li Lubnanê neheqiya di meaşan de bandorê li jinan dike
Jinên li Lubnanê mafên xwe yên tevahî bi dest nexistine û ji ber neheqî û desteserkirina mafên xwe êşê dikşînin. Yek ji wan bêmafiyan jî cudakariya di navbera mûçeyê jin û mêran de ye.
CAROLÎN BAZI
Beyrûd- Beriya çend rojan, yek ji şaredariyên Lubnanê ragihand ku ew bi hewceyî jin û mêran e ku di warê çandiniyê de bixebitin û demjimêrên xebatê di navbera mêr û jinan de wekhev destnîşan kir. Lê belê şaredariyê xwest ku zîhniyeta baviksalar bimeşîne ku ji bo jinan mîqdara 60 hezar lîreyên Lubnanê û ji bo mêran 80 hezar lîreyên Lubnanê diyar kir.
"Qanûnên cudakariyê bi dawî nekir û em hewl didin ku îstîsnayê rakin"
Têkildarî bûyera navborî û neheqiya mafên jinan a der barê mûçe û meaşan de, nemaze di warê çandiniyê de, seroka Komeleya Warda Boutros Marie Nassif Al-Dibs ji ajansa me re wiha dibêje: "Mijara heqdestê wekhev ji bo xebatek wekhev ji dawiya sedsala nozdehan dest pê kir û heya niha jî didome. Komeleya me ya ku navê Warda Boutros lê hatiye kirin di nav daxwazên wê de bidesxistina mûçeyek wekhev ji bo xebatek wekhev hebû.
Warda Boutros marie Nassif Al-Diba wiha pêl da gotinên xwe: "Newekheviya di mûçe de heya roja îro jî berdewam dike. Jixwe xala 28'an a Qanûna Kar a Lubnanê destnîşan dike ku li kardêr qedexe ye cudahiyê bixe navbera zilam û jinan di warê mûçe, pêşketin, tezmînat, demjimêrên kar û heta cilên yekreng jî."
Her wiha Marie Dibs dibêje ku valahiyek heye komele hê nikare tijî bike û wiha domand: "Di qanûna kar a Lubnanê de valahiyek heye ku di benda 7 a Qanûna Kar de tê temsîlkirin ku tê de karkerên navmalî, cotkar û masîgir ji qanûna kar tên derxistin. Bi gotineke din, em dikarin bibêjin ku qanûna kar tenê ji bo beşên pîşesazî, geştiyarî û bazirganiyê hatiye veguheztin. Çandinî jî hat dûrxistin, tevî ku tê zanîn ji sedî 30 nifûsa Lubnanê rasterast li ser çandiniyê debara jiyana xwe dike. Komele li ser dagirtina vê valahiyê dixebite ji bo pejirandina peymana rêxistina kar a navneteweyî, ya hejmar 190."
Peymana Kedê (190) ku ji hêla Rêxistina Kedê ya Navneteweyî ve di 108'emîn rûniştina xwe de li Cenevreya, Swîsreyê, hat pejirandin, rakirina şîdet û tacîzê li cihê kar digre nav xwe. Ev dibe yekemîn peymana ku bi şîdet û destdirêjiya li ser kar re mijûl dibe û dibe peymanên herî girîng ên ku hemû endamên civakê jê sûd digirin.
Peymana (190) ku bi pêşniyara hejmar (206) a der barê bidawîkirina şîdet û tacîzê de li cîhana kar a 2019'de hat xurtkirin, ji bo karkeran standardek qanûnî mecbûrî ye ku bi pirsgirêka şîdeta kar re mijûl dibe û şîdeta zayendperest îtîraf dike.
Marie Dibs li axaftina xwe zêde dike û dibêje: "Xwediyên erdên çandiniyê ji vê îstîsnayê sûd digrin, yekem car ew ji pêdiviya mirovan a xebatê îstîxlal dikin bi rengekî ku gelek kargeh hatine girtin û di encamê de gelek karker berê xwe didin çandiniyê. Wekî din, ew dihesibînin ku rola jinan ne bingehîn e. Ji ber vê yekê, ew bi qasî mûçeyên ku didin zilaman nadin jinan, ji ber ku ew dibêjin ên berpirsyariya malê digrin ser xwe zilam in, ruxmî ku hejmarek ji zilaman itîraf kirine yên herî zêde di warê çandiniyê de dixebitin jin in jî wiha dikin. Ji ber vê yekê em dibînin ku ev mijara der barê jinên karker, di beşa çandiniyê de neheqiyek e û em bang ji bo guherîna benda 7'an ji qanûna kedê û betalkirina îstîsnayê dikin ji ber ku nabe tu kes ji qanûna kedê were îstîsnakirin."
Ji bilî qanûna kar, qanûna karmendan heye û di van her du qanûnan de îstîsna hene, zêdebarî pirsgirêka cotkarên jin. Heta di karên pîşesaziyê de jî qanûn nayê sepandin ango xala 28'an a ku hatiye guheztin jî xwedî rol nîn e û be bandor dimîne.
"Ji ber ku jin hewce ye bixebitin mûçeyê kemî zilam qebûl dikin"
Der barê sedema ku dihêle jin mûçeyek kêmî zilam qebûl bikin û tevî ku dizanin xwedan heman kedê ne jî Marie Dibs wiha dibêje: "Jin ji ber sedemek bingehîn razî ne, bi taybetî di van şert û mercên dijwar ên ku em tê de ne, ji ber ew hewce ne bixebitin, meaşek diyarkirî yanî kêm jî dibejirînin, ji bo ku bi hevserên xwe re alîkar bin û pêdiviyên malbata xwe bi cih bînin."
Der barê darizandina kardêrên ku qanûna kar bi cih neanîne de, dibêje ku Wezareta Kar erkdar e ku ger karsaz qanûnê bi cih neynin wan bide dadgehê û wiha domand: "Me di Tîrmeha borî de bi Wezîra Kar a berê Lamia Yammine re civînek li dar xist, di wê hevdîtinê de me pirsa hewcedariya Wezareta Kar ji bo darizandina saziyên ku qanûnê bi cih naynin kir û hewcedariya qanûnê ku beşa çandiniyê jî di nav xwe de digre, ji bo sêyeka nifûsa Lubnanê çavkaniya jiyanê ye. Jin li derveyê malê bi mêran re wekhev dixebitin, jixwe di asta hundurîn de ango li malê, lêkolînek nû li Ewropayê hat kirin û destnîşan kir ku divê jin ji ber hewldana ku li hundur û derveyî malê dikin meaşê herî zêde bigrin ji ber ku gelek peywirên wan hene."
"Nêzî ji sedî 65 jin bêkar in"
Marie Dibs piştrast kir ku di gelek lêkolînên îsal hatine kirin de diyar bûye ku ji sedî 65 ji jinan bêkar in, ji ber vê yekê, ger jin bi meaşê hindik razî bin, ev nayê vê wateyê ku em li hemberî wê bêdeng bimînin lê berevajî divê em şerê xwe yê ku em dimeşînin bidomînin da ku îstîsnayê rakin û Peymana Navneteweyî 190 bi cih bînin û pêdivî heye ku em destên xwe bidin hev da ku di dawiyê de bigihîjin encamek."
Maria Dibs diyar kir ku hin sendîka di warên pîşesazî û bazirganiyê de hene ku bi rastî ji bo mafên karkeran tevdigerin, di heman demê de di asta çandiniyê de li ser erd, yektiyek bi bandor tune ye û roleke jinan a sereke di guhertina zîhniyeta baviksalar de heye.
"Jin ji mêran kêmtir nîn in"
Serpereşta îdarî, Sherihan Al-Leithi, dibîne ku ne tişteke mantiqî ye kesek mûçeyek kêmtir ji yên din qebûl bike. Ger ku heman hewl û ked hebe ev yek ne rast e û diyar dike ku ev mijar ne tenê ji bo jinan ji bo her mirovî neheqî ye û wiha got: "Divê ez li gorî karê dikim û hewldana ku didim mûçe bigrim, ne li gor zayendê. Ez dibînim ku zîhniyeta baviksalarî ya li ser civakên me serdest e, ew sedem e ku meaşên jinan ji yên mêran kêmtir tê destnîşankirin lê em nikarin înkar bikin ku di nav hin zilaman de yên ku doza mafên jinan dikin pêşketinek heye lê zîhniyeta mêr hê jî serdest e û bandorek neyînî li gelek cihan dike."
"Hin rewş hene ku dibe ez mûçeyek kêmtirî zilam qebûl bikim"
Rêvebera Ofîsa Rêwîtiyê Zina Yahya red nake ku ji mêrekî kêmtir mûçe bigre ger ew heq bike û wiha dibêje: "Ez qebûl dikim ku ji mêrekî kêmtir mûçe bigirim ger ezmûn û asteke wî ya zanistî û çandî ji min bilindtir hebe, wê hingê ev mafê wî ye lê ger nirxandin li ser wê bingeha ku ew zilam e û ez jin im û asta rewşenbîrî, çandî û zanistî ya her duyan wek hev be, ez ê qebûl nekim, an ez ê mûçeyek bi qasî mûçeyê wî bistînim, an jî ger heq bikim belkî bilindtir be. Ez bawer dikim ku di encama şert û mercên dijwar de, jinek dikare meaşek ku ji ya zilamek kêmtir e qebûl bike, heta ew heman hewldanê dide.
Li ser biryara yek ji şaredariyên Lubnanê ku mûçeyê jinan bi 60 hezar lîreyên Lubnanê û mûçeyên mêran jî 80'ê hezar lîre diyar kir, Zina Yahya dibêje: "Wisa dixuyê ku ev kes hê jî di serdema nezanînê de ne û bawer dikin ku mêr serê malbatê ye û yên ku ji bo malbata xwe pere xerc dikin mêr in, ji ber vê yekê divê meaşê wan zêdetir be lê ew ji bîr dikin ku îro gelek jin ji bo malbatên xwe bi qasî mêran pere xerc dikin."