Parêzer Afra El-Herîrî: Divê em rojnamevan Hala El-Bedawî tenê nehêlin

Parêzer a rojnameger Hala Fûad El Bedewî ya 30’ê Kanûna sala bûrî ji aliyê Hêzên Îstîxbarata Herêma Hedremût a Yemenê ve hatî girtin Afra El-Herîrî di derbarê doza wê de agahî da û daxwaz ji sendîkayên rojnamevanan, parêzvanên Mafên Mirovan û parêzvanên ji derve û hundirîn kir ku li rojnameger Hala xwedî derkevin. Parêzer Afra da zanîn ku ger bertek nîşanî saziyên civakî li Hala xwedî dernekevin sibê dibe ku ev rewş bê serê wan jî, ji bo wê pêdivî bi şiyariyê dibin.

NOOR SURİB
Yemen – 30'ê Kanûna 2021'an rojnameger Hala Fûad El Bedewî bi hinceta li ser hesabê xwe yê facebookê nivîsek parkiriye ji aliyê Hêzên Îstîxbarata Herêma Hedremût a Yemenê ve hat binçavkirin û telefona wê desteser kirin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin rojnameger Hala Fûad El-Bedawî dema li Midûriyeta Îstîxbarata Leşkerî hate girtin û Girtîgeha Naendî dest bi greva birçîbûnê kiriye. Di çarçoveya şopandina dosyaya rojnameger Hala Fûad El-Bedawî de parêzvana mafên mirovan û Şêwirmenda Mektebeya Nûnerê Neteweyên Yekbûyî ya Yemenê parêzer Afra El-Herîrî li ser geşedanên dawî ji ajansa me re axivî û wiha got: "Em ji nêz ve bûyera girtina rojnameger Hala El-Bedawî dişopînin. Ji roja yekê ya girtina wê heya niha em daxwaza serbest berdana wê dikin. Piştî girtin çend rojan bi hinceta kontrolkirinê saet 9 û nîvê êvarê ser mala wê de girtin. Ev serdegirtina di saetên şevê de qanûn hemû xalên madeya 144’an binpêdike."
"Ji dema girtina Hala heya niha hemû prosedur betalin" 
Parêzer Afra El-Herîrî ev tişt li gotinên xwe zêde kir: "Piştî bûyera di saetên şevê de hate kontirolkirin mala rojnameger Hala El-Bedawî ji aliyê xelkên Hedremût ê, Sendîkaya Rojnamegeran û hemû kesên bi mafên welatiyan re eleqedarin ve nehate qebûlkirin Serdozgeriya Komarê yê Hedretûtê neçar ma di derbarê rewşê de daxuyanî da. Çî dibe bila bibe bi şev ser malan de girtin û venêrîn kirin ji deveyi qanunê ye. Ji xwe ji dema miwekîla me Hala El-Bedawî hatî girtin heya niha hemû pirtosedor betalin û di derbarê wê de tiştên neqanûnî tên kirin.”
"Pêwîste saziyên hikomî û pêwindîdar rê nedin binpêkirinên wiha werin kirin"
Derbarê peywendiya wê bi sazî û kesên pêwendîdar yên hikûmetê yên di rêveberiya herêmê de jî Afra El-Herîrî wiha got: “Bûyera bi Hala Bedawî re qewimî binpêkirineke mezine û qebûlkirina vê bûyerê dibe despêka tarîtiyê, ji ber wê jî bi tu awayî ev bûyer nayê qebûlkirin. Ji bo vê bûyerê ji roja yekem de min ji kesên eleqedar re vegot û bi wan re axivîm. Min ji wan re got ku jiyana vê rojnamevanê di destê dadweriyê de ye, pêwîste bi lezgînî mudaxele bikin û rê nedin binpêkirinên wiha."
"Em li bendê ne di demek harî nêz de rojnameger Hala serbest were berdan"
Têkildarî serbest berdana rojnameger Hala Bedawî de Afra El-Herîrî wiha got: “Min pêwendî li gel Serpereştiya Serdozgeriya Giştî, endamên parlamentoyê û mektebeya serokomariyê daniye û hata niha danûstandin berdewam in. Bi rêka telefonê serdozgriyê bersiva min û endamên din ên meclisê yên ku dosyeyê şopandin da lê sedozger bi rêya telefonê biryarara berdanê da û min daxwaz jê kir ku biryara berdanê bê dayîn. Min ji wan xwest ne tenê weke perspektîf bidin, pêwîste birastî rojnameger Hala berdin."
"Ev binpêkirin siyasetek a belavkirina tirsê ye"
Parêzer Afra El-Herîrî, tiştên bi rojnamevan Hala Bedawî û malbata wê re qewimî wek beşek ji siyaseta çavtirsandin û tehdîdkirinê binavkirin û dazanîn ku ji bo malbatê bi taybetî û ji bo pêşeroja hemû welatiyan weke metirsî binavkir û bilêv kir ku di van mijaran de taybetî rojnamegerên jin hedef digirin.
"Bûyer hatî serê Hala dê sibê bê serê me hemiyan"
Derbarê girîngiya hevgirtinê li hemberî siyaseta çewisandin û tirsandinê de jî Afra El-Herîrî wiha got: “Divê jin û mêr li hundur û derve, sendîka û saziyên mafên mirovan jî di navê de hemû bi hev re giringiyê bidin yekgirtinê û li hemberî siyaseta çewisandin û çavtirsandinê xwedî bertek bin. Ji ber ku îro hat serê Hala, sibê jî wê bê serê me hemûyan. Ger em bêdeng bimînin û tirsa me hebe ji terorîzma desthilatdarên siyasî, herêmî, ewlekarî û leşkerî xerabtir tiştek nîne, diyare ku wê dezgeha dadwerî jî tevlî wê bibe. Mixabin ku bi navên xwe yên cur be cur li dijî vî gelî bêparastin bi hinceta şerê li dijî terorê hevkarî kir û li danûstandinên xwe nenerîn."