Li Tûnisê karkerên jin di nava rastiya dijwariya jiyanê de red dikin ku Roja Jinan pîroz bikin

Karkerên jin ên di qada çandiniyê de tekez dikin ku 13'ê Tebaxê ne dişibihe wan û ew nikare bibe fersendeke pîrozbahiyê di ronahiya rastiyekê de ku wan di astên herî dijwar ên lawazî û paşguhkirinê de datîne.

ZIHÛR EL-MEŞRIQÎ

Tunis – Di demekê de ku Tunis salvegera 70'emîn a Qanûna Rewşa Kesane û Roja Jinan pîroz dike, jinên ku rastiyek bi tevahî cûda dijîn li kêleka vê dîmenê radiwestin. Karkerên çandiniyê bi xizanî, bêparî û lawaziyê re rûbirû ne. Her wiha ji bo dabînkirina nanê xwe yê rojane ji şahiyan dûr têdikoşin.

Ji bo van jinan, 13'ê Tebaxê ne pîrozbahiya Roja Jinan a Neteweyî ye, lê fersendek e ku dengê xwe li dijî rastiyekê bilind bikin ku wan ji mafên wan ên herî bingehîn bêpar dike û her roj jiyana wan dixe xetereyê.

'Karkerên jin bi rastiyek dijwar re rûbirû ne'

Di şahidiyekê de ku asta vê êşê nîşan dide, parêzvana sendîkaya mafên karkerên jin ên di qada çandiniyê de û karkera çandiniyê ya jin Monîra Bin Salih got ku 13'ê Tebaxê qet nikare bibe rojek ji bo pîrozbahiyê û tekez kir ku divê ew bibe rojek ji bo protestokirina rastiya karkera çandiniyê ya jin. Her çend dirûşmên pîrozkirina jinan têne bilind kirin jî, karkerên jin ên di qada çandiniyê de ji dûrî balkişandinê bi rastiyek dijwar re rûbirû dimînin, tenê li debara jiyanê digerin.

Monîra Bin Salih eşkere kir ku pîrozkirina Roja Jinan a Navneteweyî ne gengaz e ji ber rastiya ku karkerên çandiniyê yên jin pê re rûbirû dimînin. Monîra destnîşan kir ku ev roj divê protestoyek rastîn be li dijî rewşa van jinan, yên ku "cureyên herî tirsnak ên lawaziyê" dikişînin. Monîra got ku karkerên çandiniyê yên jin têne jibîrkirin û tenê dema ku keda wan hewce be têne bîranîn" û got ku ew niha ji ber guherîna avhewayê, xetereyên kamyonan, xizaniya giran û birçîbûnê hêdî hêdî dimirin.

Monîra Bin Salih destnîşan kir ku ew pir dijwar têne dermankirin û got: "Karkera jin a di qada çandiniyê de ew kes e ku ji bo her kesî li ser vê erdê xwarinê peyda dike. Di heman demê de ew bi awayekî ne ewle û nearam dijî û bê rawestan an bêhnvedanê dixebite."

Karkerên çandiniyê yên jin ti nirxekê nagirin

Karkera çandiniyê Cemîla tekez kir ku 70 sal têkoşîn û qanûndanîn nekarîne mafên tevahî yên karkerên çandiniyê yên jin misoger bikin. Ew negihîştine tiştê ku divê bi dest bixin, taybetî ji ber ku dewlet wan nas nake û ew xwediyê mafên herî bingehîn jî nînin.

Cemîla da zanîn ku karkerên çandiniyê yên jin di kamyonên ku 30 an 40 rêwiyan hildigirin de têne veguhastin. Çima karkerên çandiniyê yên jin ji mafên xwe sûd wernagirin? Em ji sedî 80'ê hêza kar a çandiniyê temsîl dikin, ji ber vê çima karkerên çandiniyê yên jin nayên naskirin? Heta li ser nasnameyên neteweyî jî, karê wan wek 'tiştek' tê pênase kirin, lê di rastiyê de ew her tişt e.

'Divê piştevanî ji karkeran re bê dayîn'

Cemîla li ser şert û mercên hewayê yên dijwar ên ku karkerên jin pê re rûbirû dimînin axivî û mirina karkerek ji ber germê li parêzgeha Sfaxê bi bîr xist. Cemîla got: "Medyayê rojek an du rojan li ser vê yekê rapor da, dûv re nûçe rawestiya, mîna ku ew tenê bûyerek demkî be. Çima?"

Cemîla tekezî li ser pêwîstiya çalakiyên meydanî û piştgiriya karkerên jin ên çandiniyê ji aliyê rayedar, medyayê û civaka sivîl ve kir û got: "Komele û civaka sivîl divê piştgiriyê bidin karker û cotkarên jin û derkevin meydanê da ku bibînin ka karkerên jin çawa dixebitin. Divê ew bibînin ka ev karker çawa li ber xwe didin da ku fêm bikin ka çiqas êşa rastîn a ku ew distînin dema ku mûçeyên kêm distînin."

Cemîla îfadeya xwe bi gotinekê bi dawî kir ku tê de kûrahiya tirsê ku bi karkera çandiniyê ya jin re di rêwîtiya wê ya rojane ya kar de tê, kurteber dike û got: "Ew ne kêfxweş e, lê belê ew kefenê xwe di destê xwe de hildigire û bi îhtîmala ku ew vegere cem zarokên xwe an jî nevegere re rûbirû ye."