“Rejîma Îranê heta niha bi hezaran kes darvekirine û di gorên komî de veşartine”

Li Îranê ji sala 1980’an ve zagona darvekirinê xistine meriyetê. Di nava 40 salan de bi hezaran kes darvekirine û di nava gorên komî de veşartine. Heta niha jî darvekirin berdewam dike, bi salane gelek kes ji ber sedemên siyasî û ayînî tên darve kirin.

ŞEHLA MEHMÛDÎ-SARA URMIYE
Navenda Nûçeyan- 10’ê Cotmehê Roja Navnetewî ya li hemberî Cezayê Darvekirinê hatiye pejirandin. Bi vê wesîleyê sala 2003’an li hemû welata sezayê darvekirinê rakirin, lê belê li welatak weke Îranê darevekirin sal bi sal zêdetir dibe û bi van kirinên xwe di  rêza yekem dene. Ji sala 1980’an ve darvekirin li Îranê heye û di nava 40 salan de hejmarek zêde darvekiriye. Ji meha Tebaxê heta Îlona sala 1988’an bi hezaran girtiyên siyasî û ayînî yên bê suc li girtîgehên Komara Îslamî hatin darvekirin û di nava gorên komî de hatin veşartin. Heta niha jî darvekirin berdewam dike û salane gelek kes ji ber sedemên siyasî û ayînî tên darve kirin. Roja Navnetewî ya li hemberî Cezayê Darvekirinê me li gel malbatên xizmên wan hatine darvekirin re hevditin kir. Lade û Lale Bazirgan, xuşkên Bijen Bazirgan ku di sala 1988’an de ji aliyê Îranê ve hatî darvekirin, li dadgeha wê de Hemîd Nurîda amadebû. 
“Dayika min a çav li rêya birayê min bû bi qeyîrana dil çu”
Çalakvana mafê mirovan û parêzer Laden Bazirgan wiha behsa birayê xwe dike: “Birayê min aligirê sendikaya Komara Îranê bû, di Tirmeha 1982’an de hat girtin û piştî dû salan sezayê 10 sal girtigehê dane. Her çendî dadgehê sezayê girtigehê pejirandibû jî lê belê Bîjen ji weke girtiyên dinê darve kirin, şeş sal û sê mehan di girtegê de ma mixabin di komkojiya girtiyên siyasî de di sala 1988’an de darvekirin. Dam hatî girtin me çar mehan tu xeberek jê negirt. Ew ji bo ditina hevalên xwe ji mal derketbû û êdî ne vegeriya. Demek dirêj çavê dayika min li rêya birayê min man ma, lê nema êdî dît. Wê demê temenê dayika min 46 salî bû qeyîrana dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da.
“Mixabin mafê mirovan weke amrazek siyasî kar dike”
Laden ku di wê demê de 9 salî bû tiştên dîtî wiha zanî ziman: “Di sala 1980’an de bi belavkirina wêneyên tazî yên darvekiriyan tirs bi xelkê re çêdikirin û hewl didan wan weke terorîst, qaçaxçî û kujer bidin nasîn. Malbatên wan gelek caran radigiandin ku ji ber tewana siyasî hatine darvekirin. Kurê xalê min Ferburs Danşwer di sala 1980’an de di xwepêşandanekê girtin û êdî kesê wî nedît. Piştî demekê nuçeya darvekirina wan di rojnameyê de belav kirin. Hemû tewanên di cihanê de bandora wan heyî ji bo 53 kesan rêz kiribûn. Kurek 18 salî ku bejdarî xwepêşandanê bûye çawa dikare van hemû tewanan bike? Tenê ji bo wan darvebikin hemû sucên di diniyayê de heyî li ser wan rêz kiribûn û wisan jî kirin.”
Laden bilêv kir ku hikumeta Îran ne hikumete weke xelîfetekî Îslamê ku pêşiya DAÎŞ û Talîbanê ye û wiha domand: “Hikumeta Îranê 40 sale weke hikumeta niha ya Taliban li Avganistanê ye. Nabe ku çavê me bimine li welatên biyanî, divê em bi xwe rabin vê hikumetê bidin sekinandin. Mixabin mafê mirovan weke amrazek siyasî kar dike. Divê em hemû li beramberî kuştina mirovan bisekinîn. Mafê jiyanê mafê herî mezin ê mirovane û tu mirov heq li kuştina mirovek din nîne sedemê çibe jî. ”
“Darvekirin yasaya tundutujiyê ye”
Çalakvan Lale Bazergan da zanîn ku darvekirin yasayek tundutujiyê ye û wiha berdewam kir: “Em dibînin ji ber vê tundutujiya şerîyeta Îslamê ye ku pêvegirêdayî di civakê de gelek tundutujiyên dinê tîne. Divê dawî li sezayê darvekirinê were, ji ber darvekirin karek dijî mirovatiyê ye. Ger ne kuştina mirovan bibe yasa wê darvekirin ji hilweşe. Ji ber wê darvekirin çi siyasî û tiştek din be dibe sedemê ruxandina malbatan. Divê dawî li yasya Îslamê were. Li vê dadgehê serok Hemîd Nurî weke îşkencekar tê nasîn. Nabe ku em bêdengbin, dikarin di medya û torên civakî de bang bikin binivîsin û behsa heskirinê bikin û di encamê de divê em xelkê agahdar bikin daku serokek kujer nepejirînin.”
“Zaniyarê min ji birayê xwe re gotibû dê wan darvebike”
Îqbal Muradî bavê Zanyar Muradî çalakvanê siyasî bû, ji ber wê malabta Zanyar ji ber gefên rejîma Îranê neçar man ji Rojhilatê Kurdistanê koçî Başûrê Kurdistanê bikin, lê belê Zanyar li gel wan nehat û li bajarê xwe ma. Zanyar Muradî piştî heft salan li girtîgeha Recaî ya bajarê Kerec di 8’ê Îlona 2018’an de hat darvekirin. Dayika Zanyar Muradî û hevjîna Îqbal Muradî ku ji aliyê rejîma îranê ve hatin qetilkirin Amîne Mehmûd wiha behsa girtina kurê xwe dike: “Zanyar di sala 2008’an de hat girtin û nêzî 9 mehan girtî ma.” 
Dayika Zanyar di derbarê darvekirina kurê xwe de wiha got: “Tu tewanên Zanyar nebû ji ber kurê çalakvanê siyasî bû, beriya Zayar û Loqman werin darvekirin dest bi gireva birçîbûnê kiribûn. Roja înê di saet 11’ê  de dema em çûn serdana wan Zanyar û Loqman di gireva birçîbûnê debûn. Di wê demê de roja sêşem û duşemê roja serdana girtiyan bû, lê belê roja înê banî malbata Loqman kiribûn ew jî ketin gomanan ji karmendekê pirsîn karmend got wan wê wana bibin girtîgehek din lê belê Zanyar ji birayê xwe re gotbû wê di saet 2’an de wan darvebikin û ev tişt ji birayê xwe re gotibû: ‘Bi senariyoyekê tewanê kuştinekê xistine ser stuyê min û Loqman, lê belê hemû kes dizanin agahiya me ji vê buyerê nîne, tenê sucê min ewe ku ez kurê çalakvanek siyasî me.’ Zanyar û Loqman weke girtiyên siyasî darvekirin û heta niha jî cenayezê wan nedane malabata wan, ew jî weke beşek ji yên bê cih yên rejîma Îranê û tu deman destûr nedan ku malbatên wan biçin ser gorên wan û bigrîn. Piştî salekê bavê Loqaman û kurê min em çûn parlemenê da ku em cenaze bigrin, lê belê bersîva nerênî dan û gotin emê peywendiyan li gel bikin eve dû sale tu tiştek ne gotine û bi me re ne axivîne.”
Amîne da zanîn ku rejîma Îran ji nerazîbûn û xwepêşandanan di tirse ji ber wê cenaze nade wan û got: “Sîstema Komara Îslamê  ji cenazeyê şehîdan di tirse. Komara Îslamê netewên Ereb, Kurd, Farîs, Tirk û Belucî her kesê ku aktîv be û daxwaza mafê xwe yê rewa bike tên girtin, piştî demek dirêj di girtîgê de dimînîn darve dikin yan jî heta heta girtî dimînîn. Da ku êdî tu kes nekare li beramberî wan bisekine. Ez wek dayik daxwazê ji tevayî dayik û bavên qurbaniyên rejîma Îranê dikim ku li beramberî rejîma Îranê serî ne tewînin.”