Keda karkerên jin ên di kargehan de di xebitin nayê ditin û rastî bêmafiyan tên

Jinên Tûnisê yên ku di kargehên cuda de dixebitin ji aliyê xwediyên kar ve rastî gelek neheqî û bêmafiyan tên. Di gelek fabrîqeyan de cudahiya zayendî heye û her tim jin hîn zêdetir kar dikin karker hem diwestin û li hemberî vê westanê jî hem rastî neheqiyê tên hem jî heqdestek kêm digrin.

ZIHÛR EL-MEŞRIQÎ
Tûnis- Ji dema serxwebûnê ve, jinên Tûnisê hewl dane bi beşdariya jiyana aborî re rolek sereke bilîzin, piştî ku wan dilxwazî û şiyana xwe ya serkeftinê di warên cihêreng de nîşan da tevî hemû qurbanî û guhestinên ji jinan re derfetên îfadekirin û ji bo bidestxistina wekheviya hemwelatîbûnê çêbûn lê siyaseta derxistin û marjînalîzekirinê li hin karsaziyên wek kargeh û saziyên giştî nehatiye guhertin.
Jinên ku di febrîqeyan de dixebitin diyar kirin ku ew rastî kiryarên zordestî û mêtîngeriyê hatine, çi li gorî mûçeyên kêm li gorî zilaman, çi jî bi hinceta ceribandinê ku wan şeş mehan dixebitînin û piştre wan derdixin û ên din bi cih dikin û ji wezîfdarkirina wan bi awayekî fermî direvin.
“Jinên di kargehan de dixebitin rastî neheqiyek mezin tên”
Sulaf H ya 28 salî ji ajansa me re axivî û got ku piraniya karkerên jin ji kar tên dûrxistin û paşguhkirin û cudahî di navbera wan û mêran de heye. Mînak, mêr ji jinan zêdetir betlaneyên salane distînin û wiha domand: “Piraniya jinên di kargehan de dixebitin rastî marjînalîzebûn û neheqiyek mezin tên, nemaze ku piraniya wan xwedî astek navîn an jî nizm in. Qanûnên heyî nayên sepandin lê berevajî li ser kaxezê dimînin û şopandinek rastîn tune ye, ev yek jî dihêle ku kardêr wan her tim îstîsmar bikin. Piraniya karkerên febrîqeyan bêyî peymanên kar dixebitin. Ez bang li Sendîkaya Kedê ya Giştî ya Tûnisê dikim ku mezintirîn rêxistina kedê li welat ku teftîşên li ser kargehan zêde bike û kardêrên di beşa taybet de mecbûr bike ku şert û mercên guncaw ji karkerên jin re peyda bike da ku karên xwe di rewşên tenduristî û civakî yên baş de pêk bînin. Piraniya keç û jin di bin zextê de rastî danûstandinên xerab, tacîz û bazariyê tên.”
“Sozên xwe bi cih naynin”
Marwa A ya 33 salî dibêje ku ew di fabrîqeya tevnê ya li parêzgeha Jendouba de ji hêla kardêrê xwe ve bûye mexdûrê destdirêjiya cinsî û destnîşan kir ku ew ji ber nêrîna hevalên xwe yên li fabrîqeyê nikare hesab ji kardêr bixwaze û got: “Heta ku partiyên siyasî yên di kampanyayên xwe yên hilbijartinê de her gav sozan didin ku rewşa karkeran binirxînin lê sozên xwe bi cih naynin. Nûnerên hilbijartî yên meclisê nêzikatiya pêşiyên xwe dişopînin ku mafên jinan wekî amûrek ji bo mebestên siyasî bi kar tînin û tenê ji bo berjewendiyên xwe yên kesane bi kar tînin. Wekî din, ji jinan tê xwestin ku dijberên xwe yên siyasî qels bikin, raya giştî bixapînin. Em banga qutbûna van daxwazan ku jinan ji bo bazirganiyê wekî hilberek dibînin û mafên wan û êşên wan di kargeh û saziyên taybet de nayê bîra wan dikin. Tenê di roja neteweyî ya jinan an di dema feydeyên hilbijartinê de jin tên bîra wan.”
Mahrezia K. a 40 salî ku ev 15 sal in di febrîqeyek pispor a pîşesaziya konservekirinê de dixebite, dibîne tiştê ku wê ji îstîsmara jinan di kargehan de di heyama xebata xwe de dît, di pirtûkên ku qala zordarî û destkarîkirina mafên wan û siyaseta sîstematîk a marjînalîzekirinê dikin de tê vegotin. Tiştekî ecêb e, 5 sal li pey hev jinek heman mûçeyê bêyî zêdekirina yek dînar didomîne lê li beramberî wê mêr salane zêdebûna mûçeyê xwe distînin û got: “Sendîkayên karkeran baş dizanin ka di kargehan de di binpêkirina mafên karkerên jinan de çi diqewime lê ew bi zanebûna van pirsgirêkên ku karkerên jin eleqedar dikin, bi hinceta ku jin di xebata xwe de hewla herî hindik didin paşguh dikin.” 
Der barê îstîsmara şîrketan a ji jinan re, nemaze di beşa dirûn û tevnê de sendîkavan Olfa El Mestiri dibêje ku li gorî qanûna sala 1972’an, jin di nav girêbestên tixûbdar de ji bo ku veberhênerên biyanî bikşînin, bi nebûna civakî û tenduristî, mûçeyek kêm distînin. Li gel nebûna bîmeya civakî û tenduristiyê, zêdebarî jin li kargehê rastî tacîza zayendî tên.
Olfa Al-Mestiri vê yekê bi nebûna îradeya siyasî û rola lawaz a rêxistinên çavdêriya civakî di başkirina rewşa van jinan de vedihewîne û hin dezgehên ragihandinê rexne dike ku dilsoziya xwe di berevaniya jinan û mafên wan de nakin. 
Li gorî Olfa Al-Masteri, zêdekirina demjimêrên xebatê dibe ku bibe sedema kêmbûna hilberîna karmendan, ne zêdebûna wê her wiha betlane jî di başkirina hilberînê de jî rolek sereke dilîze. Ji ber vê yekê divê betlaneya heftane ji jinan re were dayîn.
“Jinên di kargehan de dixebitin gelek pirsgirêkan dijîn”
Koordînatora mafên aborî ya Komeleya Jinên Demokrat ên Tûnisî, Rajaa Dahmanî, dibîne ku şert û mercên lewaz ji jinên karmend re di kargehan de bi krîza koronayê ku li ser gelek xebatkarên jin di serdemên paşîn de hat ferzkirin derket. Korona bû sedem ku gelek jin bê kar û mûçe bimînin û wiha got: “Jinên di kargehan de dixebitin, heya îro jî gelek pirsgirêkan dikşînin ji ber ku ew di şert û mercên dijwar de dixebitin. Bi gelemperî rêzê ji tenduristî û ewlehiya kar re nagirin, ji bilî dijwariya çûnûhatinê li cîhên kar. Bi riya guhdarîkirina hin jinên karmend ji aliyê Komîteya Mafên Aborî û Civakî ve piştî qeyrana koronayê leza ji kar derxistinê hat dîtin û heta piştî ku ew ji kar hatin avêtin jî lihevkirinek adil a mafên wan tunebû.”
“Jin di kargehên tevnê de jêhatîbûna xwe îsbat dikin”
Aktîvîsta femînîst û profesora civaknasiyê Nahla Akrimî da zanîn ku xebata jinan di kargehan de li ser bingeha cudakariya zayendî ye û wiha domand: “Li gel hemû hewldanên guheztina wê derûniya kevnar a xebata jinan kêm dibîne. Wekî çalakvanên parastina jinan, gelek caran me bi kardêr û xwediyên kargehan re hevdîtin pêk anî da ku hewl bidin mafên karkerên jin diyar bikin û rewşa wan baştir bikin. Jin di kargehên tevnê de jêhatîbûna xwe îsbat dikin lê xwediyên kar red dikin ku jin serokên xebatê bin. Ew jî ji ber zîhniyeta mêranî ya desthilatdar e ku jinan red dike tê. Di vê demê de jin neçar dibin ku pîşeyên giran ên ku ji bo rewşa wan a bedenî ne guncaw in bikin. Cudahiyek di navbera zayendê de heye, ji ber ku xwediyên kargehan tenê dihêlin jin saetek an hindiktir bêhna xwe bidin. Lê ji bo mêran jî ji demjimêr û nîvek heya du demjimêran destûr dide. Gelo wateya vê yekê çi ye? Li aliyê din nebûna çûnûhatinê ya têrker tê peydakirin ku tê de pargîdanî yan kargeh otobîsekê zêdetirî 40 jinan re peyda dike û ji mêran re jî bexşîna seferberiyê tê dayîn. Ez bang li komeleyên jinan dikim ku giraniyê bidin ser başkirina şert û mercên xebatê yên jinên di kargehan de dixebitin.” 
Tevî ku jinên li Tûnisê dikaribûn serxwebûna xwe ya darayî bi dest bixin û bi nexwendewarî û nezanînê re têbikoşin jî lê ji ber lewaziya vîna siyasî ya li çend deveran, zordarî û kedxwarî berdewam dike, nemaze di kargeh û karên çandiniyê de, ji ber ku piraniya jinên di van herdu waran de dixebitin nexwendî ne.