Zeynep Celaliyan tenê ji ber kurdbûn û daxwaza mafên xwe dikir tê girtin

Çalakvana siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan yekane girtiya siyasî ya Îranê ye ku bi cezayê muebetê hatiye mehkûmkirin, bi salan e rastî îşkence û sigûnkirine tê.

ŞAHLA MUHEMEDÎ
Navenda Nûçeyan- Çalakvana siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan yekane girtiya siyasî ya Îranê ye ku bi cezayê mubetê hatiye mehkûmkirin, bi salan e rastî îşkence û sigûnkirine tê. Parêzer Shirin Ebadî destnîşan kir ku Zeynep Celaliyan ji hemû mafan bêpar hatiye hiştin.
Parêzer Shirin Ebadî derbarê Çalakvana siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan a yekane girtiya siyasî ya Îranê ye ku bi cezayê muebetê hatiye mehkûmkirin wiha dibêje: "Zeyneb Celaliyan girtiya siyasî ya Komara Îslamî ya Îranê ye û bi cezayê herî giran hatiye darizandin. Jinêke ku di temenekî biçûk de bi neheqî bi îdamê hatiye darizandin û ji darizandina bi pere bêpar hatiye hîştin.”
Zeyneb Celaliyan di pêvajoya 3 salan de ji mafê derketina ji girtîgehê bêpar maye
Parezer Shirin Ebadî destnîşan kir ku ew ji cezaya muebetê ya ji aliyê rayedarên Îran’ê ve ji bo Zeynep Celaliyan hatiye birîn ne razî ne û bêyî ku agahiya wê û malbata wê hebe bi surgûnkirina girtîgehekê din mafên wê hatiye binpêkirin. Shirin Ebadî derbarê mafê derketina Zeyneb Celaliyan ji ber xerabûna rewşa wê ya tenduristiyê jî wiha got: "Zeyneb Celaliyan di pêvajoya 3 salan de ji mafê derketina ji girtîgehê bêpar maye, tenê bi demkî destûra nexweşiyê dane, lê razî nebûne ku ji girtîgehê derkeve.”
“Zeynep Celaliyan ji hemû mafan bêpar hatiye hiştin”
Shirin Ebadî di wê baweriyê de ye ku mafê dermankirina bijîjk, girtina li cihê tawanê û nêzîkbûna mala malbatê ji wan mafên bingehîn in ku divê her girtiyek jê sûd werbigre, lê zeyneb Celaliyan di pêvajoya şeş salên xwe de ji wan mafan bêpar hat giştin.”
“Tenê ji ber kurdbûn û daxwaza mafên xwe tê girtin”
Shirin Ebadî bal kişand ser wê yekê ku Îran bi îşkencekirin û dersînorkirina Zeyneb Celaliyan, dixwaze tirs û xofê di nav çalakvanan de çêbike û got: "Eger hûn li mafên xwe bigerin, dê hûn rastî wan tiştan werin.” Shirin Ebadi xemgîniya xwe ya ji ber hovîtiya ku li Zeyneb Celaliyan hatiye kirin anî ziman û wiha got: "Ez xemgîn im, lê divê bibêjim ku zordestiya herî mezin li dijî gelên Îranê tê kirin, yanî tişta ku Zeyneb rastî wê tê, tenê ji ber kurdbûn û daxwaza mafên xwe ye.”
“Girtî nikarin mafên xwe fêr bibin”
Parêzera xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Shirin Ebadî di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku Komeleya Berevanên Mafên Mirovan pirtûkek bi navê "Di nav mafên tawanbaran de" ku mafên girtiyan ronî dike weşand û wiha dom kir: "Girtî nikarin pirtûkê bixwînin ku mafên girtiyan fêr bibin.Desthilatdarî bi kiryarên xwe yên li dijî Zeyneb Celaliyan a ku li mafên xwe digere, dixwazin wê bikin neynika aktîvîstên din da ku kes li edaletê negere.”