Di doza Pinar Gultekîn de geşedanên nû çêbû û Mertcan Avci hat girtin

Der barê Mertcan Avci yê têkildarî qetilkirina Pinar Gultekîn serbest dihat darizandin de, biryara girtinê hat dayîn. Parêzerê malbata Gultekîn Rêzan Epozdemîr ku biryar nirxand, wiha got: “Ger me pêvajoyê qebûl kiribûya dê îro dosya bi bersûcek bihata meşandin. Di rewşa heyî de veguherî darazîndina 6 bersûcan.”

Navenda Nûçeyan- Bersûc Mertcan Avci yê têkildarî doza qetilkirina xwendekara zanîngehê Pinar Gultekîn a li Mûglayê, serbest dihat darizandin hat girtin. Parêzerê malbata Gultekîn Rêzan Epozdemîr, di 10’emîn danişîna 14’ê Sibatê ya li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mûglayê hat dîtin de diyar kir ku rewşa bersûcê girtî Cemal Metîn Avci û birayê wî Mertcan Avci yê serbest dihatin darizandin şirîkahiya cînayetê ye û ji bo biryar were betalkirin serî li Serdozgeriya Komarê da. 
Dadgeh di daneşînê de biryar da ku li benda dosyaya dê serdozgeriya Komarê ya Muglayê amade bike bisekinin, pêşgiriya kontrola edlî ya der barê Mertcan Avci de tê pêkanîn, berdewam bike. 
Mertan Avci yê ku der barê mijarê de çû gel wekîltiya Serdozgeriya Komarê ya Muglayê îfade da, bi biryara Dozgeriya Ceza ya Sulhê ya ku hatibû sewkkirin hat girtin. Mertcan Avci di pêvajoya dozê de berê jî di 2’yê Cotmeha 2020’an de bi sûcdariya ‘reşkirina delîl’ hatibû girtin, di 15’ê Sibata 2021’ê de ji aliyê heyeta dadgehê ve bi şertê qedexekirina derketina wê ya derveyî welat hatibû tehliyekirin. 
Parazvanê malbata Gultekîn Rezan Epozdemir got; “Ger me pêvajoyê qebûl kiribûya dê îro dosya bi yek bersûcê bimeşiya. Di rewşa heyî de veguherî darazeke ku bi 6 bersûcan tê meşandin.”