‘Jinên bi tundiyê re dimînin ji ber kevneşopiyên civakî yên paşverû bêdeng dimînin’

Aktîvîsta Mexribî Saîda El-Wadî, diyar kir ku daneyên fermî rastiya tundiya li dijî jinan nîşan nadin û da zanîn ku sedema vê jî gelek jinên bi tundiyê re dimînin ji ber sedemên aborî û normên kevneşopî û paşverû yên civakî, gilî nakin.

RECAA XEYRET

Mexrib – Li gorî daneyên fermî yên ji aliyê Saziya Îstatîstîkê ya Mexribê (HCP) ve hatine weşandin, tenê ji sedî 11,3 jinên Mexribê tundiya ji aliyê kesên ji derveyî hevjinê xwe ve lê rast hatine ragihandine. Rêjeya ragihandina tundiya ji ajiyê hevjinên xwe ve jî ji sedî 8‘e û rêjeya ragihandina tundiya zayendî jî tenê ji sedî 3‘ ye.

Jin, li Mexribê di gelek qadên cuda de bi destdirêjiya civakî re dimînin û di nava van de tundiya sanal jî heye. Rêjeya tundiya sanal ji sedî 13,8 e, lê belê şêweza tundiya herî belavbûyî bi rêjeya ji sedî 52,2 tundiya nava malê û di nava hevjînan de ye. Ev şêwaza tundiyê, pir xeternak e ku gelek caran mexdûran ber bi xwekuştinê ve dibe.

Her çiqas di daneyan de rêjeya tundiya li dijî jinan pir kêm tê dîtin jî, rastî nîşan dide ku bûyerên tundiyê gihîştiye asteke tirsnak. Ev rewş, pirsa gelo daneyên heyî rewşa civakî ya ku jin jiyîn derdixe holê an na, tîne rojevê. Jinên li Mexribê, hê di civakek ku di aliyê mafên mirovan de nayên naskirin de dijîn.

Sekretera Giştî ya Komeleya Xebatên Jinan a Marakeşê û aktîvîst Saîda El-Wadî, diyar kir daneyên ku ji aliyê Saziya Îstatîstîkê ya Mexribê ve tên weşandin rastiya jinan nîşan nadin, ji ber ku tundiya li dijî jinan hê jî diyardeyek bêdeng û bi awayekî têrker nayê ragihandin e.

Tundiya bêdeng

Saîda El-Wadî da zanîn hejmara bûyerên tundiyê yên ji aliyê jinan ve nayên ragihandin, ji hejmara tên ragihandin zêdetir e û wiha axivî: Ragihandina ji sedî 8 ê tundiya nava malê, bi awayekî zelal nîşan dide ku rêjeya bûyerên nayên ragihandin çiqas bilind e. Gelek sedemên vê hene; hinek ji van normên civakî yên mêrên serwer û kevneşopiyên kevin ên hinek civak red dikin e. Ev rewş qebûlkirina civakan a tundiya li ser bingeha zayendî ya civakî û bêcezatiya sûcdaran xurtir dike. Gelek sedemên bêdeng mayîna mexdûrên tundiyê hene; zextên civakî, malbatî û aborî.”

Saîda El-Wadî, di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku ev sedem ji qelsbûna aborî ya jinan çavkanî digre û kesê tundiyê bikar tîne bi piranî hevjîn an jî ferdên malbatê ne û da zanîn lewma jin tên neçarkirin ku bêdeng bimînin. Saîda El-Wadî, destnîşan kir ku tirsa ji tolhildanê û neketina di nava têkoşînek zehmet û ne diyar de jî sedemên bêdengbûna jinan e.

Jin ji ber sedemên civakî bêdeng dimînin

Saîda El-Wadî tekez kir ku jin ji ber sedemên civakî bêdengiyê li hember tundiyê dipejirînin û wiha li gotinên xwe zêde kir: “Li aliyê din di nava astengiyên pêşiya neragihandina bûyerên tundiyê de lêçûnên dozê û tevliheviya pêvajoyên hiqûqî jî cih digre. Kêmbûna agahiyan a jinan ya derbarê mafên xwe yên hiqûqî de jî rewşê dijwartir dike. Bi taybetî jinên xwedî zarok, ji ber tirsa windakirina çavkaniya debara xwe di eşkerekirina tundiyê de dudiliyê dijîn. Ev rewş ji bo jinên bêkar hê zehmetir e.”

‘Jinên li herêmên gundewar zêdetir bi tundiyê re dimînin

Saîda El-Wadî, ragihand ku jinên li herêmên gundewar bi rewşek hê dijwartir re rûbirû dimînin û axaftina xwe wiha domand: Jinên li herêmên gundewar, bi rêjeyên tundiyê yên bilindtir re rûbirû dimînin. Di heman demê de ragihandina tundiyê û mîsogerkirina parastinê jî pir zehmet e. Faktorên mîna îzolasyona civakî, kêmbûna binesaziyê, zehmetiyên veguhestinê, xizanî û kêmbûna xizmetên bingehîn, rê li ber jinên ku bi tundiyê re dimînin digre ku xwe bighînin lêgerîna edaletê.”

Rola civaka sivîl a di têkoşîna li dijî tundiyê de

Aktîvîst Saîda El-Wadî da zanîn ku ji bo bidestxistina daneyên rasteqîn û zelal ên têkildarî tundiya li dijî jinan, divê rêxistinên civaka sivîl ên li dijî tundiya li ser jinan dixebitin di mijara berhevkirina van daneyan de zêdetir cih bigrin û got: Komeleyên ku di vê qadê de dixebitin, bi rêya navendên ku mexdûrên tundiya li dijî jinan qebûl dikin re daneyan berhev dikin. Ev navend, li jinan guhdar dikin û bi vî awayî piştgiriya derûnî û hiqûqî ji bo jinan pêşkêş dikin. Her wiha ji bo cezakirina kiryaran jî di pêvajoyên dadwerî de dibin alîkar.”

‘Ji jinên bi tundiyê re dimînin piştgiriya derûnî bê garantî kirin

Saîda El-Wadî, destnîşan kir ku divê navendên piştgiriyên herêmî, bi awayekî rêkûpêk serlêdanên jinan rapor bikin û her meh û sal bûyerên tundiyê tomar bikin û hejmarên tekildarî jinên mexdûrên tundiyê parve bikin. Saîda El-Wadî got ku pêwîste ji bo jinên bi tundiyê re dimînin piştgiriya derûnî bê mîsogerkirin, prosedurên parastina awarte bên bihêzkirin û xizmetên hiqûqî yên bêpere bên pêşxistin.

Saîda El-Wadî di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku rêxistinên civaka sivîl û komeleyên jinan, ji bo jin hemû mafên xwe yên mirovî bidest bixin têkoşîna xwe didomînin û bi taybetî jî di hiqûqa malbatê de pêdivî bi guhertinên girîng heye.