Li Tûnisê rewşa medyayê her diçe xirabtir dibe

Fermana Hejmar 54 li Tûnisê di sînorkirina azadiya derbirînê de mîna xaleke werçerxê derdikeve pêş. Rewşa medyaya Tûnisê ji ber zextan her ku diçe xirab dibe.

Tûnis — Medyaya Tûnisê ku di navbera rêzîknameyê hişk a yasadanînê û qadeke azadiyê ya her ku diçe teng dibe de asê maye, niha yek ji serdemên xwe yên veguhêz ên herî tevlihev dijî. Odeyên nûçeyan êdî ne tenê bi kêmbûna fînansmanê an jî zextên zeviyê yên kevneşopî re eleqedar in. Her wiha "Fermana Hejmar 54" mîna şûrek li ser serê wan daliqandî ye, qaîdeyên lîstikê bi tevahî diguherîne.

Di navbera armanca parastina qada dîjîtal û rastiya pêvajoyên qanûnî yên li dijî rojnamevan û bloggeran de, li Tûnisê axaftin bûye xeternak. Medyaya Tûnisê bi ceribandinek hebûnî re rû bi rû ye: çawa rola xwe wekî "desthilata çaremîn" biparêze, bêyî ku bikeve nav xefikên qanûnî yên nezelal?

Medyaya Tûnisê roj bi roj xirabtir dibe

Endama Yekîtiya Neteweyî ya Rojnamevanên Tûnisê Cîhan el-Lavatî, diyar kir ku rewşa giştî ya sektora medyayê ya Tûnisê roj bi roj xirabtir dibe. Cîhan da zanîn ku prosedûrên dadwerî yên vê dawiyê, bi taybetî dozên rojnamevan Ziyad el-Hanî û biryarên li dijî rojnamevan Murad ez-Zugaydi û şîrovekarê siyasî Burhan Besîs, vê rewşê girantir dikin. Cîhan wiha got: “Ev kêmbûn bi berdewamiya pêkanîna Fermana Hejmar 54 re hevdem e, ku azadiyan sînordar dike. Rojnamevan hema hema bi heman pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Yek ji astengiyên herî mezin, nebûna mekanîzmayên gihîştina agahiyan û zehmetiyên ku rojnamevan di bidestxistina wan de dikşînin e. Ev ji ber Dora Navxweyî ya Hejmar 19 e, ku hîn jî di sazî û rêveberiyên Tûnisê de derbasdar e. Ev dor ferz dike ku her rayedarek berî ku daxuyaniyek bide, bi ofîsa Serokwezîr bişêwire. Berovajî vê, ne hikûmeta niha û ne jî hikûmetên berê ravekirinên zelal û sîstematîk derbarê polîtîkayên medyayê de, nedane raya giştî. Lê belê, sendîka tekez dike ku gihîştina agahiyan mafek destûrî ye û ji bo medyayek azad, bêalî û piralî têdikoşe.”

Banga ji bo rêze xwepêşandanan

Di vê çarçoveya aloz de, Cîhan el-Lavatî destnîşan kir ku sendîkayê banga rêze xwepêşandanan kiriye û ev agahî dan: “Di nav wan de çalakiyên karmendên Televîzyona Tûnisê hene ku daxwaza sererastkirina statuya wan a bingehîn dikin, ku ji sala 1990-an vir ve nehatiye nûvekirin. Sendîka tekez dike ku rûmeta rojnamevanekî rasterast bi ewlehiya wan a aborî û civakî ve girêdayî ye. Van tevgeran Radyoya Tûnisê û parêzgeha başûrê Tataouine jî girtine nav xwe û tê payîn ku li herêmên din jî belav bibin. Sendîkayê her wiha banga xwe ji bo hikûmetê dubare kir ku destwerdana lezgîn bike da ku qanûnên bingehîn ji nû ve binirxînin, şert û mercên dijwar ên darayî yên kesên ku di sektora taybet de dixebitin baştir bikin. Ewlekariya aborî ya rojnamevanan bi qasî ewlehiya wan a fîzîkî û azadiya wan a derbirînê girîng e. Sendîkayê li navçeya Kasbahê ku ofîsa Serokwezîr lê ye, çalakiyên dijwar pêk anîne. Rêxistina sektora medyayê û dayîna "kartên rojnamevanên profesyonel", ku ev du sal in nehatine dayîn, di nav daxwazên herî girîng de bûn. Komîteya berpirsiyar a dayîna van kartan tenê di encama zexta berdewam a sendîkayê û hevkarên wê de karîbû ji nû ve bicive.”

Di navbera nûçeya rast û naveroka şaş de cûdahî

Sendîkayê her wiha pêşnûmeqanûnên ku armanca wan reformkirina rewşa medyayê bû, pêşkêşî parlementoyê kirin. Di nav wan de sererastkirina Fermana Hejmar 54 a nakok û damezrandina qanûnek "zanebûna medyayê" hene. Armanca vê qanûnê ew e ku hişmendiya raya giştî zêde bike û welatî bikaribin di navbera nûçeyên rast û naveroka şaş de cûdahiyê bikin.

Ji aliyê avahiyên rêziknameyî ve, pêşnûmeqanûnek derbarê Desteya Bilind a Serbixwe ya Ragihandina Dengî û Dîmenî (HAICA) de derdikeve pêş. Rawestandina vê saziyê, bû sedema kêmbûna kalîteya naveroka medyayê û derketina holê ya tiştê ku wekî "medyaya potatîk" tê zanîn (ku behsa rewşek medyayê ya nebaş û bi kalîteya nizm dike).

Sînorên demê yên reklamê û çarçoveyên weşanê yên ku berê ji hêla HAICA ve hatine danîn êdî nayên sepandin; sektor niha di rewşek bêserûberî û kaosê de ye.

Yekîtiya rojnamevanan

Li gorî Cîhan el-Lavatî yekbûna rojnamevanan tekane çareserî ye, ji bo pirsgirêkên aborî, civakî û azadiyê yên di sektorê de ku mezin dibin. Ji ber ku medya platformek bihêz e ji bo hişyarkirina raya giştî, hevgirtina rojnamevanan wek rêyek bingehîn ji bo çareserkirina krîzan tê dîtin.

Wekî din, divê şaxa rêveberiyê polîtîkayên zelal bipêş bixe ku dê derfetên kar ji bo mezûnên rojnamegerî û ragihandinê peyda bike. Ev mezûn bi salan e ku ji bo dîtina kar têdikoşin û ketina wan a nav sektora giştî hema hema bi tevahî rawestiyaye.

Çarçoveya rojnamegeriya rastîn teng dibe

Salên piştî Şoreşa Tûnisê, medya niha di rewşeke xirab de ye. Kêmbûna xwepêşandanên giştî yên berfireh û qelsbûna beşdariya welatiyan, nîşaneyên vê yekê ne. Lê belê, medyayê hîn jî roleke girîng di bilindkirina hişmendiya raya giştî de dilîze.

Li gorî rapora dawî ya sendîkayê, bi qasî 154 êrîş li ser rojnamevanan hatine tomarkirin. Her çend ev hejmar ji salên berê kêmtir xuya bike jî, nayê wê wateyê ku azadî zêde bûne. Berevajî vê, ew encama kêmbûna çalakî, bûyer û xebata medyayê ye û çarçoveya rojnamegeriya rastîn teng dike.