Kiryarê tecawiza li dijî jina astengdara zihnî nehat girtin

Jina ku ji aliyê zihnî ve astengdar bû piştî ji aliyê Hakan E. ve rastî tecawizê hat ducanî ma û zarokê wê ya ku çêbû girtin bin parastinê. Der barê Hakan E. de biryara darizandina bi awayê serbest hat dayîn.

Amed- Hat hînbûn ku li Amedê jineke ji aliyê zingî ve astengdar  ji aliyê mêrê bi navê Hakan E. ve rastî tecawizê hatiye. Bûyer piştî ku jin ducanî ma derket holê, malbatê der barê Hakan E. de gilî kir. Tevî ku di îdianameya piştî lêpirsînê hat amadekirin de hat xwestin bersûc ji sûcê "Êrişa zayendî ya bi wesf" bê cezakirin jî bersûc bê girtî tê darizandin.

Di Adara 2022’an de dayika ku ferq kir zikê keça wê ya astengdara zihnî mezin bû li nexweşxaneya ku keça xwe bir hîn bû, keça wê ducanî ye. Malbat piştî vegotinên jina rastî tecawizê hat, çû qereqolê û der barê kiryar de gilî kir.

Rapora Lijneya Tenduristiyê rewşa wê ya astengdar piştrast kir!

Bi rapora Lijneya Tenduristiyê jî eşkere bû ku jin astengdara zihnî ye û di rewşek nikare xwe di aliyê bedenî û ruhî de biparêze. Hakan E. yê ku piştî raporê hat binçavkirin, di îfadeya xwe de diyar kir ku agahiya wî tune bûye jin astengdara zihnî ye. Hakan E. yê ku ji bo xwe ji sûc xilas bike îfade da, wiha got: “Ez ji bo ku bi wê re bizewicim pê re bûm.” Kiryar piştî îfadeya xwe hat berdan.

Tevî daxwaza cezakirinê jî serbest tê darizandin!

Îdianameya ku piştî îfadeyên hatin girtin û rapora lijneya tenduristiyê têkildarî bûyerê hat amadekirin, ji aliyê 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat qebûlkirin. Di îdianameyê de hat xwestin ku bersûc ji sûcê "Êrîşa zayendî ya biwesf" bê cezakirin û ji bo parastina ku bersûc kir jî wiha hat gotin: "Parastina ji bo xilasbûna ji sûc e û nayê bawerkirin.”

6 sal berê jî rastî êrîşa zayendî hatiye!

Bersûc Hakan E. nehat girtin, beşdarî danişîna ewil jî nebû. Hakan E. yê ku di danişîna duyemîn de der barê wî de biryara bi zorê anînê hat dayîn, di danişîna xwe de parastina heman awayî kir. Hat hinbûn di pêvajoya danişînê de jina ku zarok anî û bi zarokan re ket bin parastinê. Dayika jina ku di danişîna herî dawî ya 12'ê Kanûna 2023'an de parastin kir, da zanîn ku keça wê ya astengdara zihnî nêzî 6 sal berê ji aliyê merê bi navê D.B ve jî rastî êrîşa zayendî hatiye û zarokeke keç aniye cîhanê. Dayik, bi gotina "Ez gelekî tirsiyabûm û mijara namûsê li holê hebû” da zanîn bûyera pêk hatiye birine dadgehê û xwest ji bo heman rewş dubare nebe Hakan E, bê cezakirin.

Der barê jin û zaroka wê de agahî nehat dayîn!

Danişîneke din a dozê wê di 28'ê Gulana 2024'an de bê dîtin. Di doza ku bersûc Hakan E. serbest dihat darizandin de, der barê rewşa dawî ya jin û zarokê de jî ji malbatê re agahî nehat dayîn.