Nefûsa Hiso: Nabe ku hêsanbûn di tedbîrên kujerên jinan de hebe

Nefûsa Hiso destnîşan kir ku sûc sûc e û tu sûc di bin navê namûsê de nîn e û wiha got: "Kuştina jinan îro bi sûcê namûsê nayê nixumandin, her sûc temam tê dîtin û ceza ji sê salan heya dawiya temen dest pê dike. Îstîsmara fizîkî, derûnî û exlaqî, lêdan û tundiya her cure nayê qebûlkirin û qanûn wê ceza dike.”

"Kuştina jinan îro bi sûcê namûsê nayê nixumandin, her sûc temam tê dîtin û ceza ji sê salan heya dawiya temen dest pê dike. Îstîsmara fizîkî, derûnî û exlaqî, lêdan û tundiya her cure nayê qebûlkirin û qanûn wê ceza dike.” 
NESRÎN KELEŞ
Qamişlo- Parêzer û endama Meclisa Dadmendiya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nefûsa Hiso anî ziman ku dadmendî tê wateya bicihanîna mafên ku hatine binpêkirin û dema ku mafên binpêkirî jiyan bi xwe be, di bin tu şert û mercan de divê hêsanbûn di tedbîran de nebe. 
Zêdebûna hejmar û rêjeya bûyerên tundûtûjî û kuştinê dema ku civak di qeyran û şeran re derbas dibin, tê pêşbînîkirin, ji ber ku reftarên baş û kontrolkirina mirovan ji ber şert û mercên aborî û civakî û zextên derûnî paşve vedigere. Ev rewşa ku Sûriye di salên qeyrana ku ji deh salan derbas bûye de jê êşê dikşînin.
"Wek civakek rojhilatî em di bin desthilatdariya baviksalariyê de ne"
Endama Meclisa Dadmendiya Jinan û parêzer Nefûsa Hiso der barê sedemên kuştina jinan de ji ajansa me re got: “Em weke civaka rojhilatî di bin desthilatdariya baviksalarî de ne û her wiha em ji adet, urf û olê jî bi bandor dibin û ev yek jî jinan dike milkê taybet ji bo mêran. Ên ku mafên wan mêr in ew çawa dixwazin wisa tevdigerin li hemberî jinan û wiha berdewam kir: "Koçberî, penaberî û zextên derûnî û aborî hemû dibin sedema şîdeta nava malbatê, kombûn û zextên ku ji ber krîza heyî zêde dibin û vediguherin pevçûn, tundiya devkî û fizîkî. Dibe ku carna tundî bi kuştina ji sedî 80 jinan an jî xwekuştina jinan bi dawî bibe.”
"Sûc sûc û tu sûc di bin navê namûsê de nayê nixumandin"
Der barê zagona kuştina jinan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jî  
Nefûsa Hiso bal dikşîne ku sepandina qanûnê bi gelek astengiyan re rû bi rû maye, tişta ku mirov bi dehan salan jê re adet bûye, bi hêsanî nayê guherandin û wiha domand: "Wek civakek ku ji hêla adet, kevneşopiyên olî û normên civakê ve hatiye îdarekirin, em nikarin bi hêsanî wê biguherînin. Fikra ku divê jin bêdeng bin û zextan, berpirsiyariya zarokan û karên malê hilgirin, adetên mîratî ne ku şerm e jin wê red bikin. Vê yekê barê giran daye ser wan û bandoreke neyînî li kesayet, derûniya wan û mezinkirina zarokên wan dike.” 
"Ji ber ku ji zarokatiyê ve bê prensîb, çand û hişmendî tên mezinkirin zû têk diçin"
Nefûsa Hiso di wê baweriyê de ye ku berpirsyariya keçan di qonaxeke destpêkê de bêyî prensîb, çand û hişmendî, dibe sedema afirandina nifşek têkçûyî ji ber bingeha nazik ku ew li ser mezin bûne û wiha der barê hevjînan de dibêje: "Ew yan ji hev vediqetin yan jî tên kuştin yan jî di bin tundiya berdewam de dijîn. Saziya zewacê pêwîstiya xwe bi plansazkirin, amadekarî û berpirsiyariyeke mezin heye û ev jî piştî serpêhatiyên jiyanê tê.”
Meclisa Edaletê ya Jinan hewl dide bi riya komînên li taxan, jinan perwerde bike û wan ber bi riya rast ve bibe, armanca wê jî rakirina neheqiya li ser jinan û bidestxistina mafên wan ên rewa ye.