Parêzer Ûmeyme Ebid EL-Hefîz: Emê bi têkoşînê zagonan biguherin

Parêzer Ûmeyme Ebid EL-Hefîz dibêje ku bi têkoşîna jinan û xwesteka wan a siyasî ya rast di navendên biryardayînê de zagon tên guhertin û destnîşan kir ku niha amadekariya zagoneke jinan ji tundiyê biparêze tê kirin.

IPTÎSAM AXFÎR 
Bingazî - Li Lîbyayê her dem tevgerên jinan derdikevin û ji bo sererastkirina zagonên ku mafên jinan binpê dikin bang dikin. Her wiha parêzeran aktîf dikin da ku van qanûnan biguherînin û pêşniyariyan pêşkêşî dewletê bikin. Hin jin dibînin ku destkeftiyên jinan berê di aliyê qanînî de bi dest xistine ji qanûnên herî baş e lê piştî bûyerên Sibatê di sala 2011’an de ev destkeftî hemû winda bûn.
Parêzer Ûmeyma Ebid EL-Hefîz dibêje ku qanûnên Lîbyayê berê ji qanûnên welatê Ereb ên herî baş bûn bi taybetî qanûna welatîbûnê lê ev zagon hatin guhertin, qanûna Lîbyayê di aliyê welatîbûnê de cudahî xist navbera jin û mêran.
“Bêagahiya jinan a ji zagonan dibe sedema binpêkirina mafên wan”
Ûmeyme EL-Faxirî bal dikşîne ku ji ber nehişyariya jinan di warê maf û zagonan de gelek caran kêmasî derdikevin. Hin zagon hene ku mafên wan winda dikin lê ew nizanin di nava wan zagonan de jin di dema berdanê de bi zarokên xwe re xwedî hin mafan in. Ji ber nezanîna van zagonan, ji ber ku baş bi mafên xwe yên nizanin, ew ji bo zarokên xwe ji muameleya nebaş a mêr re tehemul dikin û berdanê naxwazin.
Wekî din mirov dikare mînaka mîrasê bide ya ku di nava civaka Lîbyayê de navdar e. Li gorî civakê jin parçeyek erd jî heq nakin, ji ber ku ew çand di hişê civakê de hatiye rûniştandin êdî jin li ser nîqaş nakin û pê razî dibin lê li kêleka wê tu zagonên ku vê yekê digrin nava xwe tune ne.
“Dest dirêjî destkeftiyên me kirin”
Ûmeyme EL-Faxirî da zanîn ku zagon bi hewceyî lêvegerê ne bi taybetî dema ku ji aliyê Kongreya Niştimanî ya Lîbyayê ve mudaxele hat kirin. Hin zagon destkeftiyên jinan bûn nabe ku mudaxele li wan were kirin berovajî wê divê ku werin bipêşxistin û sererastkirin da ku mafên jinan misoger bibin lê li Lîbyayê ev yek ne pêkan e, destdirêjî ji destkeftiyan re tê kirin û vê yekê bû sedem ku karê jinan ji dest wan biçe.
Em wekî jin li Lîbyayê hewceyî zagonên pêşketî ne. Kotayeke demkî ji bo mafên me ye da ku em di navendên biryardayînê de xwedî beşdariyek siyasî bin.
“Bi têkoşîna jinan zagon tên guhertin”
Ûmeyme dibêje ku bi têkoşîna jinan û xwesteka wan a siyasî ya rast di navendên biryardayînê de zagon tên guhertin û destnîşan kir ku amadekariya zagoneke ku jinan ji tundiyê biparêze tê kirin. Ûmeyme wiha got: “Em hêvî dikin ku dema me ew zagon pêşkêşî parlamentoyê kir em piştgiriyê bibînin ji ber ku tundî êdî li ser zarok û mêran jî tê kirin.”
Di dawiya axaftina xwe de parêzer Ûmeyma Ebid EL-Hefîz EL-Faxirî dibêje ku jin dikarin guhertinê çêbikin û destkeftiyan bi dest bixin, mînaka herî berbiçav biryara ku di diyaloga Niştimanî de hat girtin e, ew jî beşdariya jinan a di hilbijartinan de bi rêjeya ji sedî 30, rêjeyeke ku piştgiriya beşdarbûna jinan dike.