Li Rojavayê Kurdistanê polîtîkayên perwerdeyê û têkoşîna statuya zimanê Kurdî

Mamoste Fatima El-Şêx Osman diyar kir ku parastina zimanê Kurdî tenê bi malê nabe û got ku divê mafê Kurdan hebe bi zimanê xwe yê dayîkê di jiyana giştî, sazî û dibistanan de biaxivin û ev bi fermî bikeve bin temînatê.

NÛRŞAN EBDÎ

Kobanê – Di dibistanên herêmê de zimanê Kurdî roleke girîng di aliyê perwerde û çandê de dilîze û beşdarî pêşxistina nifşekî nû yê ku ji çand û dîroka xwe haydar e dibe. Ev nifş, bi fêrbûna zimanê xwe yê dayîkê dê mîrate û çanda xwe biparêze. Ji ber vê yekê, hebûna zimanê Kurdî di bernameya perwerdeyê ya xwendekarên li herêmên Kurdan ên Sûriyeyê de pir girîng e.

Ziman stûnek bingehîn e ji bo parastina nasnameyê û ewlekirina dîrok û çandê ji bo hemû gel û civakan. Ji bo gelê Kurd li Sûriyeyê, zimanê Kurdî beşek yekgirtî yê dîrok, nasname û mîrateya wan a çandî ye. Li gorî vê yekê, şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an xaleke girîng e di têkoşîna gelê Kurd de.

Di nava salên têkoşîn û berxwedanê de, di perwerdeya zimanê Kurdî de, ji dibistanên seretayî bigre heya peymangeh û zanîngehan, gelek serkeftin hatine bidestxistin. Bi vî rengî hebûna zimanê Kurdî di jiyana perwerde û çandî de xurtir bûye. Pêşkêşkirina perwerdeyê bi zimanê dayîkê ne tenê rê li ber windabûna ziman digre, di heman demê de girêdana nifşan bi çand, dîrok û nasnameya wan re xurt dike. Ew dibe alîkar ku nifşek were mezinkirin, qîmetê bide zimanê xwe û biparêze, mîrateya xwe ya çandî û dîrokî biparêze û bi vî rengî berdewamiya nasnameya Kurdî ji bo nifşên pêşerojê misoger bike.

Pêşketina sîstema perwerdeyê ya li Rojava û Kobanê

Di demên dawî de, gelek civîn û danûstandin di navbera Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de li ser naskirina zimanê Kurdî wekî zimanê dayîkê pêk hatin. Di 29’ê Tîrmehê de, civînek di navbera Wezîrê Perwerdeyê û nûnerên partiyên Kurd ên di Meclîsa Gelê Sûriyeyê de pêk hat. Hinek xal û daxuyaniyên vê civînê li ser medyaya dîjîtal belav bûn. Yek ji wan pêşniyara endamekî bû ku divê Kurdî di vê qonaxê de di dibistan û zanîngehan de neyê bikaranîn tenê li malê were bikaranîn. Van daxuyaniyan rastî bertekên tund hatin ji aliyê gelê Kurd ve.

Mamoste Fatima El-Şêx Osman li ser asta perwerdeyê li herêmê axivî, pêşketinên ku di qada perwerdeyê de, bi taybetî di pejirandina perwerdeya zimanê dayîkê de hatine dîtin, destnîşan kir. Her wiha behsa daxuyaniyên dawî yên piştî civîna di navbera Wezîrê Perwerdeyê û nûnerên Kurd ên di Meclîsa Gel de kir û girîngiya taybetmendiyên bêhempa yên herêmê, mafê xwendekaran ê girtina perwerdeyê bi zimanê dayîkê û parastina cihêrengiya zimanî û çandî kir. Fatima El-Şêx Osman rave kir ku di der barê sîstema perwerdeyê û asta wê ya li Rojava de, bi taybetî li bajarê Kobanê, sîstema perwerdeyê ya bajêr di salên 2012 û 2013’an de teşe girtiye, ev yek bi destpêkirina Şoreşa 19’ê Tîrmehê re hevdem bûye, di herêmê de veguherînên girîng ên siyasî, civakî û perwerdeyê nîşan daye.

Di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku di qonaxên destpêkê yên damezrandina sîstema perwerdeyê de, bernameyek yekgirtî û berfireh tune bûye ku astên perwerdeyê yên cuda di nava xwe de bigre. Lê belê hewldanên ji bo baştirkirina pêvajoya perwerdeyê hêdî hêdî berdewam kirine heya ku dibistanên li Kobanê û deverên gundewarî yên derdorê bernameyên xwendinê yên ku perwerdeya bi zimanê Kurdî peyda dikin pejirandin. Fatima El-Şêx Osman tekez kir ku xwendekarên li Kobanê derfeta perwerdeya Kurdî ya bi zimanê xwe yê dayîkê ji pola yekem heta zanîngehê her wiha bi zimanên din, bi taybetî Erebî û Îngilîzî, bi armanca pêşxistina danûstandin û jiyana hevbeş di navbera civakên cihêreng de, distînin dîtine.

Her wiha diyar kir ku ev modela perwerdeyê hewldanek nîşan dide ku perwerdeyê bêhtir berfireh bike bi dayîna mafê perwerdeyê bi zimanên xwe yê dayîkê ji bo hemû civakên ku li herêmê dijîn. Fatima got ku ev yek dibe alîkar ziman û çandên herêmî werin parastin, cihêrengiya çandî û zimanî were pêşvexistin û nifşek bi ziman û nasnameya xwe ve girêdayî be û bikaribe bi hawîrdora xwe re têkilî dayne were gihîştin.

Ziman kevirê bingehîn ê avakirina civakan e

Fatima El-Şêx Osman, bal kişand ser girîngiya perwerdeya bi zimanê dayîkê ji bo gelê Kurd û rave kir ku ziman stûna bingehîn e di avakirina civakan de û nasname, dîrok û çanda civakên xwe diyar dike. Her wiha destnîşan kir ku gelê Kurd li Sûriyeyê, tevî zimanê xwe yê dayîkê bi karanîna wê di malên xwe de parastiye jî demek dirêj ji mafê perwerdeya bi zimanê xwe yê dayîkê bêpar maye. Fatima El-Şêx Osman da zanîn ku ji bo parastina zimanê Kurdî ji windabûnê, ne bes e ku ew tenê di jiyana rojane de were bikaranîn; divê di dibistanan de jî cih bigire. Fatima El-Şêx Osman wiha got: “Mafê kesê tune ye ziman û nasnameya me asîmîle bike yan qedexe bike. Parvekirinên medyaya dîjîtal ên der barê civînê de fikarên li ser pêşeroja zimanê Kurdî di perwerdeyê de zêde kirine. Tenê bikaranîna zimanê dayîkê li malê têrê nake û ziman naparêze; divê mafê Kurdan hebe ku zimanê xwe yê dayîkê di jiyana giştî, sazî û dibistanan de bikar bînin û ev yek bikeve bin temînatê.”

‘Kesên êşa ji ber qedexekirina zimanê xwe nekişandibin nikarin Kurdan fam bikin’

Fatima El-Şêx Osman tekezî bi girîngiya perwerdekirina nifşên pêşerojê bi zimanê dayîkê kir û ezmûna xwe ya kesane ya têkoşîna ji bo îfadekirina nêrîn û hewcedariyên xwe bi Erebî dema ku di bin rejîma berê de dixwend bi bîr xist wiha domand: “Xweîfadekirin bi zimanê dayikê şiyana xwendekaran ji bo fêmkirin, beşdarbûn û pêşketinê zêde dike. A girîng ew e zimanê Kurdî di qanûn û destûra Sûriyeyê de were naskirin. Ew kesên ku êşa bêparbûna ji perwerdeya bi zimanê dayîkê nekişandine, nikarin asta êşa ku Kurd dikşînin fêm bikin û ev divê nebe sedemek ji bo dûrxistina zimanê wan an înkarkirina nasname û hebûna wan. Dema ku em li dîroka gelê Kurd li cîhanê û Rojhilata Navîn dinêrin, em dibînin ku Kurd rastî gelek qirkirin, komkujî û kampanyayên koçberkirina bi darê zorê her wiha hewldanên asîmîlasyon û jêbirina nasname, ziman û dîroka xwe hatine. Îro, mafê kesê tune ye ziman û nasnameya me înkar bike.”

Mamoste Fatima El-Şêx Osman bang li hikûmeta demkî, partî û kesayetên Kurd ên beşdarî diyalogê dibin kir ku daxwaz û mafên gel, bi taybetî mafê wan ê perwerdeya bi zimanê dayîkê, bidin wan. Tekez kir ku divê danûstandin bi rêzgirtina mafên hemû pêkhate û gelên li Sûriyeyê werin kirin ji ber ku mafê gelê Kurd ê perwerdeya bi zimanê Kurdî mafekî bingehîn e.