Valantîna Ebdo: Divê mafên jinan di destura Sûriyeyê de werin misogerkirin
Hevseroka Ofîsa Rêxistinî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Valantîna Ebdo der barê rola jinan di destûra Sûriyeyê de axivî û got: “Pêwîst e mafên jinan di destura nû de bên parastin û rola jinan di entegrasyona demokratîk de hebe.”
NEXEM ÇAÇAN
Qamişlo – Di nava daxwazên ji bo wekheviyê û temînatên destûrî yên parastina mafan de, jinên Sûriyeyê diyar dikin ku divê di avakirina pêşeroja Sûriyeyê de rola wan hebe, xwedî biryar bin.
Hevseroka Ofîsa Rêxistinî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Valantîna Ebdo der barê rola jinan di destûra Sûriyeyê de ji ajansa me re axivî.
Valantîna Ebdo bal kişand ser tifaqa ku di 29’ê Çileyê de di navbera QSD’ê û hikumeta demkî de hat îmzekirin û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Rojhilata Navîn bi taybetî Sûriye, di rewşên hesas û guhertinên dîrokî re derbas dibin. Tifaqa 29’ê Çileyê di rewşeke hesas, şer, şert û mercên zehmet de û ji bo ku rê li ber qirkirina gelê Kurd were girtin, hat îmzekirin. Her wiha ew tifaq di meriyetê de ye û bendên wê tên pêkanîn. Rast e; gav dereng tên avêtin lê gavên erênî ne, bi taybetî di aliyê dîlgirtiyan û vegera koçberan de.
Pêwîst e rola jinan di entegrasyona demokratîk de hebe
Valantîna Ebdo diyar kir ku pêwîst e mafên jinan di destûra nû ya Sûriyeyê de bên parastin û wiha domand: “Di pêvajoya nû de rola jinan wekî berê nehatiye dayîn, zihniyetek hişk tê pêkanîn. Ger ev zihniyet berdewam bike wê xeter li ser projeya jinan çêbibe. Jinan ji destpêka Şoreşa Rojava ve heta roja îro di hemû qadan de roleke girîng lîstine. Pêwîst e rola wan di entegrasyona demokratîk û pêvajoya nû de hebe. Pêwîst e mafên jinan bên parastin di destûra nû ya Sûriyeyê de. Di tecrubeyên dîrokî yên Sûriyeyê de, mafên jinan şeklî dihatin dayîn, xwedî biryar nebûn. Ji ber vê yekê jin di wê metirsiyê de ne ku careke din bi sînordariyeke paşverû ve werin astengkirin.”
Sîstemên heyî ji pêşketin hêz û îradeya jinan ditirsin
Valantîna Ebdo tekez kir ku pêwîst e mafên jinan di destur û pêşeroja Sûriyeyê de bi zelalî werin dayîn û misogerkirin û wiha pê de çû: “Sîstemên heyî ji pêşketin, hêz û îradeya jinan ditirsin, ji ber ku civakek demokratîk wê bi pêşengiya jinan were avakirin. Tecrubeya ku 15 salan e li Rojava hat meşandin mînakeke ji cîhanê re. Jin di her warî de roleke girîng lîstin. Bi taybetî di sîstema hevserokatiyê de, jin xwedî îrade û biryar bûn. Sûriye dikare bi wê îradeyê sûd bigre. Her wiha pêwîst e di destûra Sûriyeyê de ev destkeftî werin misogerkirin. Pêwîst e jinên ji hemû pêkhateyan têkoşîna xwe berdewam bikin heta ku mafên xwe di destûra nû ya Sûriyeyê de bi dest bixin.
Pirsgirêkên jinan bingehîn in
Valantîna Ebdo anî ziman ku divê jin têkoşîna xwe di hemû qadan de berdewam bikin û wiha domand: “Eger pirsgirêkên jinan neyên çareserkirin dê pirsgirêkên civakê jî neyên çareserkirin. Ji ber ku pirsgirêkên jinan bingehîn in. Pirsgirêkên hemû jinan yek in. Pêwîst e pirsgirêk hemû werin çareserkirin û jin hêz û têkoşîna xwe bikin yek ji bo ku careke din li hemû qadan xwe nîşan bidin, azadî û hebûna xwe di Sûriyeyê de misoger bikin.”
Di parlamentoya Sûriyeyê de nûnertiya jinan ji % 12 kêmtir e
Valantîna Ebdo diyar kir ku pêwîst e jin di avakirina hikumeta nû ya Sûriyeyê de cihê xwe bigrin û wiha pê de çû: “Di parlamentoya Sûriyeyê de nûnertiya jinan ji % 12 kêmtir e û ne li gorî ku tê xwestin e. Li gorî çalakbûn, destkeftî, kar û xebatên jinan ev rêje pir kêm e. Pêwîst e jin di avakirina hikumeta nû ya Sûriyeyê de hebin. Pêwîst e nûnertiya jinan di parlamentoyê de wekhev be, ji bo ku sîstemeke demokratîk li Sûriyeyê were avakirin.”
Misogerkirina mafên jinan di destûra Sûriyeyê de pir girîng e
Valantîna Ebdo diyar kir ku wê jin di avakirina destûra nû ya Sûriyeyê de roleke girîng bilîzin û wiha anî ziman: “Dema ku mafên jinan bi zelalî di destûra Sûriyeyê de werin misogerkirin wê jin di hemû beşên sazî, rêveberî û parlamentoyê de roleke sereke bilîzin, ji ber ku wê jin bibin xwedî mafên zagonî û siyasî di heman demê de wê têkoşîna bêhempa bidin meşandin û berdewamiya destkeftiyên Şoreşa Rojava bi pêş bixin. Li ser vê bingehê misogerkirina mafên jinan di destûra Sûriyeyê de pir girîng e.
Li Rojavayê Kurdistanê kampanyayek ji bo piştgiriya YPJ`ê hat destpêkirin
Valantîna Ebdo destnîşan kir ku YPJ`ê şoreşa Rojava parastiye û bûye îradeya jinan divê hemû jinên cîhanê piştgiriya YPJ`ê bikin û wiha dawî li axaftinê xwe anî: “Metersiya jinan ji entegrasyona ku tê meşandin heye. Mafên jinan ne tenê di aliyê sazî û rêvebirinê de nayê dayîn, di aliyê leşkerî de jî nayên dayîn. Ji şoreşa Rojava ve heta roja îro, gelek destkeftî bi pêşengiya YPJ`ê hatin bidestxistin. Platforma çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan di 26`ê Nîsanê de kampanyayek dan destpêkirin û wê ew kampanya berdewam bike heya ku YPJ di destûra nû ya Sûriyeyê de bê qebûlkirin ji ber ku YPJ hêz, hebûn, îrade û nûnertiya hemû jinên cîhanê dike. YPJ`ê li hemberî DAIŞ`ê şer kir û hemû cîhanê parast.”