Kiryarê bûyera kuştinê piştî 8 mehan hat girtin

Kurê Esma Yucel, Suleyman Yucel ê ku piştî qetilkirina dayika xwe Esma Yucel winda bû, 8 meh şûnde hat girtin. Bi vê bûyerê jî diyar bû ku kujerên jinan kesên herî nêzî wan in. Kiryarê ku dê danişîna wî ya ewil dê di 29'ê Adarê de bê dîtin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed - Dayika 4 zarokan Esma Yucel a 35 salî di 14'ê Hezîrana 2021'ê de li Taxa Huzurevlerî ya navçeya Kayapinara Amedê bi çekê hat qetilkirin. Kurê wê Suleyman Yucel ê ku yekane gumanbarê bûyerê bû û piştî bûyerê 3 roj şûnde der barê wî de biryara girtinê hat dayîn, di 19'ê Çileya 2022'an de li Silopiyayê hatibû binçavkirin. Hat hînbûn ku Suleyman Yucel e weke bersûcê cînayetê hatiye girtin, beriya bûyerê 2 meh ji ber dayika wê Esma Yucel bi tîşort derketiye balkonê tundî lê kiriye. Piştî ku kiryar Suleyman Yucel hat binçavkirin, der barê bûyerê de îdianame hat amadekirin. Danişîna ewil a dozê dê di 29'ê Adarê de bê dîtin.

Biryara girtinê piştî sê rojan hat dayîn

Li ser bedena Esma Yucel a ku di 14'ê Hezîrana 2021'ê de di saetên sibêhe de dema li mala xwe razayî hatibû qetilkirin, 4 şopên guleyan hatin dîtin. Di qeydên kamerayên ku yekser piştî bûyerê hatin temaşekirin de tê dîtin ku kiryar Suleyman Yucel beriya bûyerê ketiye malê û piştî 40 deqîqeyan li malê maye bi wesayîda xwe ji malê dûr ketiye. Tevî ku yekane gumanbar tê dîtin jî piştî bûyerê 3 roj şûnde ji bo kiryar biryara girtinê hat derxistin.

Kiryar piştî 8 mehan hat girtin

Lêpirsîna ku piştî bûyerê hat vekirin bi mehan berdewam kir. Piştî ku kiryar Suleyman Yucel meha borî li Deriyê Sînor ê Xabûrê yê Silopiyê hat binçavkirin û girtin, der barê dosyayê de îdianame hat amadekirin. Di îdianameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hat amadekirin de îfadeyên şahid û gumanbaran cih girtin. Zarokên Esma Yucel ên di îdianameyê de îfade dan destnîşan kirin ku ew Suleyman Yucel yekane bersûc dibînin û diyar kirin ku Suleyman Yucel beriya bûyerê 2 mehan tundî li dayika wan kiriye.

Bi gotinên 'destê min lê ket' xwe parast!

Di îfadeyên dayika Esma Yucel de hat hînbûn ku rojek beriya bûyerê Esma Yucel telefonî dayika xwe kiriye û gotiye; "Suleyman madeya hişbir bi kar aniye, ez gelekî ditirsim." Her wiha di nav agahiyên ku hatine bidestxistin de cih digre ku Suleyman Yucel piştî bûyerê ji xwişka xwe re peyama "Bavê min ev heq nekiribû" şandiye. Hat diyarkirin ku dema ferdên malbatê der barê Suleyman Yucel de gilî kirin, Suleyman Yucel ê ku beriya bê girtin îfadeya wî hatiye girtin, sûcdar kirine red kiriye û ji bûyera tundiyê re jî gotiye "Bi şaşîtî destê min lê ket."

Kiryar dê bi sûcê "kuştina bi zanebûn û qestî” bê darizandin

Di îdianameya ku dê kujer bi sûcê "kuştina bi zanebûn û qestî” bê darizandin” hat amadekirin de van îfadeyan cih girtin:

"Piştî bikaranîna alkol û madeyên hişbir, gumanbar li hember mexdûr dest bi helwestên êrîşkar kir û dema ku pir hêrs bû, hevokên tehdîtkar ên wekî "Ez ê te bikujim" bi kar anî û ev jî ji aliyê xwişk û birayên wî yên ku di heman malê de dijîn hat bihîstin. Bêrsûc roja beriya bûyerê herdu xwişk û birayên xwe biriye cihê xwe yê kar, piştre bi tena serê xwe hatiye cem mexdûr û piştî 40 deqîqeyan di hundir de maye, derketiye derve, mexdûr di vê heyamê de bi çekê hatiye kuştin, hemû delîl nîşan didin ku çalakiya kiryarê gumanbar ku mexdûr bi gulebaranê kuştiye, bi carekê re çênebûye, ji ber ku piştî xwişk û birayên xwe birine ser kar û bêyî ku li kêleka wan rûnê, vegeriyaye cem mexdûr, derketiye holê wî plana kuştinê kiriye û bi vî awayî gumanbar ji ber ku dayika xwe bi awayekî plankirî kuştiye, sûcê kuştina bi zanebûn û qestî kiriye.”

Yekemîn danişîna dozê dê di 29'ê Adarê de li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin.