“Li Misrê pêdiviya rewşa kesanî bi qanûneke alternatîf e”

Gelek parêzerên jin teqez kirin ku pêwîstiya Zagona Rewşa Kesane bi guhertineke radîkal heye da ku li gorî guhertin û pêşketinên di civaka Misrê de pêk hatine be û bibe bersiv ji hemû qeyranan re.

ASMAA FATHÎ

Qahîre- Jin di hemû astan de ji ber gelek qeyranan êşê dikşînin. Ya herî girîng nebûna zagona rewşa kesane ya li Misrê ye. Ev zagon herî zêde jinan tengezar dike. Li cihê ku bibe alîkar di çareserkirina qeyranên wan de her wiha bi guhertin û pêşketinên mezin ên ku civak di astên curbecur de tê re derbas dibe tevnagere. Çi di forma pergala malbatê bi xwe de, çi di warê erkên ku ji jinan re hatine spartin û çi jî di guhertina mezin a teknolojîk û rola wan a bi bandora li ser pirsgirêkên jinan.

Ajansa me bi endamên sazî û însiyatîfa "Parêzerên Misrê ji bo Mafên Jinan" re ku di 21’ê Nîsanê de li ser rewşa sendîkaya xwe, krîzên ku jin di van demên dawî de dijîn û têkiliya saziyê nîqaş kirin re hevdîtin pêk anî.

"Jinên Misirê di nava krîzê de ne"

Sekretera Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên Jin ên Misrê ya Mafên Jinan Samîa Negm got ku xebatên li ser zagona statuya kesane ne tiştekî nû ye, ji ber ku ev gelek sal in didomin û da zanîn ku jin her dem rastî tundî û azarê tên, tevî vê yekê jî ji ber zagon nayên pêk anîn, zêdebarî stresî dijin. Her wiha got ku armanca guhertina zagonê ew e ku jiyana munasib ji bo jinên di astên curbecur de êş û azarê dikşînin were peydakirin, çi di karê xwe de, çi di aliyê tundutujiyê de, çi jî di aliyê mêr, bira, bav an jî ji aliyê kur ve.

Samîa Negm diyar kir ku guhertina Qanûna Rewşa Kesane dê di lehiya hemû endamên malbatê de be ku di nav de mêr, jin û zarok hene û destnîşan kir ku Saziya Parêzerên Jin ên Misrê bi lez û bez kar dike da ku pêşniyarên der barê danûstandina bi zagonê re derxe. Jixwe ji bo guhertina ku tê xwestin pêk were, di nava Parlamentoya Misrê de alîgir hene.

"Pêdiviya zagonê bi qanûnek nû heye"

Parêzera Dadgeha Bilind Sabah Haşim got ku zagona Rewşa Kesane pêdiviya xwe bi guhertineke radîkal heye, bi hewceyî qanûnek din e ku bi tevahî li gorî guhertin û pêşketinên zêdetirî 100 sal in di civaka Misrê de rû dane be.

Weqfa Hiqûqnasên Jin ên Misirê bi yek ji rêzefîlmên bi navê "Faten Amal Harbî" ku di meha Remezanê de di televîzyona Misrê de tê nîşandan, însiyatîfa "Em qanûnek ku çareseriya wê heye dixwazin" qebûl kir ku Zagona Rewşa Kesane nîqaş dike bi riya vegotina çîroka jineke ku biryara hevberdanê daye û ji hemû astengî û nakokiyên ku di zagonê de hene derbas bûye lewma wê biryar da ku dozê li dijî wî veke, û daxwaza guhertinên ku mafên wê misoger dike bike.

Sabah Haşim anî ziman ku însîyatîf bi hemû mijarên rêzefîlm rojane bi wan re mijûl dibe bi riya rûpelên xwe yên medyaya civakî têkilî daniye û bersiva qanûnî daye her pirs û krîza ku der barê Qanûna Rewşa Kesane de derdiket.

Der barê helwesta dewletê ya li ser zagonê de, parêzer Sabah Haşim destnîşan kir ku li ser vê yekê nîqaşeke mezin di astên cuda de tê kirin û krîza têkildarî wê di Meclisa Gel de ji aliyê nûner Semîra El-Cezzar ve hatiye vegotin lê belê astengiya rasteqîn a jiholêrakirina wê di wê yekê de ye ku pêwîstiya danîna qanûneke din heye. Ji ber ku temenê vê zaonê gihîştiye 102 salan û wê serdemê guhertin û pêşketineke teknolojîk a mezin dîtiye ku pêwîst e di ber çavan re derbas bibe.

"Em li ser bihêzkirina jinan kar dikin da ku bigihîjin navendên biryargirtinê"

Parêzera Dadgeha Bilind Fatima Yehiya û endama înîsiyatîfa Parêzerên Jin ên Misrê got ku di Qanûna Rewşa Kesane de gelek valahî hene. Bendên wê bi hewceyî ravekirin, şîrovekirin û berfirehkirinê ne û ya herî girîng jî mekanîzmayên cîbicîkirina wê dijwar in, nemaze di warê neqfkirinê de.

Fatima Yehiya bal dikşîne ku pêwîstiya zagonê bi şoreşek heye ji bo hilweşandina wê û teqez kir ku însiyatîf kar ji bo peydakirina lêkolînan dike ji bo kêmasiyên di zagonê de. Her wiha da zanîn ku 3 pêşniyarên cuda li Civata Nûneran ji çend aliyan ve hatine pêşkêşkirin ji bo daxwaza guhertina vê zagonê, digel pêşkêşkirina alternatîf û guhertinên ku bi projeyên pêşkêşkirî tên pêşniyarkirin.

“Saziya Parêzerên Jin li ser çend mijaran dixebite”

Fatima Yehiya di berdewamiya axaftina xwe de got ku Saziya Parêzerên Jin ên Misirê vê dawiyê li ser çend mijaran kar dike, zêdebarî zagona Rewşa Kesane, di nav wan de mekanîzmayên cîbicîkirina zagonên malbatî û tundutujiya li dijî jinan heye. Her wiha ji bo ku jin bikaribin beşdarî jiyana xebatê bibin ew di nava hewldanan de ne û da zanîn ku di van demên dawî de xeleka parêzerên jin hatiye berfirehkirin û plansaziya çalakiya sendîkayan li cihên cuda cih digre da ku jin bigihîjin cihên biryardayînê.

Fatima Yehiya destnîşan kir ku nûnertiya jinan pêwîstiyek e ji ber ku ew herî zêde dikarin rastiya jinan a dijwar ragihînin û herî zêde dikarin qeyranên xwe bînin ziman û bi awayekî cidî li çareseriyan bigerin.