Di qadên giştî de astengiyên li pêşiya hebûna jinan
Hebûna jinên ciwan di warê mafên jinan û mafên mirovan de wekî hêmaneke bingehîn ji bo berdewamiya têkoşîna ji bo edalet û wekheviyê derdikeve pêş. Lê hê jî pergalên civakî û hiqûqî yên beşdariya jinan di jiyana giştî de sînordar dikin hene.
ESMA FETHÎ
Qahîre – Pirsgirêka bihêzkirina jinên ciwan di nav tevgerên mafên mirovan û jinan de der barê kapasîteya sazî û civakan ji bo pêşkêşkirina derfetên wekhev ji nifşên pêşerojê re gelek pirsan bi xwe re tîne. Ev nîqaş bi berdewamiya nêrînên kevneşopî yên li ser jinan, pergalên ku ji alî mêran ve di qada giştî de serdest in û zagonên bê edalet ên rasterast bandorê li jiyana jinan li cîhana Ereb dikin ve girêdayî ye.
Her wiha bi rastiyeke berfirehtir ve girêdayî ye ku jin li gelek welatên Ereb pê re rû bi rû dimînin. Tundî, cudakariya qanûnî û civakî, li gel bandorên şer û pevçûnên çekdarî, jin û zarokên keç di nav komên herî bêparastin û hedefgirtî de cih digrin.
Parêzvana mafên jinan û mafên mirovan Suad Ebû Diya, bi dehan salan li Filistîn û Urdunê bi jin û zarokên keç re xebitiye. Suad Ebû Diya di şopandina pirsgirêkên civakî û hiqûqî de ezmûneke berfireh bi dest xistiye û di qadên ku zoriyên siyasî, çandî û hiqûqî ketine nava hev de mafên jinan parast. Bi riya xebata xwe ya qadê û çalakiyên xwe di rêxistinên ku balê dikşînin ser wekhevî û bihêzkirina jinan de, wê nêrînek rexnegir li ser rewşa jinên ciwan, astengiyên li pêşiya beşdarbûna wan di jiyana giştî de û bandora qanûnên cudakar û şeran li ser jiyana wan a rojane pêşxistiye.
Suad Ebû Diya di hevpeyvîna bi ajansa me re, nirxandinên xwe yên li ser tevgera jinan li herêmê, rola rêxistinên mafên jinan di perwerdekirina nifşek nû ji pêşengên jin de ku dê têkoşîna ji bo edalet û wekheviyê bidomînin û ezmûna xwe ya bi salan di parastina jin û keçan de parve kir û bersiva pirsên me da.
Di demeke ku nîqaşên li ser girîngiya lîderên ciwan di qada giştî de zêde dibin, hûn bihêzkirina jinên ciwan di xebata mafên jinan û mirovan de çawa dinirxînin?
Balkişandina ser lîderên ciwan pir girîng e. Ev ne tenê ji bo jinên ciwan, ji bo ciwanan bi giştî jî derbasdar e. Ji ber ku guhertina rastîn di civakan de tenê bi xebata bi nifşên nû re û ezmûnên bi salan kom bûne, kombûna agahî û têkoşîna bi parvekirina wan re mimkun e.
Dema ku em bi jin û mêrên ciwan re dixebitin, zanîn û ezmûna der barê parêzvaniya mafên jinan û çalakvaniya li ser bingeha mafan de bi wa didin qezenckirin, em sûd didin ku nifşeke nû dikare daxwaza zagonên edlane bike û li dijî cûdakariya civakê têkoşînê bi domîne ava bibe.
Çi der barê zagonan, çi jî helwestên civakî û wekheviya zayendî de be, guhertina ku em armanc dikin bêyî jin û mêrên ciwan ên ku ji van nirxan bawer dikin û dikarin di pêşerojê de wan biparêzin, nikare pêk were.
Ji ber vê, ez bawer dikim ku bi taybetî xebata bi jinên ciwan re pir girîng e. Divê ev yek ji bo rêxistinên civaka sivîl, bi taybetî rêxistinên jinan, bibe qadeke sereke ya xebatê. Ji ber ku divê ev sazî pêşeroj û kî dê di pêşerojê de vê têkoşînê bimeşîne jî li ber çavan bigrin.
Nîqaşên li ser dûrxistina jinên ciwan ji qada giştî didomin, hûn asta beşdariya jinên ciwan di rêxistinên jinan û mafên mirovan de çawa dinirxînin?
Li gorî ezmûna xwe, ez dikarim bibêjim ku bi salan jinên ciwan ji xebata mafên jinan û mirovan hatine dûrxistin. Her çend hinek sazî îro dest pê dikin ku girîngiya nifşên ciwan bizanibin jî ji bo demek dirêj heman kes, heman rû, di konferans, bûyer û platformên nîqaşê de cih digrin.
Ev ji bo min pirsgirêkek cidî ye. Ji ber ku heta di heman derdoran û heman kesan de bimîne, tu tevgerên mafan ya jinan nikarin domdar bin.
Ez difikirim ku di hinek rêxistinan de hişyariyek zêde der barê pêwîstiya tevlîkirina jinên ciwan û ciwanan di van hewldanan de heye. Gavên ku hatine avêtin dibe ku hê jî qels û sînordar bin lê dîsa jî ev pêşketineke erênî ye.
Hebûna min a îro li Qahîreyê bi komek jin û mêrên ciwan re nîşaneya hişmendiya zêde ya girîngiya beşdariya nifşên nû ye. Lê belê, temsîliyeta sembolîk an şeklî têrê nake. Divê ji bo jinên ciwan qadên ku ew bi rastî dikarin bandorê bikin, beşdarî pêvajoyên biryardanê bibin were vekirin û ne tenê wek rêgezek temamker, wek hevkarên rastîn di vê têkoşînê de werin dîtin.
Domandina pergela serdestiya mêran di civakên Ereban de, bandorek çawa li jin û jinên ciwan dike?
Em hê jî di civakên baviksalar de dijîn. Mêr di nava malbatê de, li cihê kar û di qada giştî de di gelek astan de pozîsyonên diyarker digrin. Jin û jinên ciwan bi gelemperî hê jî tên dûrxistin.
Her wiha, gelek welatên Ereb bi qanûnên cudakar li dijî jinan re rû bi rû ne. Qanûnên rewşa kesane, qanûnên cezayî û rêziknameyên din ji bo ku bibin dadmendtir û wekhevtir, hewceyê guhertinên bingehîn in.
Ev jîngeh rasterast bandorê li jinên ciwan dike. Jineke ciwan ku dixwaze beşdarî qada giştî, xebata mafên mirovan, an tevgera jinan bibe, pir caran rastî perspektîfeke civakî tê ku rol û şiyanên wê kêm dinirxîne û bawer dike ku ew di pêvajoyên biryardayînê de têra xwe jêhatî nîn e.
Ji ber vê yekê, têkoşîna li dijî hişmendiya serdest a mêran divê ne tenê bi reformên qanûnî, di heman demê de bi kampanyayên hişyarkirina civakî û xurtkirina beşdariya jinan di jiyana giştî de jî were meşandin.
Ez jî bawer dikim ku xebata dilxwazî di vê pêvajoyê de pir girîng e. Bi taybetî di salên 1980’an de, xebata dilxwazî hêmaneke bingehîn a tevgera jinan û jiyana giştî bû. Lê belê bi demê re, giraniyek bêhtir li ser xebata bi mûçe û sazûmanî hatiye danîn.
Bêguman her kes hewce ye ku dahatiyek qezenc bike. Lê di heman demê de pêdivî heye ku jinên ciwan ber bi çandeke beşdariya civakî û dilxwaziyê ve werin rêvebirin. Bi vî rengî, ew dikarin ezmûnê bi dest bixin û hişmendiya xwe ya li ser pirsgirêkên civakî baştir bikin.
Bi qanûn û krîzên wekhev li herêmê, hûn rewşa jinan li welatên Ereb, bi taybetî di hawirdorên şer û pevçûnan de, çawa dinirxînin?
Jinên li cîhana Ereb bi pirsgirêkên wekî hev ên têkildarî tundî û cudakariyê re rû bi rû dimînin. Ev tundî dikare bi şiklê tundiya qanûnî, civakî, aborî, yan jî li cihê kar be.
Dema ku em li gelek welatên Ereban qanûnên cezayî û qanûnên rewşa kesane dinêrin, em dibînin ku ji bilî cudahiyên biçûk, ew hema hema yek in. Ev nîşan dide ku zihniyeta serdestiya mêran hê jî bi tundî di civakên herêmê de didome.
Jin li Misir, Urdun, Filistîn, an Sûriyeyê rû bi rûyî pirsgirêkên qanûn, pêkanînên jiyana rojane, tundiya civakî û cudakarî li cîhê kar dibin.
Ji ber vê, ez bawer dikim ku jinên li herêmê gelek pirsgirêkên hevpar parve dikin û têkoşîna jinan di navbera welatan de bi hev ve girêdayî ye. Ji ber ku em hemû bi heman pirsgirêkan re rû bi rû ne û hewcedariya me bi qanûnên dadperwertir û wekheviyek mezintir heye.
Li deverên şer û pevçûnên çekdarî, jin û zarok kesên herî bêparastin û di bin bandora binpêkirinan de ne.
Mînak, li Filistînê jin neçar in li xalên kontrolê yên leşkerî zarokan bînin dinyayê. Ev binpêkirineke mafên mirovan a pir cidî ye. Li Sûdanê, jin bi pirsgirêkên wekî birçîbûn, xizanî, koçberî, jiyana li derve û nekarîna dabînkirina pêdiviyên xwe yên bingehîn re têdikoşin.
Ji ber vê yekê, jinên li deverên şer ne tenê bi encamên şer, dagirkirin, an koçberiya bi darê zorê, di heman demê de bi cudakarî û tundiya ku jixwe di civakên wan de heye re jî rûbirû dibin. Ev yek êşa ku dikşînin girantir û aloztir dike.
Tevî hemû zehmetiyan, hûn pêşketina hebûna jinan di rêveberiyê û mekanîzmayên biryardayînê de di van salên dawî de çawa dinirxînin?
Di salên dawî de pêşketinên girîng çêbûne. Jin niha di dezgehên dadweriyê, parlamento, dezgehên biryardayînê û cîhana kar de bêhtir xuya dikin. Gihîştina wan a perwerde û kar jî pir zêde bûye. Ev pêşketin nayên înkarkirin.
Lê belê,ev nayê wê wateyê ku jin niha xwedî derfetên bi temamî wekhev in. Ji bo ku jin bi rastî di jiyana giştî de werin entegrekirin, gelek xebatên din hewce ye.
Dabeşkirina hejmareke diyarkirî ya kotayan ji bo jinan an jî bicîhanîna polîtîkayên cudakariya erênî dibe ku wekî xalek destpêkê girîng be. Lê belê ev ne armanca dawî ye. Armanca rastîn ew e ku jin ne tenê ji ber kotayeke ku ji wan re hatiye veqetandin, ji ber zanîn, jêhatîbûn û destkeftiyên xwe bikaribin bigihîjin van meqaman.
Hê jî pêdivî bi baweriyeke rastîn a mafên jinan heye ku di nava civak û saziyan de bi pêş bikeve. Ji ber ku bêyî qebûlkirineke dilsoz a mafên jinan ji bo beşdariya tevahî û dadwer di jiyana giştî û pêvajoyên biryardayînê de, tu pêşketin dê mayînde nebe.