Li girtîgeha Dîzelabad a Kirmanşanê girtî bi zextên duqatî re rûbirû ne
Li Îranê, raporên ji girtîgeha Dîzelabad a Kirmaşanê tên, behsa zêdebûna qedexeyan, xirabbûna şert û mercên ragirtinê û zextên li ser girtiyan û malbatên wan her ku diçe zêde dibe dikin.
SARA PORXEZARÎ
Kirmanşan— Yek ji amûrên bingehîn ên parastina desthilatê, çêkirin û avakirina tirs û xofê ya di hikûmetên dîktator de ye. Di sîstemên wiha de, her ku hikûmet nêzî qonaxa hejandin û hilweşînê dibe, zextê li ser girtiyên siyasî û çalakvanên sivîl zêdetir dike. Armanca sereke ya gurkirina vê şêwazê ew e ku hikûmet bi meşandina tûndiyê li ser kesên girtî, peyamekê bide civakê ku bedêla rûbirûbûn û dijberiya ligel wê dikare heta ku derê biçe.
Di mehên dawî de û hevdem ligel zêdebûna nîşanên lawazî û bêaramiyê di pêkhateya Komara Îslamî de, pêla darvekirina xwepêşanderan û zextên li ser girtiyên siyasî gihîştiye asta herî bilind. Li gorî raporên ku ji aliyê çavkaniyên mafên mirovan ve hatine weşandin, ji meha Çileyê ya sala borî heta niha bi dehan kes ji girtiyên xwepêşandanên Çileyê, her wiha girtiyên din ên siyasî di vê pêvajoya kurt de hatin darvekirin. Di van rojên dawî de jî, cezayê darvekirina du kesan ji girtiyên xwepêşandanên Çileyê ku temenê wan di bin 25 saliyê de bû, di girtîgeha Şahrûdê de hat bicihanîn. Li kêleka van darvekirinan, girtiyên din ên siyasî yên ku di rêzê de ne, di şert û mercên pir xirab û metirsîdar de dijîn.

Zextên li ser malbatên girtiyên siyasî zêdetir dibin
Raporên ji girtîgeha Dîzelabad a Kirmaşanê hatine, nîşan didin ku ji destpêka şerê dawî ve, rewşa vê girtîgehê bi awayekî berçav xirabtir bûye. Li gorî van raporan, hejmara girtiyan bi giranî zêde bûye û qedexeyên nû li ser wan hatine ferzkirin. Qedexeyên bûne sedem ku pêwendiyên telefonî yên girtiyan ligel malbatên wan dakeve asta herî kêm û hema hema hemû hevdîtin ji bo rêgirtina li her cûre hevgirtinekê hatine betalkirin da ku zextên li ser malbatên girtiyên siyasî zêdetir bibin.
Dîzelabad: Sembola dijwarbûna zextên li ser girtiyên siyasî
Ferehnaz.X, rojnamevanek ku li Kirmaşanê dijî, dibêje: “Girtîgeha Dîzelabadê ji zû ve wek yek ji tirsnaktirîn û girtîtirîn girtîgehên Îranê yên ji bo ragirtina girtiyên siyasî tê naskirin. Di mehên dawî de, bi taybetî piştî xwepêşandanên gel ên meha Çileyê, gelek rapor hatine weşandin ku nîşan didin hejmara girtiyan bi awayekî bêmînak zêde bûye û hikûmetê hewl daye ku hemû kapasîteya vê girtîgehê ji bo pêla nû ya girtinan bikar bîne. Bi zêdebûna hejmara girtiyan, rewşa tenduristî, derman û xwarinê ku berê jî di asteke pir nizm de bû, niha bi awayekî metirsîdar ber bi xirabbûnê ve çûye. Hinek çavkaniyên ku kesûkarên wan di vê girtîgehê de ne, dibêjin hevdîtinên rûbirû hatine sînordarkirin û ji bo dîtineke kurt divê bi rojan û carna bi heftiyan li bendê bimînin. Komeke din jî ragihandine ku pêwendiyên telefonî hema hema hatine birîn û eger pêwendiyek çêbibe jî, pir kurt û di bin çavdêriyê de ye.”

Di girtîgehên Îranê de krîza tenduristî, birçîbûn û bêparbûnê
Eger em şert û mercên heyî yên li girtîgeha Dîzelabadê wek mînakek ji rewşa giştî ya girtîgehên welat bigrin dest, em ê bi zelalî bibînin û nas bikin ku ev modela tirsandin û zextê tenê bi girtîgehekê ve sînordar nîne û di gelek girtîgehên din de jî tê dubarekirin. Raporên piralî, çavkaniyên nûçeyan û malbatên girtiyan nîşan didin ku di mehên dawî de li girtîgehên Kerec, Gonbed-e Qabûs, Dewletabad a Îsfahanê, Evîn û çend girtîgehên din, zextên giran li ser girtiyan hatine ferzkirin.
Krîza Tenduristiyê
Rapor nîşan didin ku di girtîgehan de krîza tenduristiyê gihîştiye asteke wisa ku nexweşiyên cûrbecûr bi lez di navbera girtiyan de belav dibin. Nebûna derfetên seretayî yên tenduristiyê, kêmbûna tiştên paqijiyê, qerebalixa zêdetirî kapasîteyê û astengkirina çûyîna girtiyan bo dermanxaneyê, ev rewş xirabtir kiriye û tenduristiya gelek girtiyan kiriye bin metirsiyeke mezin. Hinek çavkanî dibêjin ku heta ew girtiyên nîşanên nexweşiyên vegirtî (enfeksiyonî) pê re hene jî, bi rojan bêyî çareserî û guhpêdanê tên hiştin.

Rewşa Xwarinê
Digel krîza tenduristiyê, rewşa xwarinê jî gihîştiye asta hişyariyê. Raporên ji girtîgehên navborî tên, nîşan didin ku kalîteya xwarinê bi giranî daketiye û di gelek rewşan de, xwarina ku tê belavkirin ne ji aliyê nirxa xwarinê ve û ne jî ji aliyê paqijiyê ve nayê qebûlkirin.
Kêmbûna Rêjeya Xwarinê
Lê pirsgirêk ne tenê kalîte ye. Mîqdara xwarina ku tê dayîn jî bi awayekî berbiçav kêm bûye û gelek girtî di nav şevûrojekê de tenê danekî pir kêm distînin. Hinek malbatan gotin ku hezkiriyên wan di pêwendiyên kurt û sînordar de, behsa birçîbûna berdewam û lawazbûna fîzîkî kirine.
Ev koma şert û mercan nîşan dide ku girtîgehên welat rûbirûyî krîzeke pergalî û giştî ne; krîzek ku ne tenê mafên bingehîn ên girtiyan binpê dike, her wiha tenduristî û jiyana wan jî dixe bin rîsk û metirsiyeke mezin.
Bêçaretiya zagonî û lîstika derûnî ligel malbatên girtiyan
Ferehnaz di berdewama axaftina xwe de eşkere kir ku malbatên hinek ji girtiyan gotine ku ji bo alîkariya kesûkarên xwe yên di girtîgehê de, hinek pere bi xwe re birine da ku girtî herî kêm bikaribe ji bufeya girtîgehê xwarin an pêdiviyên sereke bikire. Ferehnaz wiha pê de çû: “Lê berpirsê pêwendîdar rê li ber radestkirina rasterast a pereyan girt û ji malbatan xwest ku pereyan bidin wî da ku ew bighîne ber destê girtî. Tevî vê yekê, piştî demeke dirêj gava malbat bi ser ketine ku hevdîtineke kurt bikin, girtiyên wan bi zelalî gotine ku tu pereyek ji aliyê berpirsên girtîgehê ve radestî wan nehatiye kirin.”
Ev vegotin nîşan didin ku ji bilî zextên giran ên fîzîkî û derûnî, girtî rûbirûyî cûreyekî din ê sûdewergirtina hovane ne ku ew jî talankirin û zeftkirina tiştên wan ên kêm e ji aliyê hinek cerdevanên girtîgehê ve. Ev mînak diyar dikin ku li kêleka pirsgirêkên strukturî û şert û mercên nemirovî yên li girtîgehê, gendelyeke sîstematîk jî di herikînê de heye; gendeliyeke wiha ku heta mafê herî kêm ê dabînkirina hewcedariyên seretayî jî ji girtiyan distîne.
Li Qizil Hesarê: Krîza avê û firotina mafên bingehîn
Rapor destnîşan dikin di hefteyên dawî de, hevdem ligel dijwarbûna krîza bêaviyê li girtîgeha Qizil Hesar a Kerecê, berpirsên girtîgehê girtî neçar kirine ku tenê di rewşekê de bikarin ava vexwarinê bi dest bixin ku bixwe mesrefa dabînkirina tankerên avê bidin. Bi vî awayî, pêdiviya herî seretayî û bingehîn ya mirovî veguheriye mijarek ku bi şiyana darayî ya girtiyan ve girêdayî ye û zexteke ducar li ser wan çêkiriye.
Lê pirsgirêkên girtiyan tenê bi van xalan ve sînordar nînin. Çavkaniyan ragihandin ku rêjeyeke berçav ji girtiyên ku di mehên dawî de bo girtîgeha Dîzelabad a Kirmaşanê hatine veguhestin, xwepêşanderên destbiserkirî yên meha Çileyê ne. Kesên ku bi tohmetên pûç û bêyî pêşkêşkirina hincetên hiqûqî hatine girtin.
Di girtîgehên din de jî, gelek girtî heta niha tewar yek rûniştina dadgeha fermî jî nedîtine û bi mehên dirêj e di rewşeke bêçaretî û nezelaliya mutleq de dijîn û berdewam di navbera girtîgehên cûda de tên veguhestin. Rewşeke ku mirov dikare wekî pûçker û nemirovî pênase bike. Mîna rewşa welatiya Behayî ya 62 salî di girtîgeha Dewletabad a Îsfahanê de, Ferîde Ebdî ku ji bilî bêparbûna ji derfetên dermankirinê, dosya û çarenûsa wê di nav tarîtî û nezelaliyê de ye.
Bêçaretiya dirêj û cezayên lezgîn
Li aliyê din, komeke din a girtiyan hene ku bêyî derbasbûna qonaxên qanûnî û bêyî avakirina dadgeheke eşkere an mafê hebûna parêzerekî serbixwe, di demek pir kurt de bi cezayên giran re rûbirû bûne. Hinek ji van kesan tenê çend roj piştî girtina xwe, rûbirûyî hikmên girtîgehê yên demdirêj hatine. Cezayên ku ne li ser bingeha delîlên pêbawer, lê belê li ser bingeha mikurhatinên bi zorê an raporên ewlehiyê hatine birîn.
Mîna rewşa Fatime Tendîriyan ku yek ji girtiyên xwepêşandanên meha Çileyê li Îzeyê ku bi dadgehkirineke pir bilez û şaşwaz re rûbirû maye. Ew niha 5 sal cezayê girtîgeha taloqkirî de ye û berê jî nêzî 4 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, cezayên ku di pêvajoyên pir kurt a girtina wê de yekser hatin derxistin.
Ev her du rewş ji aliyekî ve nezelalî û bendewariya dirêj û ji aliyê din ve derxistina lezgîn a cezayan, nîşan dide ku proseya dadweriyê di van dosyayan de ne tenê ne zelal e, lê belê ji prensîbên bingehîn yên dadgehkirineke dadperwer jî pir dûr e.
Şerê derûniyê li ser malbatan: Dosyaya Dîzelabadê
Mesûme. F, ku yek ji xizmên wê di dema xwepêşandanên Çileyê de hatiye girtin, wiha dibêje: “Heya ku ez agahdar im, malbata vî xortî xistine nav lîstikgireke derûnî ya pir pûçker. Ji rojên pêşîn ve, berdewam telefonî malbatê dikin û dibêjin ku kurê we di girtîgeha Dîzelabadê de ye; cil û berg û kelûpelan jê re bînin û ji bo hevdîtinê werin. Lê her car ku malbat bi hêviya dîtina wî diçe ber deriyê girtîgehê, jê re dibêjin ku tu kesî ji girtîgehê telefonî we nekiriye û kesekî wiha li vir nîne.
Çend caran jî bi hejmarên ku xwe wek berpirsên girtîgeha Evînê didan naskirin, telefon kirin û gotin ku kurê we ji Dîzelabadê veguhestine Evînê, ji bo hevdîtinê werin. Lê gava malbat gihîşt Evînê, li wir jî gotin ku veguhestineke wiha çênebûye û ew şandine girtîgeheke din. Niha zêdetirî 5 meh in ku ew hatiye girtin û malbat hê jî nizane kurê wan di kîjan girtîgehê de tê ragirtin. Dayîka vî kurî hema hema her roj diçe Dîzelabadê bi wê hêviyê ku îro agahiyekê bidinê, lê her roj bi bersiveke cûda û bêhêvîker rûbirû dibe. Ev bêçaretî, malbat bi temamî helandiye û ew nizanin divê baweriya xwe bi kîjan gotinê bînin.”
Encam
Bi giştî, bi nêrandinek li nûçeyên dawî yên derbarê rewşa girtiyan û girtîgehên Îranê di mehên borî de, mirov dikare fêm bike ku hikûmet zexta herî mezin ji bo kontrolkirin û serkutkirinê bikar tîne. Bisînorkirina tund, wekî birîn an kêmkirina gihîştina xwarin, av, tenduristî, derman, dermankirin û têkiliya ligel cîhana derve, hiştiye ku girtî ji her demê zêdetir di bin zextên giran de bin.
Ji ber vê yekê,bi baldarî li ser dîroka Komara Îslamî di danûstandina ligel girtiyên siyasî û ewlehiyê de, îhtimala derxistina cezayên girantir, wekî darvekirinên komî (bi armanca kêmkirina mesrefên ragirtina girtiyan) ne dûrî aqil e. Li aliyê din, hikûmet bi amûrkirina girtiyan û ferzkirina zextan li ser malbatan, wan veguherandiye çavkaniyek ji bo qezenckirina pere an bidestxistina xalên siyasî.
Di encamê de, tiştê ku îro di girtîgehên Îranê de tê dîtin, nîşaneya modelek sîstematîk a zextê ye. Modelek ku eger neyê sekinandin, dikare bighîje asteke ku jiyan û ewlehiya bi hezaran girtiyan zêdetir bike bin metirsiyê. Ev girtî di nav çaleke reş de asê mane ku Komara Îslamî di dirêjahiya dehsalan de çêkiriye; cihekî ku ronahî, deng û jiyan bi zanebûn jê hatiye jêbirin.