Li Misrê kampanya hişyariyê ji bo parastina keçên ciwan ji şantaja elektonîk

Li Misrê di heyama dawî de gelek keçên ciwan bi şantajên elektronîkî re rû bi rû man, lewra rêxistinên jinan biryar dan ku ji bo parastina keçên ciwan ji şantajên elektronîkî dest bi kampanyayek hişyariyê bikin.

ESMAA FATHÎ

MİSİR – Li Misrê gelek jinên ciwan bi şantajên elektronîkî re ru bi ru dimînin. Rêxistinên Jinan di van demê dawî de ev yek weke pirsgirêkek girtin rojeva xwe  û ji bo jinên ciwan êdî bi şantajên elektonîk re rû bi rû nemînin bi dirûşmeya "Dawiya şantajê nabe" kampanayayên hişyarkirinê dane destpêkirin. Suhbeta li ser mijarê ji vir û şûnde destpêkir. Tu kes ji wan hay ji rastiya nebaş a ku hûrgiliyên wê ji aliyê Emîra Elî yek ji wan keçên ciwan ên ku hatibû şantajkirin azar kişand lê bê deng neman li gorî rêya yasayî ji bo bi dest xistina mafê xwe ket nava tevgerê.

"Hevala min bi hinceta nexweşiyê ez xapandim”

Emîra Elî çû Weqfa Parêzerên Jin ên Misirê, destpêkê her kes bi wêrekiya Emîra kêfxwş bûn her wiha axaftin li ser wêrekiya wê dest pêkir. Ji bo jinên dinê yên rastî van zehemtiyan tên teşwîq bikin ku wê gavê bavêjin û rêka yasayî bişopînin ji derketina li hember şantajan hayîdarbin. Lê edalet bicîh nanîn, ev jî bû sedema ku Emîra du rojan li midûretiya polîsan li kêleka kesê li ser wê şantaj kiriye bimîne. Her wiha rewşa wan yek bû tu ferq û cûdahî di navbera mexdûr û sûcdar nîn bû li hember qanûnê.

Emîra Elî di destpêka parvekirina xwe ya reşkirina elektronîk bi ajansa me re parvekir  û got ku hevala wê jê re got ew nexweş a penceşêrêye, ji ber ber giranbûna nexweşiyê êşê dikişîne û wiha lê zêde kir: "Bavê min jî bi nexwşiya penceşêra madê jiyana xwe ji dest da. Ji ber wê min hewl da di aliyê aborî de alîkariya hevala xwe bikim. Bi giştî 200 hezar cinêh (pereyên Misirê ) min alîkarî da wê û ev mîras min ji bavê xwe giritye lê hevala min ji dayîna deyînê min direve.

"Bi dizî dîmen kişandiye û tehdîda weşandina vîdyoyê dike"

Emîra Elî amaje bi wê yekê kir ku alozî ji dema ku pêwîstiya hevala wê bi pereyên wê hebû û ji hevala xwe pirsiya ku dê deyînê wê bîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ez matmayî mam ku hevala min ji min re behsa hebûna mêrekî ku şantajê li wê kiriye dikir. Piştî ku têlefona wê hat dizîn, ew şok bû ku şantajeke elektronîkî tê de heye, ji ber ku wê bi dizî dîmen kişandiye û tehdîda weşandina vîdyoyên wê  kiriye. Di vê rewşê de, hestên min tevlihev bûn û di navbera tirsa ji malbatê û redkirina şantajê de hemû bi ser min de dihatin û dûbare dikir û digot: ‘Dê ez qurbanî me, çima teslîm bibim û teqez qanûn wê li gorî edaletê tevbigere û aliyê min bigire.’ Her wiha ez çûm cem Weqfa Parêzerên Jin ên Misirê ji bo Mafên Jinan û min daxwaza piştgiriyê kir û bi seroka weqfê Heba Adel re hevdîtin pêk anî. Ji min bawer kir û zext li min nekir. Navbeynkar bû û bi diya min re axivî. Hewilda wê dil rehet bike beriya ku serî li lêpirsîna înternetê bide û riya qanûnî girtiye.”

"Pêdiviya me bi tedbîrên baş heye"

Aya Motamad jî diyar kir ku ew ji bo prosedura bi Amîra re hatiye kirin matmayî mane û wiha pêdeçû: "Xalên neyînî hene, ya herî girîng ew e ku polîs û dozgeriyê piştî wê yekê piştrast kirin ku ti têkiliyên wan bi raporta ku berê hatiye sererastkirin a bûyera reşkirinê re nîne ku ew di raporeke cuda de bi serê xwe lêkolîn dikin. Li vir divê ev cure tawan ji holê bê rakirin û rêyek taybet bi piştgirî û parastina qanûnî hebe heta ku tawanbar bên girtin. Ji ber ku sucên elektronî bi lez û bez e, ji ber wê yekê ji bo mexdûrên wê hewcedariya lezgîn bi tedbîrên piştgiriyê yên zêdetir heye.”

"Wekhev kirina sûcdar û mexdûr bi me gavan paşde dide avêtin"

Îman Mihamed xebatkara civakî li Weqfa Pirsgirêkên Jinên Misirê, nirxand ku wekhevî di danûstandina bi qurbanî û şantajker re bi tevahî nayê qebûlkirin, ji ber ku ev yek dê bibe sedem ku jin gav paşde bavêjin. Îman Mihamed diyar kir ku di rewşeke wiha de, divê rola yekîneya dijî tundûtûjiyê li navendên polîsan hebe û alîkariyê pêşkêşî jina ku rastî şantajê hatiye bikin, ji ber ku ev rewş dibe ku wê bike bin zextê û bandorê li biryara wê bike û encamên neyînî rûbidin. Îman Mihemed bal kişand ser vê yekê ku Weqfa Dozên Jinan ji bo parastin û piştgirîkirina şahidan kampanyayek daye destpêkirin û wiha domand: “Ji ber ev rewşane bandorên nerênî li  ser civakê dike ji ber wê jî divê pêşî lê bê girtin” û destnîşan kir ku hebûna qanûnek ku rê li ber şantajê digire û parastina qurbaniyên tacîzê ji tehdîdên ku li wan tê kirin, pir girînge.

"Agahdarkirina platforma ji bo tehdîdê tê bikaranîn"

Noha Lamlum, perwerdekara ewlehiya kar û ewlehiya dîjîtal li Federasyona Navneteweyî ya Rojnamegeran, tacîza dîjîtal nirxand û wiha got: “Tehdîdên elektronîkî an dîjîtal di van demên dawîn de bûne metirsiyek li pêşiya bikarhênerên Înternetê. Taybetî bi zêdebûna hejmar û cihêrengiya medyaya civakî ku gelek caran bandora wan a neyînî heye. Şantajên li ser bingeha zayendî li pêşiya metirsiyên elektronîk tê. Jin û tayîbetî jî zarokên keç ên temen biçûk dike armac. Pêwîste baldarî ji girîngiya rêveberiya ewlekariya dîjîtal were bilindkirin, bi taybet bi vî rengê tewanbar ku gihîştiye asta bêrûmetkirina jin û zarokên keçên temen biçûk. Divê netirsin, panîk û tevliheviyê kontrol bikin û ji bo alîkariyê serî li kesekî pêbawer bidin da ku elîkariyê pêşkêşî wan bike. Wêne an dîmen an jî belgeyên ku hatibin bikaranîn li ser medyaya civakî, wekî delîlên berbiçav ku di şandina raporek ji lêpirsînên înternetê re têne bikar anîn, li gel xwe bigrin.”