Yek ji pirsgirêkên civakî yên sereke: Kurtaj
Li gelek welatên cîhanê hîna jin têkoşîna mafê kurtajê dimeşînin û gelek caran ev hewldanên wan rastî nêrînên dijber tên. Jin bi kevneşopiyên adet û texalîtan tên gunehbarkirin û sezadan.
Navenda Nûçeyan- Komîteya Neteweyên Yekbûyî li ser vê mijarê diyar kiriye ku zagonên li dijî jinan û mijarên girêdayî wan dihêle ku jin ji warên civakî û malbetî bên durxistin, ev yek jî zagoneke li dijî jinê û jiyana wê ye. Her wiha der barê vê pirsgirêkê de Rêxistina Amesty a Navdewletî diyar kiriye ku her kes der barê jiyan û bedena xwe de xwedî biryar e û hewce ye biryara anîna zarokan jî li gorî nêrîna jinan bê destgirtin.
Zagonên der bare kurtajê de
Ango kêferat, yek ji pirsgirêkên herî mezin di nav civakan de tê arîştin û bûye mijara nîqaşê ye. Wekî tê zanîn heya di nav dewletên pêşketî de jî pîrsgirêkeke herî bi sûc xwe dide der, ev yek jî her wiha vedigere hin nirxên civakî yên ku bi hişmendiya zilam hatine avakirin. Li gorî hişmendiya serdest a ku xwe di nava civakê, ol û siyasetê de jî bi heman şêweyî nîşan dide teşe girtiye. Bi vê boneyê di sedsala 19’an de zagona kurtajê ji aliyê hinek bijîşk û koman ve hat qedexekirin, di sedsala 20’an de hinek din biryarên nermtir der barê vê mijarê de hatin derxistin.
Wekî tê zanîn dawiya salên 1960’an û destpêka salên 1970’an jin li hemberî van zagonên hişk ên der barê kurtajê de derketin. Di sala 1973’an de dadgeha bilind a dewletên yekbûyî yên Amerîkayê teqez kir ku dê destûrên li dijî kurtajê betal bike. Tevgerên jinan li hemberî nêzîkatiyên pergala serdest a li ser bedena wan têdikoşin û bi biryar in li tenduristiya xwe xwedî derkevin.
Li welatên rojava kurtaj
Li gorî lêkolînên li ser vê pirsgirêkê hatine kirin tê dîtin ku tevliheviyeke di navbera zagonên dewletên rojava û Ewropayê de heye. Ev cudabûn em dikarin wiha rêz bikin… Li gorî hin dewletan kurtaj yek ji sûcên herî giran e, ku jin û bijîşk ji ber tên cezakirin. Wekî dewleta Silefedor ku bajarê herî xwedî zagonên hişk û tund e, ger jinek zaroka xwe ji ber xwe bike cezayê zindanê ji 30 heta 50 salî lê tê birîn. Lê dema ku di destpêka ducaniya xwe de be ji du heya heşt salan ceza lê tê birîn. Her wiha bijîşk jî dibin hevkarên sûcê wê û heya bi dozdeh salan ceza dikin… Hinek deverên dine jî hen ku xilaskirina jinan ji ducaniyê wekî qetlekê diyar dikin û ceza li wan tên birîn. Bêyî ku bandorên neyînî li ser tendirustiya dayik û zarok bike li ber çavan bigirin kurtajê qedexe dikin.
Di nav van dewletan de jî Malta ku weke dewleta herî pêşketî di azadiya cinsan de xwe dibîne kurtaj tê qedexekirin. Heya ku jiyana dayik û zarok di xeterê de jî be bi heman şêweyê ye. Heya tê diyarkirin ku ew jin ji aliyê cinsî ve hatibe tecawizkirin jî zagon rewşekî cuda dide nîşandan lê jêxilaskirin û kurtaj qedexe ye û di vê rewşê de jin mecbûr e wê zarokê bîne dinyayê.
Di rêzê de jî Hundoras bajarê ku li gorî zagonên baweriya katolîk a dide diyarkirin ku mafê her zarokê heye bê dinyayê û di bin çavdêriya zagonan de bê parastin. Dema ku jin zaroka xwe ji ber xwe bike tevî bijîşkê ku pê re bûye alîkar di navbera 3 – 6 salan de cezayê girtîgehê li wan tê birîn. Bi vê hişmendiya mêrê serdest ev pirsgirêk dibe sedema bêmafiya li jinan tê kirin.
Hinek dewlet jî hene zagonên xwe li hemberî vê pirsgirêkê nermtir kirine. Wekî dewleta Siwêd ku radigihîne, mafê jinan heye ku ducaniya xwe betal bike, piştî ku raporên der barê tendirustiya xwe de bide çêkirin û pêşkêşkirin.
Îspanya dewleta herî zêde biryara kurtajê ji jinan re hiştiye lê divê temenê ducaniya wê 14 hefte bin û hewcedariya rewşên cuda de jî pêwîst nake, li gel ku zagonên dêrên katolîk jî digirin ber çavan. Siwîsre jî ev rewş daye ber çavan û erê kiriye.
Kurtaja ne ewle
Di nav van biryar û zagonên cur be cur de rewşekî neynî helbet di nav civakan de tê belavkirin, ew jî bêguman kurtajan ne ewle ye. Wekî tê zanîn ku jin di nav sînorên civakî û zagonên dewletê de hatiye zincîrkirin lewre gelek bûyerên bi êş an riyên ne ewle dibe sedema nexweşiyên giran an jî dawî li jiyana wan bê. Sedemên ku dihêle jin li riyên newle bigerin ew civak û edetên wê ne ku navê bênamûsiyê li wan tê kirin.
Dema ev pirsgirêk dikeve destê kesên kêm zanîn û emeliyatên wiha didin çêkirin dibin sebeba jêkirina malzarokê, ev alozî hîn bi xwe re pirsgirêkan derdixe û mezintir dikin.
Dewletên Rojhilata Navîn bi taybetî dewletên ereban vê mijarê hîn zêdetir heşk digirin. Jin di nav zagonên welatên Rojhilata Navîn ên civakî, olî û zîhniyeta tundrew de qeyranekê dijîn. Li gorî hin jêderên ragihandinê hijmara jinên ku serî li jiberkirina ducaniyê bi rêbazên dizî û ne ewle didin gelek zêde ne. Di cîhanê de dewleta Mexrib ji bo astengkirina mafê kurtajê di rêza heştan de ne. Li gorî heman jêdera ragihandinê di navbera 600- 800 de emeliyat tên kirin. Di van emeliyatan de jî hijmara jinên ku jiyana xwe ji dest didin ji sedî 5,5 in. Her wiha hatiye teqezkirin ku li cîhanê 56 milyon rewşên kurtajê çêbûne, ji wan jî ji sedî 45 jî ne ewle ne. Dîsa li gorî heman jêderê hatiye ragihandin ku ji sedî 5 emeliyet li gorî rewşa awarte ger zarok ji tecewizê be zagon derfeta xilasbûna ji zarokê dide.
Misir û Iraq jî dewletên ku kurtajê qedexe dikin in. Behrên û Tunus jî weke mafekî jinê rewa dikin li ser asta dewletên ereban cihê xwe di rêza duyemîn de digirin. Lê divê ducanî ji sê mehan zêdetir nebe. Herî zêde jî jinên ku derfetên wiha tunebin serî li dermanên kevin didin, ev jî dibe sedema xwînherikandina zêde ango nezîf ku encamên wê gelek caran mirin e.
Tirkiye jî di nav dewletên ku mafê kurtajê rewa dikin de ye lê di warê pratîkê de tu rewakirin nine. Kuwêt jî rewa dike lê tenê ger xeterek li ser jiyana jinê hebe û ger jinek hatibe
tecawîzkirin dikare ji vî mafî sudê bigire.
Weke hate xuyakirin hijmara jinên kurtajê dikin bi giştî nayê zanîn, ji ber ku jinên kurtajê bi dizî dikin an jî bi xwarina dermanekê dixwazin xwe ji van êşan rizgar bikin ne diyar in...