Sana Ben Achour:Têkoşîna li hemberî hişmendiya desthilatdar didome

Seroka Komeleya Bêtî ya Tûnisê Sana diyar kir ku daxwazên ciwanên Tûnisê hatine guhertin û niha hêvî dikin ku wekheviya temamî, dadmendiya civakî û rûmeta rastîn pêk were.

Seroka Komeleya Bêtî ya Tûnisê Sana diyar kir ku daxwazên ciwanên Tûnisê hatine guhertin û niha hêvî dikin ku wekheviya temamî, dadmendiya civakî û rûmeta rastîn pêk were. 
ZIHÛR EL-MEŞRIQÎ
Tûnis- Seroka Komeleya Bêtî ya Tûnisê Sana Ben Achour teqez kir ku tevgera femînîst li Tûnisê ji hişmendiya desthilatdar di hemû waran de gazinan dike û got: “Têkoşîn dê berdewam bike, tu kes nikare wê rawestîne. Civaka desthilatdar, civak dabeşî du beşên nehevseng kiriye, beşa ku jin tê de cih digrin qîmeta wê kêm e. Her du beş jî jin û mêr di heman xetê de nabînin.” 
Sana Ben Achourr bal kişand ku hin xetere hene destkeftiyên jinan tehdîd dikin, ev yek jî di sala 2011’an de hatiye dîtin, axaftina bi bertek, destkeftiyên jinan ên ku bi salan e bi dest xistine hedef digre. Tevahî destkeftî di kovara Rewşa kesane de ku di sala 1956’an de hat derxistin de teng bûne.
Sana axaftina xwe wiha domand: "Daxwazên ciwanên Tûnisê hatine guhertin û niha hêvî dikin ku wekheviya temamî, dadmendiya civakî û rûmeta rastîn pêk were. Bal kişand ku dive cidiyeta axaftina bertekdar a ji 2011’an vir ve belav bûye, berfireh bibe û têkeve nav axaftina fermî ya desthildariyê. Di demeke ku qanûn li ser avakirina dewleteke wekhev kar dike de, paşketinek ji destkeftiyên ku jinan bi dest xistine re dibînin. Teqez têkoşîn dê berdewam bike û tu kes nikare wê asteng bike.
Vîna guhertinê ber bi başî û xweşiyê ve diçe
Der barê kêşeyên li pêşiya karên jinan li Tûnisê derdikevin jî got ku kêşe di dema axaftina bertekdar gelek dibin lê vîna guhertinê ber bi başî û xweşiyê ve diçe. Têkoşîna kolektîf dikare astengiyan bi tevahî ji holê rabike wekî di sala 2013’an de dema ku femînîst ji bo pejirandina prensîba wekheviyê têkoşiyan ev yek çêbû.
Sana, banga domandina pêla hevgirtinê di navbera rêxistinên civaka sivîl û komeleyên mafên mirovan ên pêşverû yên wekî; Komeleya Jinên Demokrat kir da ku bigihîjin tiştên ku jin dixwazin û li dijî hemû diyardeyên ku ewlehiya wan tehdît dikin, nemaze tundûtûjiyê şer bikin û got: “Têkoşîna ji bo mafên jinan bi gelemperî perçeyek bingehîn a meşa serfiraziya mafên mirovan e.”
Armanca damezrandina tevgera feminist tekoşîna bêdawî ye
Seroka komeleya Bêtî Sana Ben Achour wiha axaftina xwe bi dawî kir; "Ya esasî ew e ku em têk neçin û li ber xwe bidin heya ku civakeke azad bê avakirin. Femînîstên Tûnisê diyar dikin ku kovara Rewşa Kesane ger bi herêmên din ên Ereb re were muqayesekirin dê were dîtin ku jinên Tûnisê bi şans in. Armanca damezirandina tevgera femînîst li Tûnisê ew e ku mirov têbigihîje ku ev kovar ji bo gihîştina nirxên mirovî têrê nake. Ew kovar li ser bingeha nûjenkirina malbata Tûnisê hat derxistin. Wê hin bendên girîng û dîrokî danîn wekî diyarkirina temenê zewacê û pejirandina hevberdanê li dadgehan, qedexekirina zewacê bê formulên yasayî û hêzdarkirina jinan ji hevberdanê li pêş dadgehan bi heman mercên ku ji bo mêr re jî derbasdar e. Li li aliyê din, wê hin rêgez parastin, wekî sernavê malbatî ku tenê ji bav re tê veqetandin û desthilatdariya li ser zarokên wê, ji bilî vê yekê dema ku hevberdan çê dibe û jin careke din dizewice, danîngeha zarokan ji dest dayikê tê girtin.”
Komeleyên femînîst ku parastina mafên jinan dikin dibêjin ew mafên jinan bi dest xistine hê kêm in divê kar li ser werin kirin. Bi taybetî bi firehbûna êrîşên bertekdar ên li ser jinan û bilindbûna rêjeya tundiyê. Vê yekê jî hişt ku Komeleya Jinên Demokrat a Tûnisî berê xwe bide navenda taybet a Neteweyên Yekbûyî ji bo piştgiriya femînîstan da ku diyardeya kuştina jinan ji hole rabe