Ji hêla rejîma Îranê ve jina binavê Dunya Weysî hate revandin
Bi boneya çaremîn salvegera şoreşa "Jin Jiyan Azadî" re, rejîma Îranê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê zextên xwe girantir kirin; di vê çarçoveyê de li Dîwandereyê welatiyek bi navê Dunya Weysî ji aliyê hêzên îstîxbaratê ve rastî tundiyê hat û hate revandin
Navenda Nûçeyan – Hate ragihandin ku bi boneya salvegera çaremîn a şoreşa "Jin Jiyan Azadî”, li bajarên seranserê Îran û Rojhilatê Kurdistanê, zext û tedbîrên ewlehiyê zêde bûne.
Li gorî agahiyên ji aliyê rêxistinên mafên mirovan ên li Rojhilatê ve hatine parvekirin, Dunya Weysî ya 30 salî ya xelka Dîwandereyê duh ji aliyê hêzên îstîxbaratê yên girêdayî Muhafizên Şoreşa ve rastî tundiyê hatiye û piştre hatiye revandin.
Hate diyar kirin ku hêzên rejîmê beriya binçavkirinê çend caran gef li Dunya Weysî xwarine û heta niha agahî jê nayê girtin.