Li Iraqê zewaca zarokan: Zarok berpirsyariyên ne li gor temenê xwe digrin
Tevî qanûn û rêkeftinên ku parastina zarokan garantî dikin, li Iraqê zewaca zarokan hîn jî rastiyek e ku gefê li mafên zarokên keç ên perwerde û jiyana ewle dixwe. Wan ber bi berpirsyariyên ku ji temen û kapasîteya wan a hilbijartinê wêdetir in ve dibin.
TEMMENÎ EL-SARAWÎ
Bexda – Zewaca zarokan li Iraqê, ji ber bandora xizanî, kevneşopiyên civakî û rêjeya devjêberdana dibistanê yek ji pirsgirêkên civakî û qanûnî yên herî girîng e. Zarokên keç ên ku di temenê biçûk de tên zewicandin, di nav nîqaşên berdewam ên li ser qanûnên Rewşa Kesane de bi encamên cidî yên psîkolojîk, tenduristî û civakî re rûbirû dimînin. Pispor diyar dikin ku kontrolkirina vê diyardeyê, ji derveyî rêziknameyên qanûnî, pêdivî bi polîtîkayên perwerdehî, civakî û aborî yên berfireh heye.
Zarokatiyek ku di 14 salî de bi dawî bûyî
(D.A.) xeyal dikir ku xwendina xwe temam bike û bibe mamoste. Di 14 saliya xwe de, piştî ku malbata wê şert û mercên aborî û kevneşopiyên civakî kir hincet, biryar da ku wê bizewicîne, ji ber wê dev ji dibistanê berda. Wê wateya zewacê û berpirsyariya ku li benda wê ye fêm nekir. Piştî çend mehan dema hê zarok bû, pêşî bû hevjîn û paşê jî bû dayîk. Îro ew 19 salî ye û keça xwe di hembêza xwe de girtiye, dibêje ku tiştê herî zêde wê diêşîne ne westandin e, ew e ku zaroktiya ku beriya bijî, ji dest daye bû. Tevî hezkirina wê ya ji bo keça wê, hêvî dike ku ti zarokên din ên keç neçar nebin heman ezmûnê bijîn û her zarokek keç berî zewacê bifikirin, bibin xwedî mafê perwerdehî û jiyanek bi ewle.
‘Zarok berpirsyariyên ne li gor temenê xwe hildigrin’
Di vê çarçoveyê de, Dr. Xeyal El-Cewahîrî da zanîn ku zewaca zarokan êdî wek berê ne diyardeyek sînorkirî ye, berovajî wê bûye meylek ku her diçe mezin dibe û wiha got: “Ev yek ji derveyî kêmbûna hişmendiya civakî û çandî, her wiha xirabûnek eşkere di qanûnên ku divê zarok û jinan biparêzin de nîşan dide. Zarokek keç ku di temenek biçûk de bi zorê tê zewicandin rastî binpêkirina mafên bingehîn tê. Ji ber ji zaroktiya xwe, mafê wê yê xwendinê û pêşketina asayî bêpar maye, neçar dimîne ku berpirsyariyên malbatî yên ku ne li gorî temen, derûnî û bedenê wê ye hildigrin.”
Dr. El-Cewahîrî anî ziman heta ku destûr bê dayîn ku ev pêkanîn berdewam bikin, civak nikare bipêş bikeve û da zanîn ku rêjeyên bilind ên zewaca zû ne tenê pirsgirêkek malbatî an kesane ne, nîşana kêmasiyek di polîtîkayên civakî, perwerdehî û qanûnî de ne.
Gelek sedem hene
Xeyal El-Cewahîrî diyar kir ku berdewamiya vê diyardeyê ne sedemek tenê ye, bi yekbûna faktorên girêdayî hev ve girêdayî ye. Di nav van faktoran de ya sereke pabendbûna hin civakan bi kevneşopî û adetên kevin ve girêdayî ne ku zewaca zû wek normal an rêyek ji bo parastina malbatê dibînin û wiha domand: “Hinek malbat ji bo xizanî û krîzên aborî û barên malî sivik bikin, zarokên xwe yên keç dizewicînin. Her wiha rêjeyên devjêberdana dibistanê û kêmbûna standardên perwerdehiyê îhtîmala zewaca zû zêde dikin, ji ber zarokên keç ên dev ji dibistanê berdidin, bêtir meyla wan heye ku di temenê ciwan de bizewicin. Hin destwerdanên eşîrî û civakî bandorê li biryarên zewacê dikin û tevî ziyana girîng a dide zarokên keç, di berdewamkirina vê diyardeyê de bi sûd dibin.”
Xeyal, nerazîbûna xwe li dijî guhertinên Qanûna Rewşa Kesane (Qanûna Ceferî) nîşan da. Bawer dike ku ev guhertin, ji bo parastina zarokên keç ji zewaca zû ji rêgezên ku di Qanûna Rewşa Kesane ya Hejmar (188) a sala 1959’an de hatine destnîşankirin, gavek paş de ye.
Xeyal da zanîn ku her metnek qanûnî ku destûrê dide zewaca zarokên keç di temenê biçûk de tê wateya binpêkirina mafên zarokan û li dijî rêgezên destûrî û peymanên navneteweyî yên ku ji hêla Iraqê ve hatine pejirandin e ku tekezî li ser pêwîstiya parastina zarokan ji hemû awayên destavêtin û zorê dikin û wiha got: “Ew dibêje ku pirsgirêk ne tenê bi temenê zaroka keç ve girêdayî ye, di heman demê de bi kapasîteya wê ya psîkolojîk, fîzîkî û derûnî ya dayîna biryarek jiyanê-guherîner a mîna zewacê ve jî girêdayî ye, zarok di wî temenî de vê bi temamî fêm nake.”
‘Zewaca ku zû bandorê li hemû jinan dike’
Divê dadwerî garantorê sereke yê mafên zarokên keç be. Xeyal El-Cewahîrî destnîşan dike ku yek ji encamên herî xeternak ên hin guhertinên qanûnî, qelskirina rola dadweriyê di parastina zarokên keç de ye. Ew tekez dike ku divê dadgeh bêyî ku zextên civakî an kevneşopiyên eşîrî hebin, bibin saziya sereke ya parastina mafên zarok û jinan û wiha got: “Dûrxistina dadweriyê ji van dozan dikare bibe sedema biryarên ku berjewendiyên çêtirîn ên zarokên keç li ber çav nagirin û wê ji mafên xwe yên herî bingehîn ên qanûnî û mirovî bêpar bihêle. Bandorên zewaca zû ne tenê bi zarokên keç ve sînordar in, bandorê li jinan bi giştî dikin, ji ber qanûnên qels bandorê li mafên wan di nav malbat û civakê de dikin.”
Encamên demdirêj ên tenduristî, derûnî û civakî
Xeyal radighîne ku zewaca zû encamên cidî yên tenduristiyê ava dike, keçên ciwan bêtir ji tevliheviyên ducaniyê û zayînê re meyildar dike, her wiha ji derveyî vê bi pirsgirêkên tenduristiyê ku tevahî jiyana wan dewam bike re rû bi rû dimînin. Her wiha destnîşan dike ku keçek ciwan dibe ku gihîştina psîkolojîk a wê tune be ku bi zextên jiyana zewacê re têbikoşe. Ji ber vê wê bêtir meyildar dike ku bi fikar, depresyon, tundiya navmalî û veqetînê re rûbirû bimîne.
Xeyal da zanîn ku zarokên keç ên di vî temenî de li cihê berpirsyartiya mezinkirina zarokan, pêwîstî bi lênêrîn, perwerde û pêşxistina karekter heye. Ew tekez dike ku gelek zewacên zû ji ber nelihevhatin û nebûna têgihîştinê di navbera hevjînan de dibin sedema pirsgirêkên malbatî.
Rayedar piştrast dikin ku Iraq pabendî hejmarek peymanên navneteweyî ye ku parastina zarok û jinan garantî dikin û bawer dikin ku divê ev peyman bi eşkere di qanûnên neteweyî de bên nîşandan da ku parastina zarokên keç ji zewaca zû mîsoger bikin. Daxwaz kirin ku hemû yasayên ku dikarin destûrê bidin zewaca zarokên keç ên temen biçûk werin nirxandin û hewl bên dayîn ku qanûnên hişktir bên derxistin ku zaroktiyê diparêzin û pêşî li destavêtina zarokên keç di bin her hincetek a civakî an aborî de digirin.
Medya û perwerde: Xeta yekem a parastinê
Xeyal El-Cewahîrî bawer destnîşan kir ku medyayê êdî rola xwe ya pêwîst a hişyarkirinê di şerê li dijî vê diyardeyê de pêk nayne û wiha got: “Bernameyên ku pirsgirêkên jin, malbat û zarokan çareser dikin, li gorî asta pirsgirêkên ku civak pê re rû bi rû ye, sînordar in. Dibistan, zanîngeh, rêxistinên medyayê û rêxistinên civaka sivîl divê kampanyayên perwerdehiyê yên berdewam ku hişyariyê li ser xetereyên zewaca zû û encamên wê yên tenduristî, psîkolojîk, civakî û yasayî zêde bikin, bidin destpêkirin.”
Berpirsyariya dewlet û civakî
Xeyal El-Cewahîrî di dawiya axaftina xwe de bal kişad ser girîngiya kêmkirina rêjeyên devjêberdana dibistanê. Xeyal diyar kir ku ragirtina zarokên keç li dibistanê yek ji faktorên herî girîng di parastina wan ji zewaca zû de. Her wiha di pêşerojê de ji hêla aborî û perwerdeyî ve wan bihêz dike ye û wiha got: “Têkoşîna li dijî zewaca zarokan ne berpirsyariya wezaret an saziyek tenê ye. Berpirsyariyeke neteweyî ya hevpar e ku hevkariya di navbera şaxên yasadanîn û cîbicîkirinê, her wiha saziyên dadwerî, perwerde û medyayê û rêxistinên civaka sivîl de hewce dike.”
Gelo ev hewildan dê di parastina zarokatiyê de biserkevin?
Zewaca zarokan, ne tenê ji ber bandorên wê yên qanûnî, di heman demê de ji ber bandora wê ya kûr li ser pêşeroja zarokên keç û civakê, li Iraqê yek ji mijarên herî nakok e. Di nav bangên ji bo rêziknameyên yasayî yên hişktir, baştirkirina perwerdeyê û zêdekirina hişmendiya giştî de, pirs ev e: Gelo ev hewildan dê di parastina zarokatiyê de biserkevin û mafê zarokên keç bidin ku jiyanek bê berpirsyariyên zewaca zû bijîn, an jî ev diyarde dê berdewam bike ku bêtir zarokên keç ji zarokatî û pêşeroja wan bêpar bike?