Di encama têkoşîna Elîf û jinan de Adem Tayurak hat girtin

Têkoşîna jinên ku piştî keça Ayşe Tayurak a di bin navê "xwekuştinê" de li Farqînê bi awayê bi guman jiyana xwe ji dest da gihîşt encamê. Di encama çalakiyên bi gotina ev "Ne xwekuştin e, cînayet e”, ên çend roj bûn didomiyan, Adem Tayurak ê ku duh hatibû binçavkirin hat girtin û şandin girtîgehê.

Amed – Elîf Tayurak, keça Ayşe Tayurak a ku di 8’ê Hezîranê de li navçeya Farqînê di bin navê "xwekuştinê" de bi guman jiyana xwe ji dest da, ji ajansa me re axivî û banga hevgirtinê li hemû jinan kir û got; "Ne xwekuştin e, cînayet e.” Jinên ku li ser banga Elîf çûn Farqînê diyar kirin ku heta edalet pêk were ew ê têkoşîna xwe bidomînin. Wekî din, ji çar aliyên Tirkiyeyê, jinan çalakiyek li ser medyaya civakî kirin û xwestin ku hevserê wê Adem Tayuarak ku destê wî di mirina Ayşe Tayurak de hebû, were girtin.
Zarok piştrast kirin ku bavê wan derman daye wan
Têkoşîna jinan a keça Ayşe Tayurak, Elîf Tayurak encam da. Adem Tayurak ku di 8’ê Tîrmehê de li beramberî bertekan, bi îfadeyên zarokan hat binçavkirin, piştî ku îfadeya wî li Farqînê hat girtin ew şandin Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Amedê. Di daxuyaniyên zarokan de, hate hînbûn ku bavê wan derman daye wan û ew nekaribûne wê şevê şiyar bibin. Di nûçeya duh di ajansa me de hat weşandin de, dayika Ayşe Tayurak jî piştrast kiribû ku Adem Tayurak derman daye neviyên wê û ew razandine.
"Dê mafê dayika min li erdê nemîne" 
Keça Ayşe Tayurak Elîf Tayurak li ser hesabê xwe yê medyaya civakî binçavkirinê bi van gotinan parve kir: "Şukur ji Xwêdê re qatil hat girtin. Em ê di demek kurt de bibînin ka ê ew cezayê muebdedê bigre yan na. Mafê dayika min dê li erdê nemîne."
Hat hînbûn ku rapora otopsiyê ya dosyaya biryara nepenîtiyê li ser heye hê derneketiye.