“Ji daxwazên me yên sereke bihêzkirina jinan di aliyê aborî û siyasî de ne”

Jinên Îraqî xwe dispêrin çalakvanên di warê mafên jinan de ku bi serkeftina akademîk di jiyana xwe de riya têkoşîna femînîst bidest xistine û wê serkeftina xwe dixin xizmeta parêzvaniya mafê jinan de. Parêzvana Mafê Jinan Wejdan Abdul Amîr jî yek ji wan jinên serkeftîye ku di van mijaran de lêhurbûn û bernameyên wê hene diyar kir ku ji bo bidestxistina mafê jinê yê kar kirine weke femînîst wan gelek çalakî li dar xistine û dê çalakiyên wan dewam bikin.

XOFRAN EL-RADÎ
Bexda – Ji bo jinên Iraqê bikarin di her qada kar û jiyanê de cîh bigirin û bixebitin hewildanên tevgerên jinan û femînistan dewam dikin. Parêzvana Mafê Jinan Wejdan Abdul Amîr ji bo piştgiriya perwerdehiyê û xwepêşxistinê kedeke mezin da û di nav pêkhateya zanîngeh û çalakiyên femînîstan ên giştî û hevgirtina van her dû aliyan girîngiyek mezin dide vê xebatê.
Wejdan Abdul Amîr ku di girêdana aliyê derûnî de weke pêşeng tê nasîn, dibêje ku rewşên zehmet ên jin pêre rûbirû dimîne bandorê li ser hûrgiliyên jiyana wan û pîşeya bihêzkirina rewşa aborî û siyasî dike û wiha domand: " Tişta herî girîng a ku ji bo jinan pêwîst bihêzbûna aborî û siyasî ye ji bo ku di civakê de çareseriyek bi rêk û pêk ji bo doz û pirsgirêkên jinan hebe. Ji bo bihêzkirina aborî hewecehî bi ferzkirna mafê jinê yê karkirinê heye, ev yek jî bi rêka qanûneke taybet ku serpereştiya mêran li serjinan di biryarên wan de qedexe dike, bi taybet piştî hevberdanê ku mêr çi bav an bira an ape jî li himber mafê wê yê karkirinê nebe asteng. Bûyerên kontrolkirina jinan û biryarên wan di nav de karkirin, ev yek dikeve lîsta êşên jina di civakê de ji bo lawazkirina kesayeta wan û rêgirtina li serxwebûna aborî. Hin adat û kevneşopî nahêlin ku jin ji derveyî malê kar bike. Gelek dê û bav hene nahêlin ku keçên wan kar bikin ji ber nerîna derdor ya neyinî."
"maf tê girtin nayê dayîn"
Derbarê çalakiyên meydanî de jî Wejdan Abdul Amîr wiha dibêje: "Demên dawî di encama civîn û çalakiyên meydanî yên bi xelkê re bi taybet li deverên ku di van waran de baldarin me karî bi nîşandana mînakên erênî yên jinên kedkar, nerînên gelek kesan bidin guhertin ku kar ji bo jinan red dikirin. Piştî van hewildanan êdî di nêrîna li çalakiyên me de hindek qebûlkirin çêbû. Astengiya herî mezin a li pêşya bihêzkirina aborî û piştgirîkirina xebata jina pêşvebirina medyayê ye ku gelek caran jinên xebatkar wekî perîşan û nebaş nîşan dide ji ber vê yekê gelek mêr beşdarî vê medyayê dibin û karikirina jinan red dikin. Divê em weke femînîst di xurtkirina asta daxwazan de bifikirin û bawer bikin ku bi zextên hiqûqî û medyayî yên herî bi bandor emê hêzek mezin bidin jinan. Her wiha bi xurkirina komxebatan û serdanên li herêm û gundan emê karibin zanista civakê pêşbixin û civakê bi rola jinan bidin nasîn."
Wejdan Abdul Amîr di warê bihêzkirina siyasetê de jî tekez kir ku jinê siyasetmedar pêwîste di warê siyasî û hiqûqî de pir bihêzbin û li ser çawaniya rûbirûbûna pirs û yasayên girêdayî jinan baldar bin û wiha berdewam kir: "Me çend civînên parlementoyê li dar xistin û li ser qanûnên ku hîna li ser refên xwe ne û li benda guherînê ne me nîqaş kirin, lê mixabin hinek parlementer li djijî yasayên girêdayî mafên jinan rawestiyan û nêrîn û helwestek wan li dijî vê yekê hebû. Bi taybetî di mijara madeya 57'an de ku qanûna rewşa kesane ye ku piştî veqetandin an hevberdan ê ku zarok li gel dayika xwe dijî girê dayî ye."
Di dawiya axaftina xwe de, Wejdan Abdul Amîr tekezî li ser xurtkirina xebatên femînîst ji bo bihêzkirina jinan di warê siyasî de û piştgirîkirina derbaskirina pêşnûmeya tundiya nav malê di rûniştina bê ya parlamentoyê de kir.