Ruxmê hewldanên darazê jî ji bo kiryar cezaya muebeta girankirî hat dayîn

Der barê cerdevan Omer Yazici yê ku Hediye Yazici qetil kir de biryara cezayê girtîgehê ya muebeta girankirî di nava 7 salan de du caran ji dadgehê vegeriya. Duh di danişîna biryarê de cara sêyem cezayê muebeta girankirî li kiryar hat birîn.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Li Amedê Hediye Yazici di 10’ê Tebaxa 2015’an de ji aliyê cerdevanê gund Omer Yazici der barê wî de biryara dûrxistinê hatibû girtin li kolanê hat qetilkirin. Gotinên wê yên dawî; ‘Navê min Hediye ye, yê ku wisa li min kir hevjînê min e.’ Kujerê Hediye Yazici Omer Yazici ku ji cezayê muebeta girankirî tê darizandin, di nava 7 salan de 3 caran biryar hat girtin. Biryara dadgehê ku ya berê da, du caran ji aliyê dadgeha bilind ve bi hinceta rakirina nakokiyên di rapora cezayê ehliyetê de ye hat betalkirin. Omer Yazici yê ku bi rapora herî dawî ya ATK’ê ya  cezayê ehliyetê rêkirî hat darizandin, ji aliyê dadgeha cezayê giran a 3’yemîn ve biryara cezayê girtîgehê yê muebeta giran hat dayîn.

17 salan rastî tundîtûjiya sîstematîk hat

Hediye Yazici ji aliyê hevjînê xwe yê cerdevan Omer Yazici ve 17 sala rastî tundîtûjiya sîstematîk hat, piştî ku çû gel malbata xwe, der barê Omer Yazici de biryara dûrxistinê girt. Hediye Yazici ya ku der barê hevjînê xwe de doza hevberdanê vekiribû, di 10’ê Tebaxê de di nava kolanê de ji aliyê Omer Yazici ve bi kêrê hat qetilkirin. Kujerê ku ji aliyê derdor Omer Yazici hat girtîn û radestî polîsan hat kirin, di îfadeya xwe ya lêpirsînê de komkujî pejirand. Dozgeriyê diyar kir ku di îfadeya xwe de bûyer nepejirand û destnîşan kir ku dermanên psîkolîjik bi kar aniye.

Dadgeha bilind bi rapora cezayê ehliyetê îqna nebû!

Piştî bûyerê Omer Yazici bi doza sûcê ‘Bi zanebûn kuştin’ hat destpêkirin, biryara cezayê girtîgehê yê muebeta giran hat dayîn. Ew cezayê ku hat dayîn derbasî dadgeha bilindtir bû. Dadgehê der barê dozê de ew rapora ku ji heman nexweşxaneyê aniye de diyar kir ku nakokî hene. Dadgeha bilind kiryar sewqî saziya tiba edlî ya Stenbolê kir.  

Dosya du caran hat betalkirin

Di piştî raporê de dadgeh ji biryara ku hat girtin îqna nebû, di sala 2021’ê de cara duyem bal kişand ser tendirustiya mejî û ceza careke din betal kir. Dadgeha bilind xwest ku nakokiyên der barê herdu raporên kujer ên ji nexweşxaneya nexweşiyên sînîr û rih a Elaziğ de were derbaskirin. Kiryar cara duyemî sewqî saziya tiba Edlî ya Stenbolê kir rû xwest ku careke din rapor were girtin.  

ATK di rapora dawî de got cezayê ehliyetê temam e

Biryara cardin darazandinê ew rapora ku ji ATK ya Setembolê hatî xwestin hate amadekirin. Di rapora ku hatî amadekirin de di derbarê kiryar de

Der barê kiryar de cara sêyem cezayê giran ê mebetê hat dayîn

Piştî rapora ku li ser dosyayê hat zêdekirin, li dadgeha 3’em ya cezayê giran a Amedê danişîna kiryar Omer Yazici hat dîtin. Di danişînê de Omer Yazici li girtîgeha ku lê dimîne bi riya sîstema bi dîmen ya SEGBIS parastina xwe kir û got: ‘Min edaletê teslîmê ala dewleta komara Tirkiyeyê kiriye, yek Xwedayê min û yek dewleta min a mezin û zarokên min hene.’ Piştî ku mafê axaftina xweparastinê, piştî darazandina 7 salan, cara sêyem cezayê girtîgehê yê muebeta giran dan kiryar.