Rûniştina doza Ayşe Gokkan hat dîtin

Rûniştina doza Berdevka Demkî ya TJA'yê Ayşe Gokkan jê dihat darizandin hat dîtin û biryara dewamkirina girtina Ayşe Gokkan hat dayin.

 
Amed - 21'emîn rûniştina doza bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê","Endamtiya rêxistinê" li Berdevka Demkî ya TJA'yê Ayşe Gokkan hatibû vekirin li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Bi îdiaya ku Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) xera bûye Ayşe Gokkan beşdarî rûniştinê nebû. Parêzerên Aayşe Gokkan, Berfîn Gokkan, Ozum Vûrgûn û Gozde Engîn li eywana danişînê amade bûn. Parlamentêrên HDP’ê Remziye Tosûn, Semra Guzel, aktîvîstên TJA’yê, endamên Komeleya Jinan a Rosayê û xizmên Ayşe Gokkan xwestin danişînê bişopînin lê bi hêceta “pandemiyê” destûra wan nehat dayîn. 
Dadgehê ji bilî du xizmên Ayşe Gokkan nehişt beşdarên din bikevin eywana danişînê. Meqama îdiayê, ango dozger di danişînê de derbarê esasê de mutalaya xwe pêşkêşî dadgehê kir. Dozger ji ber xebatên KCD’ê, beşdariya çalakî û şahiyan, beyanên şahidên veşarî, endamtiya Komeleya Rosa û berpirsiyariya wê ya di nav TJA’yê de îdia kir ku Ayşe Gokkan sûc kiriye. Dozger bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” du car û “propagandaya rêxistinê” ji 16 salan heta 35 salan cezayê girtîhê ji Ayşe Gokkan re xwest. Her wiha dozger xwest ku biryara dewamkirina girtina Ayşe Gokkan were dayîn. 
Parêzerên Ayşe Gokkan diyar kirin ku miwekîla wan ji hin çalakiyên dosyeyên ku jê tê darizandin beraet bûye û û dozger heman sûcdariyan dike sûc û ceza jê re dixwaze. Parêzeran bi bîr xistin ku miwekîla ji 168 dosyeyan heta niha 600 caran îfade daye û gumana reva wê nîne û xwestin were berdan. 
 Tehliye red kirin
Şandeya dadgehê da zanîn ku tedbîrên kontrola edlî wê ji bo berdanê kêm bimîne, daxwaza berdanê red kir. Di rûniştina hat dîtin de biryara dewamkirina girtina Ayşe Gokkan hat dayin û rûniştin taloqî 12'ê Îlonê hat kirin.