Jinên Mexrîbî: Nîqaşa li ser rewşa jinên girtî ji nû ve zindî dibe
Çalakvana mafên mirovan û endama koma Jinên Ciwan ji bo Demokrasiyê Ibtîssam Tebbat diyar kir ku dozên li Mexrîbê li jinan tên vekirin, divê wek dozên ferdî neyên dîtin û got: “Divê wekî deriyek ji bo têgihîştina dînamîkek berfirehtir bê dîtin."
HANAN HART
Mexrîb – Tevî bertekên parazvanên mafên mirovan ku di girtîgehê de grevên birçîbûnê yên demkî organîze kiribûn jî, cezayê di doza Saîda El Alamî de hat erêkirin. Li gorî çavkaniyên mafên mirovan, çend meh piştî mehkûmkirina wê, ev doz bûye navenda nîqaşa li ser mafên mirovan.
Ev doz di çarçoveyek berfirehtir de ye ku şahidiya derketina dozên din ên ku çalakvanên jin tê de ne, dike. Di nav van jinan de Ibtîssam Lachgar jî heye. Hin ji wan dozan bi berdanê encam dane. Vê yekê pirsên li ser rewşa jinên girtî, sînorên azadiya derbirînê û xwezaya têkiliya mafên mirovan a bi van dozan re ji nû ve zindî kiriye.
Fikarên parazvanên mafên mirovan
Çavdêr bawer dikin ku ev doz beşek ji nîqaşek berfirehtir a li ser têkiliya di navbera azadiya derbirînê ya di qada dîjîtal û darizandina qanûnî de ye. Çavdêr dibêjin ka meriv dikare çawa pirsgirêkên têkildarî azadiya derbirînê di çarçoveyên cûda de çareser dike? Ev doz her wiha pirsên li ser rewşa jinên di girtîgehan de, bi taybetî di warê parastinên yasayî, mafên bingehîn û şert û mercên girtinê de, aşkera dikin.
Samîra Qasmî ku girtiyeke siyasî ya berê û endama Komeleya Mafên Mirovan a Mexrîbê ye, di posteke Facebookê de bûyerê şîrove kir. Samîra diyar kir ku doza Saîda Alamî, ‘fikarên mafên mirovan ên zêde dibin’ derdixe holê û bal kişand ser ‘şert û mercên dijwar û zextê’, yên di girtîgehê de. Samîra her wiha got ku ev rastî ‘pirsên li ser şert û mercên girtinê û asta ku mafên bingehîn têne garantîkirin, derdixin holê’ û daxwaza zêdekirina çavdêrî û destwerdana mafên mirovan kir.
Sûcdarkirina li ser bingeha zayendî
Çalakvana mafên mirovan û endama koma Jinên Ciwan ji bo Demokrasiyê Ibtîssam Tebbat, ji ajansa me re axivî. Ibtîssam Tebbat diyar kir ku divê ev doz ne wekî bûyerên takekesî werin dîtin û wiha got: “Divê wekî deriyek ji bo têgihîştina dînamîkek berfirehtir a di derbarê rewşa maf û azadiyan de bê dîtin.”
Daneyên ku bi rêya çavdêriya mafên mirovan hatine bidestxistin, nîşan didin ku darizandina parêzvanên mafên mirovan ên jin, ne tenê bi kiryarên taybet ve girêdayî ye û wiha pê de çû: “Her wiha di çarçoveyek ku yasa, bi taybetî jî yasaya cezayî, ji bo sînordarkirina azadiya derbirînê ji jinan, bi taybetî jî di qada giştî de tê bikaranîn de pêk tên. Em bi sûcdarkirina azadiya derbirînê ya li ser bingeha zayendî re rû bi rû ne. Li vir, ne tenê raman bi xwe tê cezakirin, di heman demê de helwesta jina ku wê îfade dike jî, tê cezakirin.”
Formên tundiyê yên belgekirî ku li girtîgehan çêdibin
Ibtîssam Tebbat bawer dike ku ev doz pirsgirêkên avahiyî di astên cûda de ku di nav de yên qanûnî jî hene, eşkere dikin. Ibtîssam balê dikşîne ser bikaranîna nivîsên qanûnî yên nezelal ên ku bi awayên ku rê didin sûcdarkirina derbirîna aştiyane têne şîrovekirin û kêmasiyên di garantiyên darizandinek adil de. Ibtîssam bal kişand ser formên tundiyê yên belgekirî ku li girtîgehan çêdibin û wiha got: “Di nav de tundiya psîkolojîk û sembolîk û zehmetiyên gihîştina lênihêrîna tenduristiyê, bi taybetî jî ji bo kesên xeternak hene.”
Ibtîssam li ser aşkerabûna tiştê ku ew wekî ‘tundiya paralel’ a li derveyî girtîgehê bi nav dike jî rawestiya. Ibtîssam anî ziman ku bi taybetî di qada dîjîtal de ev wekî kampanyayên reşkirinê û reşkirina civakî xwe nîşan dide. Ibtîssam wiha got: “Ev tundî ne tenê girtiyan hedef digre, di heman demê de armanc dike ku wê îzole bike û peyamek astengker ji parêzvanên mafên mirovan ên jin ên din re bişîne.”
Pêwîstiya xurtkirina serxwebûna dadwerî
Di derbarê çareseriyan de jî Ibtîssam daxwaza nirxandina metnên qanûnî kir û wiha got: “Ji bo ku lihevhatina wan bi standardên navneteweyî re, nemaze yên bi azadiya derbirînê û civîna aştiyane ve girêdayî û ji bo avakirina mekanîzmayên parastinê yên bi taybetî ji bo parêzvanên mafên mirovan ên jin bike. Pêwîstiya xurtkirina serxwebûna dadwerî, garantîkirina şert û mercên darizandina dadperwer û çalakkirina mekanîzmayên çavdêrî û hesabdayînê di rewşên binpêkirinan de heye. Hin ji van binpêkirinan li ser bingeha stereotîpan in ku hebûna jinan di qada giştî de sînordar dikin.”
Rola civaka sivîl
Ibtîssam Tebbat piştrast kir ku hevgirtina mafên mirovan rolek girîng a mîna ‘xeta yekem a parastinê’ dilîze, çi bi rêya parêzvaniyê, belgekirinê, an şikandina bêdengiyê. Wê destnîşan kir ku ev yek dibe alîkar ku tecrîd kêm bibe û van pirsgirêkan di rojeva giştî de bihêle. Ibtîssam bal kişand ser hebûna pirsgirêkan û wiha pê de çû: “Di nav de çavkaniyên sînorkirî, zexta li ser aktorên mafên mirovan, zehmetiya gihîştina hin dozan û atmosfera tirsê ya bi heqaretê an jî darizandinê ve girêdayî. Têkoşîna parêzvanên mafên mirovan ên jin ne marjînal e, her wiha ceribandinek rastîn a asta rêzgirtina maf û azadiyan jî temsîl dike. Hedefgirtina jinan a ji ber ramanên wan, ne tenê bindestiya takekesî nîşan dide. Di heman demê de bandorê li dînamîkên giştî yên civakê jî dike.”
