Israîlê dema dîlgirtina 3 jinên Filistînê dirêj kir

Li gorî daxuyaniya Navenda Zanînê ya Filistînê, dadgeha leşkerî ya Israîlê pêvajoya dîlgirtinê ya 3 jinên Filistînê dirêj kiriye.

Navenda Nûçeyan - Navenda Zanînê ya Filistînê, komîsyona girtiyên kevn û girtiyên Filistînê da diyarkirin ku dadgeha leşkerî ya Ofer pêvajoya girtî mayînê ya xwendekara zanîngeha Hebronê Anagim Awad a 21 salî  dirêj kiriye. Xwendekara zanîngehê beriya 10 rojan ji aliyê hêzên Israîlê ve hatibû revandin.
Dadgehek din a leşkerî dema girtina Shams Mashaqî ya ku ji gundê Yasid ê Nablusê ye heya sêşema din dirêj kiriye. Shams Mashaqî, niha li navenda lêpirsînê ya Jalamah tê girtin. Nivîskara ciwan Shams Mashaqî roja duşemê ji mala xwe ya gundê Yasid hatibû revandin.
Dema girtina Mona Qadan jî 9 rojan hatiye dirêjkirin. Mona Qadan a ku ji mala xwe ya li bajarokê Arraba ya Jenînê hatibu revandin, li navenda lêpirsînê ya Jalamah tê girtin.
Qadan beriya niha jî  5 caran hatibû girtin, bi giştî 8 salan di girtîgehên Israîlê de mabû.
Cavkanî; Middle East Monîtor