Parlementer Neşwa Al-Dîb: Hewldana me bidestxistina mafê jinan e

Endama serbixwe ya parlamantoyê Neşwa Al-Dîb a rewşa jinên li Qahîre nirxand bal kişand ku bi taybetî piştî hevberdanê jin ji gelek mafên xwe bêpar tên hiştin û got ku ji bo bidestsixtina mafê jinan ew hewl didin.

ASMA FATIHÎ

Qahîre – Zagona rewşa kesane mijara sereke ya Misrê ye. Bi taybetî nîqaşên girêdayî malbatên Misrê, bi navê vê zagonê gelek sûc li dijî mafên bi hezaran malbatan dibin, hemû aliyên pêwendîdarî civaka sivîl û jinan, bi taybetî li ser radiwestin.

Rewşa jinan dema dawî de gelek dijwar e lê êşa zarokan kûrtir e, di nav pevçûnên mêr û jinan ên ku biryara hevberdanê dane û ketine dadgehan mafên zarokan winda dibin. Ev rewş barê zarok di aliyê derûnî û darayî de giran dike.

Pêdivî bi zagoneke malbatî ya dadwer heye

Endama serbixwe ya parlamantoyê Neşwa Al-Dîb a ku projeya zagona malbatê daye ser milên xwe dibêje ku wê dikaribû 60 îmzeyên erênî ji parlamenteran kom bike. Da zanîn ku wisa pêşnûmeya zagonî ketiye parlamentoyê ku bê nîqaşkirin û wiha got: “Pêşnûmeya zagona nû mafên hemû endamên malbatê bi giştî (zarok, mêr û jinê) an malbata piştî berdanê misoger dike. Li ser bingeha hevsengiya dadwer, bi qasî dikarin krîzên malbatê kêm bikin û endamên wê bikaribin jiyana rast û dirust berdewam bikin. Dema hikumetê biryar da zagonek derxe, heta asteke mezin ber bi hevsengiyê ve bû lê di dawiyê de xalên zagonê temam derneketin. Divê berjewendiyên malbatê bingeha hemû fikran bin, ji bo mafên hemû endamên malbatê û di serî de yên zarokan bê birêveberin.”

‘Diyaloga civakî dê bibe sedema hişyarkirina hemwelatiyan’

Neşwa El-Dîb destnîşan kir ku li gorî daxuyaniyên wezîrê dadê, pêşnûmeya zagonê dê pêşkêşî diyaloga civakî were kirin û beriya derbasî parlamentoyê bibe, ji bo ku hemû beşên gel beşdar bibin û wiha pêde çû: “Tê payîn ku parlamento jî dê pêşnûmeyê bixe nîqaşê. Ev gav û cudabûna nîqaşan dê erênî be, xwediyên êşê tenê dikarin êş û krîzên xwe derbirînin. Diyaloga civakî dê bibe warê hişyarkirina hemwelatiyan bi bendên pêşnûmeyê, dema piştî derketina zagonê jî saziyên civaka sivîl û partî dê li ser hişyarkirina civakê bi zagonê baş kar bikin. Aliyên pêwendîdar bi mijarên jinên Misrê re dibînin ku zagona malbatê nû dê bingehên dadweriyê dayne û malbata ku gelek êşan di dema dawî de kişandiye di serî de rastî tundiyê jî hatiye, ji nû ve ava bike.”

Neşwa Al-Dîb di berdevamiya axaftina xwe de anî ziman ku ji bo zagona malbatê gelek bendên pêşnûmeya zagonê pêşkêşî parlamentoyê hatine kirin û dê dadweriyê ji bo hemû malbatan pêkbîne û wiha domand: “Gelek metnên ku di zagona heyî de nîn in dê bên nîqaşkirin, weke belgeya zewacê tê de hemû hûrguliyên jiyana piştî zewacê diyar dibe. Her wiha ji mafên jinan e dabeşkirina sermayeyê di belgeya zewacê de bixwaze, wisa ev şert nahêlin di pêşerojê de jin û mêr bigihîjin dadgehan. Di mijara xwedîkirina zarokan de jî zagon dayikê tenê nagire dest, bav jî dixe rêza duyemîn piştî dayikê.

‘Bi zagona nû bi temamî forma malbatê dê were danîn’

Neşwa Al-Dîb di dawiya gotinên xwe de behsa feydeya zagon nû ji bo malbatan dike û wiha li ser zêde dike: “Pêşnûmeya zagona nû piştgiriya mafên jinan di zewaca piştî berdanê de dike û zarok pê re dimîne. Ji ber ku niha ev zewac bi rêbazên xapînok pêk tê ji bo dayik zarokên xwe winda neke, ev mijar bi riya komîteyek taybet tê kontrolkirin da ku bibînin çiqas mala nû ya zarok lê bijî ji zarok re baş e yan na, pişt re komîte biryarê dide zarok bimîne yan biçe gel bavê xwe. Ev zagona nû dê bi temamî forma malbatê dayne, nirx û rûmeta malbatê di dema zewacê yan piştî berdanê de biparêze. Rêbazên perwerdekirina zarokan di malbateke dirust de bê cihêkarî di xwedîkirina hevbeş di navbera dê û bav de pêşkêş dike. Wisa nifşekî baş dirust ku rêzê ji hev re digrin derdixe û rêjeya tundiya malbatî jî kêm dike.”