêrî berhemên destan dikir. Du pêşangeh min li navçeya Tirbespiyê vekir û bi berhemên xwe û yên şagirdên xwe tevli bûm. Dixwazim pêşangehên mezin li bajarên me werin vekirin. Ji bo ku her jin berhemên destên xwe nîşan bide, eleqe çêbibe û ev kevneşopî were parastin."