Projeya “Dengê wê bibîse” balê dikşîne tundiya li ser jinên koçber

Komela Neteweyî ya Jin û Ragihandinê, bi piştgiriya rêxistina Bes e Şîdeta Li Dijî Jinê, ji bo balkişandina li ser tundiya li dijî jin û keçên koçber projeya “Dengê wê bibîse” da destpêkirin.

NECWA RAHIM

Cezayîr - Nêzîkî 281 mîlyon mirov, bi qasî ji sedî 3.6 ji nifûsa cîhanê, niha li derveyî welatên xwe dijîn. Her çend salane gelek koçber tercîh dikin ku welatê xwe biterikînin, lê hejmareke zêde ya koçberan bi darê zorê malên xwe terk dikin ji ber sedemên cûrbecûr, di nav wan de hejarî, nebûna gihandina lênihêrîna tenduristî, perwerde, av, xwarin û xanî, û encamên guherîna avhewayê. Komela Neteweyî ya Jin û Ragihandinê, bi piştgiriya rêxistina Bese Şîdeta Li Dijî Jinê, ji bo balkişandina li ser tundiya li dijî jin û keçên koçber projeya “Dengê wê bibîse” da destpêkirin.

“Proje bi rêya perwerde û atolyeyan dest pê kir”

Berpirsa projeya “Dengê wê bibîse” Radiya Bodîsa got ku ev proje bi armanca perwerdekirina rojnamevan, çalakvanên civaka sivîl û kedkaran li ser mijara koçberiya neqanûnî û tundiya li dijî jin û keçan û ji bo kêmkirina tundiya li dijî jinên koçber li Cezayîrê û wiha pê de çû: “Ev proje di bin dirûşma ‘Bes e şîdetê li me bikin’ û ‘Koçberên jin li ser rêya dojehê’ hat kirin, ji bo balkişandina li ser tundiya li dijî jin û keçên koçber û bihîstina dengê wan. Proje di Tîrmeha 2022’an de, bi rêya perwerde û atolyeyên ji bo rojnamevan û aktorên civaka sivîl di warê mafên mirovan, qanûnên koçberiya neqanûnî û tundiya li dijî jinan bi parêzvanên mafên mirovan, çalakvan û pisporên mijarên koçberiyê li Cezayîr û Afrîkayê dest pê kir û dê salekê berdewam bike. Armancên pirojeyê perwerdekirina komên cihêreng di civaka Cezayîrê de ye ji bo ronîkirina diyardeya koçberiya neqanûnî û şîdeta li dijî jinan û hewcedariya lêgerîna li alternatîfên stratejîk û çareseriyên rasteqîne ji bo pêşî li vê yekê bigire.”

Ji ber ku nexwest taciz lê were kirin rastî şîdetê hat

Yek ji koçberan Mariya Mokala wiha got: “Em ji rewşa jiyanê ya xizan û xirab a li Kamerûnê reviyan, ji ber vê yekê me biryar da ku em bi qaçaxçiyan re derkevin. Piştî demeke kurt, min karî bi komek keçan re biçim Cezayîrê û ez derketim rêwîtiyek ku li kar bigerim. Her kesê ku me didît bi rengekî nexwestî li me dinêrî, ji bilî hin kesên alîkarî didan me. Piştî demekê ez saziyeke taybet de xebitîm. Çend hefte piştî ku min dest bi kar kir, xwediyê saziyê xwest destdirêjî û tacîzê li min bike, dema ku min nehişt ku ew tacîzê li bike, wî şîdet li min kir û min ji kar jî derxist.”

Bi tundî û mirinê re rû bi rû dimînin

Nûr. H jineke Cezayîrî ye çîroka xwe ji me re got û wiha axivî: “Malbata min qet nizane ez dijîm an na. Di Havîna 2017’an de min biryar da ku bi keştiyan koç bikim, piştî ku min xortekî ku bi min re di heman karî de dixebite nas kir, me biryar da ku em bi hev re ji vî welatî derkevin da ku jiyana xwe xweştir bikin, min hinek pere kom kirin da ku em bi hev re herin, lê wî ez di nîvê rê de hiştim, piştî ku her tiştê bi min re dizî û wî ez bi komek xortan re hiştim ku bi keçan bazirganiya fuhûşê dikirin, ji ber vê yekê ez yek ji qurbaniyan bûm, lê piştî gelek hewldanan min karî birevim û ji hin komeleyên ku alîkariyê pêşkêşî min kirin, min alîkarî xwest.”